BI DÎMEN

Nasnameya 2 gerîlayên şehîd hate eşkerekirin

HPG'ê got, "Hevrêyên me Zerdeşt Sûrûç û Rêbaz Bagok heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya gelê me weke lehegan xebitîn, şer kirin û şehîd bûn."

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:  

"Hevrêyên me Zerdeşt Sûrûç û Rêbaz Bagok 30'ê Tebaxa 2024'an li herêma Bagokê ya Mêrdînê li dijî artêşa Tirk a dagirker ketin şer. Artêşa Tirk a tirsonek ku newêrî li hemberî gerîlayên azadiyê yên fedaî şer bike, qada ku hevrêyên me lê bûn bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê gelek caran bombe kir. Di encama bombardûmana giran de gerîlayên fedaî yên Apoyî hevrêyên me Zerdeşt û Rêbaz şehîd bûn.  

Hevrêyên me Zerdeşt û Rêbaz ku ji Riha û Mêrdînê rabûn û ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me xwedî heman hişmendî, bawerî û ruhê fedaî yê Apoyî bûn, mil dan hev û têkoşiyan. Ji bo gelê me ji zexta qirkirinê rizgar bikin û azadiyê misoger bikin, li her devera Kurdistanê berpirsyariya ku diket ser milê xwe bêteredût bi cih anîn. Bi dilsozî, bawerî, îrade û wêrekiyeke mezin li dijî dijminê mêtinger dagirker şer kirin. Derbasî Bakurê Kurdistanê bûn, ala têkoşînê li gel zor û zehmetiyan li Mêrdînê bilind kirin û weke şoreşgerên mînak ên demê derbasî nava dîroka têkoşîna me bûn. Ev hevrêyên me yên fedaî û leheng ku ti carî serî li ber dijmin netewandin, ji bo azadiya gelê me heta nefesa xwe ya dawî weke lehengan xebitîn, şer kirin û şehîd bûn. Hevrêyên me Zerdetş û Rêbaz bêfikar bi her awayî xwe dan têkoşînê. Em jî soz didin ku em ê bêteredût li ser rêya wan a têkoşînê bimeşin, armancên wan bi ser bixînin û bi vî rengî wan bibîr bînin.  

Bila serê malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, xelkê Riha û Mêrdînê û gelê Kurd hemûyan sax be.  

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Zerdeşt Sûrûç 
Nav paşnav: Adem Ozkan 
Cihê jidayikbûnê: Riha 
Dayik-Bav: Yazi-Hasan 
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Tebaxa 2024 / Mêrdîn  

Nasnav: Rêbaz Bagok 
Nav paşnav: Selman Dagdelen 
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn 
Dayik-Bav: Hayriye-Hasan 
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Tebaxa 2024 / Mêrdîn  

