‘Barzanî 20 hezar Sûriyeyî di nava hêzên PDK’ê de bi cih kir’

Endamê YNK’ê Mehmûd Xoşnaw ragihand Mesrur Barzanî 20 hezar welatiyên Sûriyeyî di nav hêzên Zêrevan ya ser bi PDK’ê de bi cih kiriye.

Endamê Yekitiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mehmûd Xoşnaw ji medya Iraqê re ragihand ku Serokê hikûmeta demborî ya Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrur Barzanî, 20 hezar welatiyên Sûriyeyî di nav hêzên Zêrevan û hêzên din ên girêdayî PDK’ê de bi cih kirine.

Mehmûd Xoşnaw got: “Ev tayînkirin bi mûçeyên mezin hatine pêkanîn ku ev yek bû sedema nerazîbûnên hikûmeta Bexdayê. Dema şandeya Encûmena Aborî ya Iraqê hat Herêma Kurdistanê, ji ber ku hikûmeta navendî mûçeyê van kesan rawestandibû, hikûmeta Herêma Kurdistanê navên lîsteyan guhertin. Hikûmeta Herêmê li şûna navên Sûriyeyî, navên welatiyên Iraqê bi nav dike da ku mûçeyê hêzên wan neyên rawestandin.”

Têkildarî nerazîbûna hikûmeta Bexdayê jî Xoşnaw wiha anî ziman: “Sedema sereke ya nerazîbûna hikûmeta Iraqê ew bû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir ku lîsteya navên hêzên xwe ji hikûmeta navendî re bişîne. Her wiha ev mijar bû sedema gengeşeya siyasî û darayî di navbera Bexda û Hewlêrê de. Ji ber ku di warê dabeşkirina neft û dahatên sînorî de peywendiya her du aliyan tevilhev e. Dibe ku ev dosya rê li ber lêkolîna zêde ya polîtîkayên kar û lêçûnê li herêmê veke. Her wiha divê zextên li ser hikûmeta Mesrûr Barzanî zêdetir bikin da ku di lîsta nav û karmendan de zelaltir bike.”