BI DÎMEN

‘Pêvajoya serjimêriyê ji bo Kurdan pir girîng û hestyar e’

Doktor Hesen Şêxanî got: “Divê daxwaz û mercên Kurdan bên bicihanîn. Eger Kurd beşdarî pêvajoya serjimêriyê nebin, wê demê serjimêrî nikare bê lidarxistin.”

Ev 27 sal in ku serjimêriya giştî li Iraqê nehatiye lidarxistin. Ji ber vê yekê ew serjimêriya ku biryar e îsal di 20 û 21’ê Mijdarê de bê birêvebirin, ji her aliyî ve xwedî girîngiyeke mezin e.

Serjimêriya herî dawî hikûmeta berê ya Iraqê di sala 1997'an de çêkir. Li gorî amarên Wezareta Plansaziyê ya Hikûmeta Iraqê, hejmara nifûsa Iraqê di dawiya sala 2023'yan de gihîştiye 43 milyon û 324 hezar kesan. Tê texmînkirin ku hejmara nifûsa Iraqê dê di dema serjimêriya giştî de bigihîje 44 milyon û 500 hezar kesî.

Siyasetmedar û şîrovekarê siyasî û mamosteyê peymangeha hiqûqê Doktor Hesen Şêxanî di hevpeyvîneke taybet a dayî ANF’ê de behsa serjimêriya giştî ya li Iraqê kir. Hesen Şêxanî diyar kir ku serjimêriya giştî pêvajoyeke pir girîng û hestyar e ji bo her welat, netewe û statuyeke siyasî.

‘PÊVAJOYEKE PIR GIRÎNG Û HESTYAR LI PÊŞIYA ME KURDAN E’

Doktor Hesen Şêxanî têkildarî pêvajoya serjimêriya giştî ya li Iraqê ji ANF’ê re axivî û got: “Em Kurd du mehên din ber bi pêvajoyeke pir girîng û hestyar ve diçin, ew jî pêvajoya serjimêriya giştî ye li Iraqê ye ku 27 sal in nehatiye lidarxistin. Serjimêriya ku herî dawî hatibû lidarxistin di sala 1997’an de bû ku ji ber wan pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rejîma berê ya Baasê de Herêma Kurdistanê beşdar nebûbû.”

‘GELEK EREBÊN KOÇBER ANÎNE BAJARÊ KERKÛKÊ’

Hesen Şêxanî her wiha di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Niha em ber bi pêvajoya serjimêriya giştî ve diçin. Ji ber vê yekê divê em Kurd û serkirdayetiya Kurd li başûrê Kurdistanê amadekariyê jê re bikin. Ji ber ku gelek Erebên koçber anîne bajarê Kerkûkê, her wiha gelek Kurdên resen ên vî bajarî çûne bajarên Silêmanî û Hewlêrê û li wir bi cih bûne. Ev jî astengiyek e li ber lidarxistina serjimêriyê li Herêmên Kurdistanî yên Veqetandî.”

‘DIVÊ MIJARA EREBÊN KOÇBER BÊ ÇARESERKIRIN’

Hesen Şêxan amaje bi mijara Erebên koçber kir û got: “Divê serkirdayetiya Kurd ji bo vê yekê xebatê bike ku di biryara serjimêriyê de bendek hebe û taybet be ji bo madeya 140 û li ser Erebên koçber ên Kerkûkê û herêmên din ên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê be. Her wiha bê zelalkirin ka ew Erebên koçber ên ku hatine Kerkûkê û nasnameyên wan ne Kerkûkî ye, dê li ser parêzgeha Kerkûkê bên hesibandin yan na. Di rewşa niha de parêzgarê Kerkûkê Kurd e û encûmena parêzgehê dest bi xebatê kiriye, divê ji niha û pê ve kar ji bo serjimêriyê û çawaniya birêveçûna pêvajoyê bê kirin.”

‘EGER HERÊMA KURDISTANÊ BEŞDAR NEBE, WÊ DEMÊ SERJIMÊRÎ NAYÊ LIDARXISTIN’

Doktor Hesen Şêxanî di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Tiştê herî girîng di rewşa niha de ew e ku divê serkirdayetiya Kurd ji bo forma serjimêriyê xwendinê bike ku ji 70 pirsan pêk tê. Di rewşa niha de komîteyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê dê çavdêriya vê pêvajoyê bike. Divê daxwaz û mercên Kurdan bên bicihanîn da ku Iraq bikare serjimêriya giştî lidar bixe. Eger Kurd beşdarî pêvajoya serjimêriyê nebin, wê demê ew pêvajo nikare bê lidarxistin.”