HPG'ê 2 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 2 gerîlayên şehîd bi bîr anî û got, "Hevrêyên me Dîdar û Derya bi qasî têkoşîna xwe bi şehadeta xwe wê bibin meşale ji hevrêyên xwe re."

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"13'ê Kanûna 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyên me Dîdar û Derya şehîd bûn.

Hevrêyên me Dîdar û Derya ku li ser xeta fedaîtiyê ya tevgera Apoyî bêteredût meşiyan, bi têkoşîna xwe ya bênavber milîtanî ji xeta PKK û PAJK'ê re kirin û ji bo berpirsyariyên xwe bi cih bînin her kêliya jiyana xwe fedayî gelê me kirin. Di demekê de ku êrîşên dijmin giran bûn, ji bo li refên herî pêş cih bigirin pêşniyar kirin, bi seknek li gorî ruhê demê tevlî bûn. Di jiyana xwe ya şoreşgerî ya bêeman û bênavber de bi kesayetiya xwe ya serketin ji xwe re kirin armanc û dilsoziya xwe ya mezin a bi azadiyê re bûn mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêyên me Dîdar û Derya weke gerîlayên YJA Starê yên serketî ji bo bicihanîna îdeolojiya rizgariya jinê kedeke mezin dan, bi îradeya xurt a ji Rêber Apo wergirtî her cûre êrîşên dijmin têk birin. Bi ruhê fedaî heta nefesa xwe ya dawî dilsozê armanca xwe ya jiyana azad man û bûn gerîlayên YJA Starê yên mînak. Hevrêyên me Dîdar û Derya bi sekna biryardar a li ser xeta azadiya jinê û hêrsa mezin a li dijî dijmin di gerîlatiyê de xwe afirandin, bi qasî bi têkoşîna xwe her wiha bi şehadeta xwe jî wê ji hevrêyên xwe re bibin meşale.

Di serî de malbatên hêja yên ku milîtanên fedaî yên Apoyî hevrêyên me Dîdar û Derya gihandin têkoşîna me ya azadiyê, bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em soza xwe dubare dikin ku di têkoşîna xwe de şehîdên xwe bi bîr bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Dîdar Jînda
Nav paşnav: Zekiye Akin
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Bûrcû-Naîf
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Kanûna 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Derya Botan
Nav paşnav: Melek Paksa
Cihê jidayikbûnê: Cizîr
Dayik-Bav: Xezal-Osman
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Kanûna 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

