Cizîra Botan li dijî qirkirina çandê banga mezinkirina têkoşînê kir

Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil diyar kir ku êrîşa li dijî saziyên zimanê Kurdî parçeyek ji tecrîda li Îmraliyê ye û banga mezinkirina têkoşînê kir.

ÊRÎŞA LI SER SAZIYÊN ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ

Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek têkildarî êrîşên danê sibehê yên li ser saziyên zimanê Kurdî û binçavkirina mamosteyên zimanê Kurdî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li ber avahiyên komeleyê daxuyanî da. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên bajar û navçeyan, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em zext û êrîşên li ser saziyên zimanê Kurdî şermezar dikin" û dovîzên ”Zimanê me hebûna me ye", "Bê ziman jiyan nabe" û “Zimanê azad jiyana azad e" hatin vekirin.

Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil bertek nîşanî êrîşên li ser saziyên zimanê Kurdî û Pitûkxaneya Payîzê da û diyar kir ku ew baş dizanin ku ev êrîş li dijî ziman, çand, nasname û nirxên Kurdî ne. Akil anî ziman ku ev êrîş parçeyek ji polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: "Em bang dikin ku hemû hevalên me yên ji hêla hêzên desthilatê ve hatine binçavkirin serbest berdin. Li şûna êrîşan, rê li ber statu û perwerdeya zimanê Kurdî vekin. Banga me ji gelê me, rewşenbîr û saziyên demokratîk re ew e ku li dijî êrîşên ser zimanê Kurdî li her qadê têkoşînê bilind bikin. Ev êrîş parçeyek tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandine. Ji bo dawî li tecrîdê were li her qadê têkoşînê mezin bikin."

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku êrîşên li dijî zimanê Kurdî dewam dikin û got: "Di dîroka mirovahiyê de tu hêzê nekarî bi êrîşan ziman û çanda gelên din tune bike. Em ê heta dawî li dijî van êrîşan têkoşîna xwe bidomînin. Gelê Kurd bi xwedîderketina li ziman, çand û saziyên xwe wê van êrîşan vala derxe."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên "Zext nikarin me bêzar bikin”, "Bê ziman jiyan nabe" û "Zimanê me hebûna me ye" bi dawî bû.