Hêzên Îranê êrîş birin ser kolberan: 2 kes birîndar bûn
Hêzên dewleta Îranê li herêma Newsudê ya li Rojhilatê Kurdistanê careke din êrîş birin ser kolberan. Di encamê de 2 kolber birîndar bûn.
Hêzên dewleta Îranê li herêma Newsudê ya li Rojhilatê Kurdistanê careke din êrîş birin ser kolberan. Di encamê de 2 kolber birîndar bûn.
Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê 23'ê Îlonê li Newsudê hêzên Îranê êrîş birin ser komek ji kolberan.
Di encamê de kolber Kemal Mehmûdî (40) û Şukrulla (24) ên ji bajarê Bokanê birîndar bûn û rakirin nexweşxaneya bajêr a Bane.