BI DÎMEN

Li Mexmûrê tûrnûvaya satrancê bi dawî bû

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê tûrnûvaya ku di 7’ê Îlonê de bi pêşengiya TJCM û TCM’ê hatibû destpêkirin bi dawî bû.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê(TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) ji bo bîranîna şehîd Tolhildan Qendîl tûrnûvaya satrancê hatibû lidarxistin bi dawî bû.

Beriya ku merasîma xelatdayinê destpê bike, ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Saziya Ciwanên Mexmûrê Dewrêş Apaydin axaftinek kir.

Dewrêş di destpêka axaftina xwe de ji bo tevahî kesên ku beşdarî tûrnûvaya satrancê bûyîn serketin xwest û got: “Tûrnûva hem ji aliyê beşdaran ve hem jî ji aliyê temaşevanan ve bi awayekî baş derbas bû. Em jî weke Meclîsa Ciwanan serketinê ji bo hemû hevalan dixwazin.”

Kesên ku di tûrnûvaya satrancê de pile girtibûn ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Mexmûrê ve hatin xelat kirin.

Dilawer Mele Elî Sipêrtî di tûrnûvayê de bû yekemîn. Dilawer têkildarî tûrnûvaya santrancê axivî û anî ziman ku me demek xweş derbas kir û wiha peyîvî: “Me di vê tûrnûvayê de gelek hevalên nû naskirin û em ji bo vê tûrnûvayê sipasiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê dikim. Û serketina vê tûrnûvayê diyarî Şehîd Tolhildan Qendîl dikim.”