BI DÎMEN

Li Kerkûkê kampanyaya paqijiyê

Bi boneya Roja Cîhanî ya Paqijkirinê, ji bo paqijkirina bajarê Kerkûkê kampanyayek hat lidarxistin.

Hin ciwanên dilxwaz ên bajarê Kerkûkê bi çalakiyeke bi sernavê “Maratona Paqijkirinê” dest bi paqijkirina Kerkûkê kirin.

Li bajarê Kerkûkê bi boneya Roja Cîhanî ya Paqijkirinê, bi pêşengiya Encûmena Bilind a Ciwanan a ser bi Serokatiya Encûmena Wezîrên Iraqê û bi hevkariya Parêzgarê Kerkûkê Tîma Neteweyî ya Ciwanan ji bo Guhertina Avhewayê û ciwanên dilxwaz ên bajêr li Kerkûkê dest bi maratona paqijkirinê kirin.

Bi dehan ciwanên dilxwaz bi hevkariya tîmên şaredarî û qaymeqamiya Kerkûkê bazarên navenda bajêr paqij kirin. Her wiha di berdewamiya çalakiya xwe de, ciwanên dilxwaz der barê girîngiya parastina paqijiya bajêr de xelk hişyar kirin û bi armanca hişyarkirina xelkê broşur belav kirin.

Îvan Hîwa, keçeke dilxwaz a “Tîma Neteweyî ya Ciwanan ji bo Guhertina Avhewayê” der barê çalakiyê de ji ANF’yê re axivî û got: “Me wek Tîma Neteweyî ya Ciwanan ji bo Guhertina Avhewayê di Roja Cîhanî ya Paqijkirinê de dest bi vê kampanyayê kir ji bo paqijkirina bajarê Kerkûkê. Me bi paqijkirina kolanên navenda bajêr dest pê kir ku her du kolanên ‘Pizîşkan’ û ‘Etlesî’  li xwe digirt. Em hêvîdar in ku her kes li cihê xwe dest bi paqijkirinê bike da ku em bajarê Kerkûkê pêşve bibin.”

Rêkxerê çalakiyê û serokê Tîma Neteweyî ya Ciwanan ji bo Guhertina Avhewayê Endazyar Şaho Nûrî der barê kampanyaya paqijkirina bajarê Kerkûkê de ji ANF’ê re axivî û got: “Bi boneya Roja Cîhanî ya Paqijkirinê me wek Tîma Neteweyî ya Ciwanan ji bo Guhertina Avhewayê dest bi kampanyaya paqijkirinê kir. Me navê kampanyayê kir ‘Maratona Paqijkirinê’. Tîma me ser bi Serokatiya Encûmena Wezîrên Iraqê ye û pêwîstiya bajarê Kerkûkê jî bi vê kampanyayê hebû. Di çarçoveya çalakiya me de me çop paqij kirin û broşurên hişyarkirinê belav kirin. Her wiha me pêdiviyên paqijkirinê li xelkê belav kirin wek torbeyên çopê, maske, lepik û bêhn da ku ew jî di paqijkirina bajêr de bibin hevkar.”

Şaho Nûrî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Me hashtagek ragihand bi navê ‘Pêwîstiya dinyayê bi te heye, lewma bibe hevalê jîngehê’, ev kampanyaya me dê berdewam bibe. Eger xelk jî di parastina jîngehê de bibe hevkar, em dikarin metirsiya guherîna avhewayê kêm bikin. Eger em ji niha ve hewl nedin, di salên pêş de rêjeya nexweşiyan bi giştî û rêjeya nexweşiya penceşêrê bi taybetî dê zêdetir bibe û em ê hemû nexweş bikevin. Ji ber vê yekê, ez daxwazê ji hemû welatiyan dikim ku ji bo parastina tenduristiya her kesî beşdarî parastina jîngehê bibin.”