Alî Ekber Orûç jiyana xwe ji dest da

Alî Ekber Orûç ê ku di sala 2014'an de ji girtîgehê derket, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Alî Ekber Orûç (55) ê ku di sala 1993’yan de li navçeya Hezex a Şirnexê hatibû girtin û di sala 2014'an de ji ber giranbûna nexweşiyên xwe hatibû berdan jiyana xwe ji dest da. Orûç ê ku 21 sal di girtîgehê de ma, 10 sal in di nav nivînan de bû.

Orûç li nexweşxaneya taybet a ku demeke dirêj lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Piştî ku wecîbeyên olî yên li Goristana Yenîkoyê ya Amedê, cenazeyê Orûç ji bo veşartinê şandin taxa Mezrik a navçeya Xana Axparê.

Orûç di sala 1993’yan de li navçeya Hezex a Şirnexê hat binçavkirin, bi hinceta "Xerakirina yekîtî û yekîpariya dewletê" hat girtin, cezayê muebetê lê hat birîn.

Orûç li girtîgehên Amed, Erzirom, Sîncan û herî dawî sigûnî Ûmraniyeyê hatibû kirin. Li girtîgehê bi nexweşiya Huntîngton (mejî) ket. Orûç di lîsteya girtiyên nexweş ên giran ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digirt, li gel raporên ku ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve hatibû gotin "nikare li girtîgehê bimîne" jî demeke dirêj nehat berdan. Orûç di sala 2014'an dedema ku nema karîbû rabe ser xwe û di nava nivînan de bû hat berdan.