Sûltan Yaray: Heta ku tecrîd bi dawî nebe zext û êrîş wê dewam bikin

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray işaret bi xweranegirtina dewletê ya li çand û zimanê Kurd kir û destnîşan kir ku zextên têne kirin ji tecrîda li Îmraliyê ne cuda ne.

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Sibeha Sêşemê serdegirtin li Amedê li Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Kooperatîfa Perwerdeya Huner û Ziman a Anka hate kirin. Polîsan di heman demê de avêtin ser gelek malan û 25 kes binçav kirin. Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray zext û êrîşên li ser çand û zimanê Kurd nirxand.

XWERANEGIRTINA LI ZIMANÊ KURDÎ

Sûltan Yaray anî ziman ku MED-DER'ê dest bi kursên dema nû kir û got, "Doh serlêdana vê hatibû kirin, qeyd heta 25'ê Îlonê hatibû dirêjkirin. Serlêdan gelek bûn û bi serdegirtinê re eşkere bû ku nikarin xwe li zimanê Kurdî rabigirin. Firsendê nadin ku zimanê Kurdî bi pêş bikeve. Ev yek nîşaneya dijminatiya wan a li zimanê Kurdî ye. 100 sal in li ser Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê tê meşandin, lê belê van çend mehênd awî zext û êrîş zêde bûn. Bi binçavkirin, girtin û serdegirtinan hewl didin zextê bikin. Daxistina tabelayên bi Kurdî, jêbirina nivîsên li ser rê yên bi Kurdî, rakirina peykerên nivîskarên Kurd û operasyona li dijî MED-DER'ê ji hev cuda nînin."

EM Ê XWEDÎ LI ZIMAN Û NASNAMEYA XWE DERKEVIN

Sûltan Yaray diyar kir ku li hemberî çand û zimanê Kurd beriya niha bi dehan caran êrîş hatin kirin ûg ot, "Berê jî KURDÎ-DER hebû û 36 baskên KURDÎ-DER'ê hebûn. Li hemberî van 36 baskan bi carekê êrîş hate kirin, hemû hatin girtin. Li gel vê yekê jî paşve gav nehate avêtin û aktîvîstên ziman ji bo belavkirin û mezinkirina zimanên Kurd bi têkoşînê MED-DER ava kirin. Lê belê MED-DER ji roja ava bûye û vir ve li zext û êrîşan rast tê. Bi taybetî zext li mamosteyan tê kirin. Li gel vê yekê jî ti carî dest ji têkoşîna ji bo Kurdî bernedan. Wê dest jê bernedin. Têkoşîna hevalên me wê dewam bike. Zext û êrîş çiqasî zêde bibin jî Kurd wê ti carî dest ji ziman, nasname û çanda xwe bernedin. Sûc e ku gelek bi zorê, bi zextê ji ziman û çanda xwe bê dûrxistin. Li dijî Kurdan sûcê polîtîkayên tinekirin û asîmîlasyonê tê meşandin. Em vê yekê qebûl nakin."

Sûltan Yaray got, "Di serdegirtinê de ne tenê hevalên me hatin binçavkirin. Di heman demê de pirtûk û kovarên Kurdî jî hatin desteserkirin. Li gel ku ne qedexe ne bi rengekî kêfî pirtûk hatin komkirin. Romanên Kurdî, pirtûkên helbestan ên bi Kurdî, kovarên Kurdî hatin desteserkirin. Em vê yekê ti carî qebûl nakin. Li hemberî vê yekê çi pêwîst be em ê bikin. Em ê xwedî li ziman, çand û nasnameya xwe derkevin. Li Tirkiyeyê bi dehan ziman hatin asîmîlekirin û windakirin, bi dehan çand û civakên bi vî rengî hene. Lê belê Kurdan ti carî ev yek qebûl nekirin û li ber rabûn."

HETA KU TECRÎD BI DAWÎ NEBE WÊ ÊRÎŞ DEWAM BIKIN

Sûltan Yaray ragihand ku bi gotinên îtirafkar Umît Akbiyik binçavkirin hate kirin û diyar kir ku Akbiyik amûreke û dewlet tenê weke bahaneyekê bi kar tîne. SûltaN yaray destnîşan kir ku sedema van zextan hemûyan tecrîd e û got, "Encamên tecrîdê ne. Heta ku tecrîd bi dawî nebe êrîşên li ser ziman û nasnameya me jî wê dewam bikin. Beriya her tiştî divê tecrîd bi dawî bibe û deriyên Îmraliyê bêne vekirin. Tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan polîtîkayên şer ên li dijî gelê Kurd xurt dike. Ji ber vê yekê divê em li her derê li ber tecrîdê rabin. Divê em xwedî li ziman, nasname, çand û dîroka xwe derkevin."