ZERDEŞT SÛRÛÇ

Bajarê qedîm ê Bakurê Kurdistanê Riha gelek pêxember, zana û şoreşger afirand û tevlî dîroka mirovahiyê kir. Ev cografya qedîm ku kesayetên şoreşger ên mezin ji nava xwe rakir û bi hezaran ewladên xwe tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir, kesayetên welê afirand ku rêveçûna dîrokê guherand. Hevrêyê me Zerdeşt li navçeya Pirsûsê ya vî bajarê pîroz Rihayê ji dayik bû. Di demekê de ku şerê giran ê li Kurdistanê bandor li her qadê dikir û zilma dewleta Tirk a dagirker giran bû, hevrêyê me diçû dibistanên sîstemê û hîn di salên dibistana seretayî de li hemberî kiryarên dewletê bi hêrs bû. Di temenê biçûk de kiryarên dewletê di mejiyê de xwe bi cih kir û li hemberî her cûre kiryarên dewletê bû xwedî ruhekî asî. Li dibistanên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk ku kesayeteke faşîst a yek tîpî ferz dikin, di mijara zimanê dayikê de bû xwedî nakokî. Hevrêyê me haya xwe ji polîtîkayên dewleta dagirker hebû ku gelekî tine dihesiband, ji cewhera wê dûr dixist û hewl dida asîmîle bike. Lewma helwesteke berxwedêr nîşan da. Hevrêyê me weke ferdekî malbateke kedkar ji bo piştgiriyê bi malbata xwe re bike kete nava hewldanan. Bi pîrozmendiya kedê zanîbû û ev yek ji xwe re kir karakter. Li derdora xwe bû yekî welê ku dihate hezkirin û hurmet jê re dihate nîşandan. Bi kesayetiya xwe ya têgihiştî û sade giraniya gotina wî li derdorê hebû. Di temenê xwe yê ciwantiyê de ji bo bersivê ji legerîn û nakokiyên xwe re bibîne, ji bo karibe tevgera me ji nez ve nas bike, lêgerînên xwe zêde kir. Di salên lîseyê de rastiya dijmin hîn bêhtir nas kir û kete bin bandora pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li Bakurê Kurdistanê. ji ber lehengî û şehadetan ji aliyê wijdanî ve kete nava lêpirsîneke kûr. Piştî ku rejîma faşîst a AKP-MHP'ê li Parîsê yek ji damezrînerên partiya me Sakîne Cansiz, Rojbîn û Ronahî her wiha li Roboskî jî 34 mirovên me yên sivîl qetil kir, hevrêyê me Zerdeşt gihîşt wê baweriyê ku divê li hemberî vê zilma namerd bersiveke şênber bide. Zanîbû ku yekane cihê ku bersivê bide vê zilmê û neheqiyê refên têkoşîna azadiyê ye, lewma jî lêgerînên xwe yên ji bo tevlîbûnê zêde kir.

 

Hevrêyê me Zerdeşt di sala 2013'an de ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû, ji bo perwerdeya şervanên nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Ji dilsozî û têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla hêz wergirt û bi vî rengî tevlî nava perwerdeya şervanên nû bû. Li qada perwerdeyê bi daxwaza xwe ya hînbûnê, bi baldarî û tevlîbûna xwe ya bi moral bû şervanekî mînak û bala hevrêyên xwe kişand. Hevrêyê me bi saya dersên leşkerî û îdeolojîk ên wergirtî kete nava kûrbûnan û bi saya taybetmendiya xwe ya ku li her tiştî dipirsî û meraq dikir, di demeke kurt de bi pêş ket. Hevrêyê me di dersên îdeolojîk de ji bo karibe felsefeya Rêberê me fêhm bike û bi qasî fêhm bike bixe meriyetê, her kêliya xwe bi xwendina materyalên partiyê derbas kir. Hevrêyê me ji aliyê îdeolojîk ve bû xwedî danheviyekê û ji xwe re kir armanc ku di taktîkên gerîla de şareza bibe. Beşdarî nava perwerdeya pisporiyê bû, bi pêş ket û perwerde bi rengekî serketî qedand. Hevrêyê me li Herêmên Parastinê yên Medyayê bû xwedî tecrûbeya destpêkê ya pratîkî û pîvanên gerîlatiyê pejirand. Di her karî de sûd ji tecrûbeya hevrêyên xwe wergirt û xwest bibe gerîlayekî şareza. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral û coş a li jiyanê, wezîfeyên herî zehmet jî bi hêsanî bi cih anî. Hevrêyê me Zerdeşt li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li gelek qadan têkoşiya, bû misogeriya hebûna gelê me, di çalakiyan de jî bi wêrekî û fedakariya xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Hevrêyê me di şerê giran de birîndar bû, piştî demeke kurt tedawiya xwe temam kir û tevlî pêngavên şoreşgerî bû, berpirsyarî û wezîfeyên xwe yên ji bo gelê me bi cih anî. Hevrêyê me piştî ku wezîfeyên xwe yên têkoşînê yên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bi serketî bi cih anî vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, têkoşîna xwe bi biryardariyeke mezin dewam kir û tevlî karên girîng bû. Hevrêyê me li ser xeta fedaîtiyê bi biryardarî meşiya û dema bi wezîfeyekê radibû ji sînor derbas bû, hingî li hemberî dijmin şer kir. Ji ber ku qebûl nekir ku bi saxî bikeve destê dijmin û xwest bi fîşeka xwe ber bi şehadetê bimeşe. Li gel vê yekê jî bi birîndarî dîl kete destê dijmin. Hevrêyê me di dema dîlgirtinê de kete nava kûrbûnan, li gel zextên dijmin jî tawîz ji sekna xwe ya şoreşgerî neda. Hevrêyê me xeta berxwedanê ya partiya me PKK'ê ji xwe re kir esas, piştî ku pêvajoya dîlgirtinê bi serketî derbas kir, careke din tevlî nava refên têkoşînê bû. Li gelek herêmên Kurdistanê têkoşiya, li her karê ku kir tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe kir. Hevrêyê me ku bi hevrêyên şehîd re dilsoz bû, hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran xurt kir, li ser taktîk û wezîfeyên demê bi berfirehî xwe kûr kir.