DÎDAR JÎNDA

Hevrêya me Dîdar li Colemêrgê ku bi welatparêzî û berxwedêriya xwe ya li dijî dijmin tê naskirin, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Li nava derdoreke welê mezin bû ku hişmendiya Kurdîtiyê lê serwer bû û gelek jê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya KUrdistanê bû. Lewma her tim bû kesayeteke dilsozê nirxên xwe yên cewherî. Hevrêya me ku li gorî kevneşopî û çanda Kurdîtiyê ya xurt mezin bû, zû xwe nêzî partiya me PKK'ê kir. Qet neçû dibistanên sîstemê ku hêlîna asîmîlasyonê ne, bi vî rengî cewhera xwe timî parast. Hevrêya me polîtîkayên qirkirin û asîmîlyasonê yên dewleta Tirk a dagirker dît ku li ser gelê me ferz dikir û ji ber vê yekê jî li hemberî dewleta mêtinger û dagirker bi hêrs bû. Zilma dewletê di temenekî zû de dît û bi bandora şehadeta gerîla kete nava lêpirsînên kûr. Ti ji kiryarên dewleta Tirk a faşîst nepejirand û her tim kete nava lêgerînan. Weke her ciwanên Kurd ên bi rûmet, hêrsa xwe ya li hemberî dijmin xurt kir û fêhm kir ku cihê bersivê ji lêgerînên xwe re bibîne, wê refên têkoşîna azadiyê be, lewma di asta xwecihî de tevlî hin karan bû. Bêdengiya li hemberî neheqî û şer qebûl nekir û biryar da ku tevlî karên ciwanên şoreşger welatparêz bibe. Bi hesasiyet û cidiyeteke mezin nêzî kar bû û serketinên girîng bi dest xist. Di dema kar de bû heyranê paradîgmaya azadiya jinê ya partiya me û lêgerînên xwe her roj hîn kûr kir. Hevrêya me Dîdar cudahiya navbera jinên li nava civakê û gerîlayên jin ên di nava refên gerîal de pêşengiyê ji têkoşîna me re dike fêhm kir û gihîşt wê baweriyê ku jiyana azad tenê li çiyayên Kurdistanê dibe. Di pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî de ku partiya me da destpêkirin, hevrêya me şahidî ji lehengiyan re kir û tevî ku di nava karên şoreşgerî jî de bû ji ailyê wijdanî ve xwe têrker nedît. Li ser vê yekê piştî karê xwe yê ciwanên şoreşger, welatparêz ê sê salan biryar da têkoşîna xwe mezin bike û tevlî nava refên gerîla bibe. Li ser vê yekê dît ku yekane cihê bersivê ji lêgerînên xwe re bibîne refên gerîla ye û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Dîdar sala 2013'an li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên tevgera me bû û piştî ku demeke kurt li qada Bakur ma, ji bo tevlî perwerdeya şervanên nû bibe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Ji kêliya destpêkê ya li gerîla rast hat û pê ve ji têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla hêzeke mezin wergirt. Berevajî têkiliyên berjewendiyan ên li nava sîstemê, ji nêzîkatiyên gerîla yên ji bo armanc û jiyaneke hevpar têdikoşin bi bandor bû. Bi dersên ku li perwerdeya şervanên nû wergirtî, xwest di kesayetiya xwe de guhertinên bingehîn bike. Bi taybetî di dersên dîroka azadiya jinê û dîroka partiyê de xwe kûr kir. Her ku lehengiyên dîroka me ya têkoşînê û destanên li artêşbûna jinê xwend, daxwaza xwe ya têkoşînê jî mezin kir. Tevî ku şervaneke nû bû, ji ber ku xwest bersivê bide bendewariyên pêvajoyê û bi saya kûrbûnên xwe, li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand, li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karên pratîkî bû. Hevrêya me Dîdar tecrûbeyên xwe yên destpêkê yên pratîkî wergirt, bi moralê xwe yê li nava jiyanê û tevlîbûna xwe ya bi daxwaz, wezîfeyên herî zehmet bêteredût bi cih anî. Hevrêya me xwest tiştên di perwerdeyê de hîn bûye bixe meriyetê û bi be gerîlayeke YJA Starê ya serketî, lewma bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta PKK û PAJK'ê bû milîtaneke mînak. Hevrêya me di her kêliya jiyanê de xwe perwerde kir, bi sekna xwe ya ku ji bo pêşketina hevrêyên xwe ked dida, weke gerîlayeke cihê hurmetê navê xwe li dîroka me nivîsand. Hevrêya me xwestji aliyê leşkerî ve şareza bibe û taktîkên demê pêk bîne, derbên mezin li dijmin bixe û ji bo vê timî kete nava hewldanan. Hevrêya me Dîdar weke parêzvaneke xurt a xeta jinê ya azad, ji xwe re kir armanc ku têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd mezin bike. Bi kesayetiya xwe ya durust, sade, biryardariya li ser îdeolojiya rizgariya jinê, ji bo wezîfeyên herî giran xwe pêşniyar kir û li gorî ruhê demê tevlî bû.

Di 13'ê Kanûna 2018'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêya me Dîdar bi sade, hevrêtiya xwe ya ji dil û biryardariya xwe ya şerê li dijî dijmin mîrateyeke têkoşînê ya dewlemend li pey xwe hişt. Em soza xwe dubare dikin ku bîranîna hevrêya xwe ku milîtaneke serketî ya YJA Starê bû her tim bidin jiyîn.

