Dewleta Îranê hem Fercad Derwêşî qetil kir û hem jî cezayê girtîgehê li birayê wî birî

Dewleta Îranê di sala 2022’yan de di serhildana gel a ‘Jin Jiyan Azadî’ de kesê bi navê Fercad Derwêşî qetil kiribû. Niha jî cezayê girtîgehê li birayê wî birî.

Medya Rojhilatê Kurdistanê, ragihand ku rejîma Îranê li birayê Fercad Derwêşî ku di Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû qetilkirin Seyad Derwêşî cezayê girtîgehê birî û ji bo girtîgeha Urmiyeyê hate şandin.

Zextên rejîma Îranê yên li ser kesûkarên şehîdên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewam in. Medya Rojhilatê Kurdistanê, ragihand ku rejîma Îranê li birayê Fercad Derwêşî ku di Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû qetilkirin Seyad Derwêşî cezayê girtîgehê birî û ji bo girtîgeha Urmiyeyê hate şandin.

Hate diyarkirin ku Dadgeha Urmiyeyê bi îdîaya ‘propagandaya dijî dewletê’ 8 meh cezayê girtîgehê li Seyad Derwêşî birî.

Hêjayî gotinêye ku di 29’ê Îlona sala 2022’yan de Fercad Derwêşî yê 23 salî û xelkê gundê Balû di xwepêşandanên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ yên li bajarokê Weliyesir ya Urmiyeyê de bi guleya raste rast a hêzên rejîma Îranê hate qetilkirin.

Dayika Şehriyar Muhammedî yê ku di dema serhildanê de hat qetilkirin Mîna Sûltanî jî ev 9 roj in tê ragirtin û êşkenceya psîkolojîk lê tê kirin.

Di Îlona 2022'an de piştî kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê ve serhildaneke ku mînaka wê nîne destpêkiribû.

Hêzên Îranê di pêvajoya serhildanê de bi sedan kes qetil kir û bi hezaran kes jî girt. Gelek kes jî hatin darvekirin.