Hevrêyê me Zerdeşt ku dixwest li dijî operasyonên dagirkeriyê ên dewleta Tirk a dagirker ku li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin cihê xwe bigire, pêşî hewil da di taktîkên gerîla yên serdema nû de xwe bi pêş bixe. Li ser vê bingehê hevrêyê me ku tevlî dewreya perwerdeyê ya li akademiyê bû, biryardariya xwe û têkoşînê mezin kir û ji bo derbasî Bakurê Kurdistanê bibe bi israr pêşniyarên xwe kir. Hevrêyê me ku pêvajoya perwerdeyê bi serketî qedand, weke gerîlayekî profesyonel ku di îdeolojiyê de zelal bû, tecrûbeyeke dewlemend a leşkerî bi dest xist û di şêwayê serdemê de kûr bûye berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Di ferqa girîngiya Bakurê Kurdistanê ji bo têkoşîna me de bû û ji ber vê bi cidiyet û hesasiyeteke mezin nêzî erkên xwe bû. Tevî şert û mercên zehmet ên Bakur jî, li eyaleta Mêrdînê bi fedekariyeke mezin di nava şert û mercên herî nepêkan de jî têkoşiya û hewl da bibe hêza çareseriyê. Hevrêyê me Zerdeşt ku bi salan li qadên cuda gerîlatî kir û bi mîsyona xwe ya dîrokî zane, di her kêliya jiyana xwe de bi tevlîbûna xwe ya derwêşanî û dilnizm bûye milîtanekî fedayî yê mînak ê Apoyî. Hevrêyê me ku li her qada Kurdistanê wezîfeyên xwe bi cih anî, weke gerîlayekî pispor ku hemû hewldanên dijmin têk bir û hewl da taktîkên serdemê bi cih bîne, mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê xist.

Hevrêyê me Zerdeşt ê ku di 30’yê Tebaxa 2024’an li herêma Bagokê ya Mêrdînê di encama êrîşa dijmin de şehîd bû, di lêgerîna xwe ya heqîqetê de kêliyekê jî dudilî nebû û heta nefesa xwe ya dawî bi nirxên azadiyê ve girêdayî bû. Em soz didin ku, em ê têkoşîna ku hevrêyê me Zerdeşt dewrî me kiriye bi serketinê tacîdar bikin û li ber bîranîna hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