DERYA BOTAN

Hevrêya me Derya weke ewladeke leheng a xelkê me yê Botanê ku bi hezaran ewladên xwe tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir û bi serhildanên xwe timî li ber zilmê rabû, li Cizîra Botan ji dayik bû. Hevrêya me Derya li cihekî welê mezin bû ku li hemberî polîtîkayên qirêj ên sîstemê hişyar bû û di dîroka xwe de gelek lehengî afirand. Lewma hevrêya me Derya jî li gorî kevneşopiya xwe mezin bû, bû xwedî karekter. Hîn di zarokatiyê de ji çîrokên gerîla bi bandor bû. Ji ber ku malbata wê welatparêz bû û ji derdora wê ya nêz tevlîbûn li nava refên gerîla hebû, ji bo tevgera me xwedî sempatiyeke xurt bû. Hevrêya me 8 salan li dibistanên asîmîlasyonê yên sîstemê xwend, di mijara zimanê dayikê de her tim xwedî refleks bû. Li dijî sîstema perwerdeyê ya dewleta Tirk a dagirker ku li ser yek ziman û yek neteweyê hatiye danîn, neaxaftina bi zimanê dayikê li gel hevrêya me bû sedema hêrseke mezin. Her ku zilma dewleta Tirk a faşîst a li dijî gelê me dît, ji bo bersivê bide lêgerînên xwe kete nava lêpirsînan. Bûyerên ku di salên xwendinê de dît û li hemberî neheqiya dewleta dagirker her tim li rêyeke rizgariyê geriya. Ji bo karibe tevkariyê li debara malbata xwe bike weke karkereke demsalî li deverên cuda xebitî. Pê hesiya ku keda gelê me çawa tê talankirin, sîstem bi zanebûn pêşketina xaka dewlemend a xaka dewlemend a Kurdistanê asteng dike. Zanîbû ku her nirxa bi kedê tê bidestxistin pîroz e, bi vê têgihiştinê tevgeriya. Hevrêya me gelek tişt di salên xwe yên ciwantiyê de jiya, herî dawî şahidî ji Berxwedana Xwerêveberiyê ya Cizîrê re kir. Piştî ku dewleta Tirk a faşîst bi komkujiyan bersiv da daxwaza gelê me ya rêvebirina xwe bi xwe, hevrêya me Derya biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Sond xwar ku tola mirovên me hilîne ku li jêrzemînên li Cizîra Botan bi saxî hatin şewitandin. Zanîbû ku yekane devera ku bersiv ji zilma dewletê re bê dayin û weke jinekê bersivê ji nakokiyên xwe re bibîne refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye, lewma sala 2015'an berê xwe da çiyê.

Hevrê Derya dizanîbû ku li hember polîtîkayên înkar û îmhayê ku li gelê tê ferzkirin têkoşîn bi gerîlatiya pispor dibe. Di perwerdeya şervanê nû de bersiv ji nakokiyên xwe re dît. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeyek xurt û zehmet girt û di demekê kurt de motiveyî jiyana gerîla bû. Di ferqê de bû ku bi tevlîbûna gerîla mîsyonek dîrokî girtiye ser xwe û bi wê zanabûnê tevgeriya. Piştî perwerdeya xwe bi serketî temam kir li deverên cuda ên Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî xebatên şoreşê bû. Hevrê Derya ku di gelek xebatan de cih girtibû, bi fedakariya xwe ve ji hemû hevalên xwe re bû mîlîtanek mînak. Hevreyê me yê ku her roj li hemberî dijmin hêrsa xwe mezintir dikir, di ferqê de bû ku bi gerîlatiya pispor wê bibe bersiva pêvajoyê. Ji ber vê pêşniyar kir ku derbasî perwerdeyên pisporiyê bibe. Hevreyê me yê bi biryardarî û îdîayek mezin tevlî perwerdeyên pisporiyê bûye, him eskerî him bîrdozî lêhûrbûnên kûr jiyan kir. Li dijî artêşa Komara Tirkiyê ya dagirker ku li hemberî Herêmên Parastina Medyayê operasyon dabû destpê kirin, wek gerîlayekê têgihîştina eskerî û bîrdozî pêk aniye li hemberî şert û mercên herî zehmet xwe amade kir. Materyalên Partiyê ku xwendibû û encamên pêwîst jê derxistibû bi hevalên xwe re parve dikir û her cihê ku lê bû vediguherand qada perwerdeyê. Bi taybetî jî hevrêya me Derya di waneyên artêşbûna jin û Jinelojiyê de lêhûrbûnên kûr jiyankir û wek gerîlayekê YJA Starê ya serketî perwerdeya xwe temam kir. Ji bo tiştên ji perwerdeyê digirt di jiyanê de pêk bîne ket hewldanek mezin û hemû erken girt ser xwe bi serkeftî pêk anî. Bi zanabûna layikî şehîdan bûyîn re tevgeriya û pêşniyara qadên ku şer lê giran in kir. Hevreya me Derya ku bi moral, kedkariya xwe re dihat naskirin û pêwîstiyên nasnameya YJA Starê pêk dianî, bi têkoşîna xwe ve bû hevalê me yê her tim nirx diafiranê. Bi israra xwe ya taktîkên demê pêkanînê de bû jinekê mîlîtan û Apoger a mînak.

Hevrêya me Derya ku milîtaneke YJA Starê ya serketî bû, bi tevlîbûna xwe ya bêderetûd, bi kûrbûna xwe ya li ser xeta azadiyê ya jinê, bi dilsoziya xwe ya bi şehîdan re û bi saya kesayetiya xwe ya dilnizm û têgihiştî di dîroka me ya têkoşînê de bû xwedî cihekî girîng. Di êrîşa dijmin a 13'ê Kanûna 2018'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê şehîdan bû. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna ji me re hiştiye bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wê derkevin."