Li Şengalê çalakiya xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan hat destpêkirin

Li Şengalê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ çalakiya xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin.

Sazî û rêxistinên girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê bi dirûşmeya, “Rêber Apo li Şengalê ye” dest bi xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Xwendin wê hefteyekî dewam bike û her car wê li navçeyeke Şengalê li meclîseke gel wê were xwendin. Roja yek ya çalakiya xwendina pirtûkan li meclîsa giştî ya Xanesorê ya girêdayî Şengalê destpê kir.

Piştî xwendina perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nîqaş hatin meşandin. Di nîqaşan de tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat bibîr xistin û soz hat dayîn ku heya şikandina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê civaka Êzidî bêdeng nemîne.