BI DÎMEN

MAK’ê li Geverê li polîs û sîstema mobeseyê xist

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK), ragihand ku wan li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî hêzên dewleta Tirk du çalakiyên cuda lidar xistine.

Di daxuyaniya nivîskî ya Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) de hat gotin, "Milîsên me di 22'yê Îlonê saet dora 22:00’yan de li polîsên dagirker ên ku li taxa Orman a Geverê kontrola nasnameyan dikir xist.”

Di berfirehiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Milîsên me bi awayekî xurt bi teqemeniyên bi dest çêkirî û fîşekên hewayî li dagirkeran xistin. Dagirkerên ku piştî çalakiyê ketin nava tirseke mezin, bi lez li wesayîtên xwe siwar bûn û çûn qeraqolê. Hejmara dagirkerên ku di encama çalakiyê de birîndar bûne, nehat zelal kirin.”

Ji bo çalakiya ku di heman rojê hatiye lidar xistin jî ev tişt hate ragihandin, “Milîsên me di şeva 22’yê Îlonê de, li taxa Kişla ya Geverê li dijî sîstema mobeseyê ya dagirkeran çalakî lidar xist. Di encama çalakiyê de sîstema mobese ya dagirkeran hate îmha kirin.”

Milîsên MAK’ê gotin, “Em weke milîsên azadiya gelê Kurdistanê, careke din dubare dibêjin; em ê rê nedin dagirkeran. Divê dewleta Tirk a faşîst a ku bi awayekî herî qirêj û bêexlaq êrîşê gelê me û Rêber Apo dike, vê yekê bizane; li her qada ku em lê ne, wê çalakiya me li dijî dagirker û hevkarên wê berdewam bikin. Roj ew roj e ku li dijî rejîma şerê taybet bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin û bigihêjin azadiyê ye."