Li Mexmûrê sala nû ya xwendinê destpê kir

Li dibistanên Wergeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî sala xwendinê ya nû ya sala 2024-2025’an bi awayekî fermî destpê kir.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê îro bi vebûna dibistanên dayîkê, seretayî, navîn û amadeyî, bi amadebûna hezaran xwedekar û mamosteyan perwerdeya sala nû destpê kir.

Beriya ku xwendevan bikevin refên xwe, li her dibistanek a wargehê sîrûda netewî hate xwendin. Piştî sîrûda netewî ya li Dibistana Navîn ya Şehîd Jiyan, li ser girîngiya perwerdeyê Mamoste Beşîr Gabarî axivî.

Mamoste Beşîr got, “Em ne teslîmî kesê dibin û ne jî ji têkoşîna xwe tên xwarê. Helbet pêvajoyek pir girane, lê em neçarin bi vêya re jiyana xwe jî berdewam bikin yan ji perwerdeyê bigire heta jiyana rojane divê em berdewam bikin. Bêgûman ev yek jî jiyanek pir giran dixwaze yanî em ê hem perwerdeya xwe bibînin û hem jî têkoşîna xwe li hemberî dijmin bidin. Ji ber ku têkoşîna me bi saya van şehîdan hatiye vê astê, ti malek nîne ku şehîdê wî neyî. Rêbertî, zanistê ji me dixwaze yanî paşeroja me jî girêdayî zanistê ye, eger em nezan bin wê dijminê me di her alî de bikaribe me, lê eger em zanabin kesek nikare me. Eger em zanabin, em ê bikaribin paşeroja xwe jî avabikin û Rêberê xwe jî ji wê zindanê rizgar bikin.”

Piştî axaftina Mamoste Beşîr Gabarî, xwendevan ketin refên xwe.