RÊBAZ BAGOK

Hevrêyê me Rêbaz li Nisêbîna ku bi berxwedanî û serhildanên xwe bûye sembola vejîna gelê me, di nava malbateke welatparêz û girêdayî nirxên Kurdayetiyê de ji dayîk dibe.  Ji ber van taybetmendiyên malbata xwe û Nisêbîna ku lê mezin dibe, têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengtiya partiya me PKK’ê tê birêvebirin, ji nêz ve nas dike.  Hevrêyê me Rêbaz yê ku bi çandeke welatparêz û şoreşger mezin dibe,  eleqeyeke mezin nîşanî gerîlayên ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker ya zilmê li gelê me dike, bûye hêza pêşeng a têkoşînê.  Hevrêyê me tevlîbûnê ji xwe re dike armanca sereke û vê xeyala xwe di dilê xwe de mezin dike. Hevrêyê me Rêbaz yê ku neçar dimîne demekê diçe dibistanên dewleta Tirk, vê pêvajoyê weke pêvajoya valaderbasbûyî ya jiyana xwe pênase dike.  Ji ber ku hevrêyê me ferq dike ku  di van dibistana de ku her yek navendên bişaftin û qirkirinê ne, xwenaskirinê wêtedir, bîyanîbûna li hemberî nirxan û dûrketina cewherê tê armanckirin.  Ji ber vê yekê jî tu caran xwe aîdî van saziyên bişaftin û jiyana ku li wir dihat empozekirin hîs nekir.  Hevrêyê me Rêbaz weke hemû ciwanên Kurd bi demê re rastiya dijmin zêdetie nas dike û girêdayî hestên berpirsiyariyê gihaşt wê baweriyê ku divê teqez li dijî vê rastiya dijmin têbikoşe. Bi taybetî jî êrîşên dijmin ên li ser gelê me û sînornasnekirina dijmin a di zext û êşkenceyê de ji bo hevrêyê me bû egereke girîng a lêpirsînê.  Rewşa zordestiya dijmin a li ser Kurdistana ku gelê me bi hezaran salan e lê dijî, ji bo hevrêyê me Rêbaz rewşeke wisa ye ku ew tu caran vê yekê qebûl neke.  Bi hişmendiya ku divê teqez li hemberî vê yekê tiştekî bike, di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih girt.  Lê belê ji ber ku van xebatan têra armanca ku hevrêyê me dixwest bigihîjê nedikir, tim di nava lêgerîna qadên ku zêdetir lê têbikoşe de bû. Bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava, zêdebûna êrîşên li dijî destkeftiyên gelê me û zêdebûna talûkeya qirkirina fîzîkî ya li dijî gelê me bûn sedem ku hevrêyê me Rêbaz lêgerînên xwe kûrtir bike.  Bi taybetî jî ji ruhê fedaî yê di kêliyên Berxwedaniya Kobanê de derketin holê û helwesta gelê me ya seferberiyê gelekî bandor li hevrêyê me kirin. Pêkanîna yekîtiya gelê ma ya bi serhildana gelê me yê li her çar perçeyên Kurdistanê  û seferberbûna ji bo Kobanê ji bo hevrêyê me dibe egera biryardayînê.  Hevrêyê me yê ku di sala 2014’an de biryarê digire ku têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê berdewam bike, bi vî awayî şensê hevdîtina bi gerîlayan re ku gelekî xeyala wê yekê dikir, bi dest xist.

Hevrêyê me Rêbaz ku li herêma Zapê tevlî perwerdeya şervanên nû dibe, di vê pêvajoyê de gelekî ji têkiliyên hevrêtiyê yên PKK’ê bandor dibe.  Ji ber endambûna koma hevrêyên ku xwe naspêrê tu berjewendiyan û bes azadiya gelê me hedef dike, xwe gelekî bişens hîs dike.  Di heman demê de bi hişmendiya ku divê di kesayetiya xwe de nûnertiya nirxên ku vê hevrêtiyê ava dike re bi dil û can tevlî perwerdeyan dibe.  Hevrêyê me her rojeke xwe ya di nava gerîlayan de  gelekî pîroz dibîne û ji bo dayîna mafê vê jiyana piroz ku lê azadî û wekhevî tê jiyîn, bi hemû hêza xwe tevlî têkoşînê dibe. Bi perwerdeyên distîne, vedigere cewhera xwe û derfetê bi dest dixe ku bi awayekî berfireh dîrok û erdnigariya gelê me û zîhniyeta azadiyê fêr bibe.  Hevrêyê me Rêbaz yê ku bi awayekî serkeftî perwerdeya xwe temam dike, dîsa li heman herêmê tevlî xebatên pratîkê dibe.  Bi saya tevlîbûna xwe ya bicoş di demeke kurt de tecrûbeyên têkildarî gerîlatiyê bi dest dixe û roj bi roj ji bo ku xwe zêdetir pêş bixe, kedeke mezin nîşan dide.  Piştî sala 2015’an ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê me û tevgera me êrîşên qirkirinê dide destpêkirin, dibe xwedî tevlîbûnake çalaktir û lêgerînên xwe yên dijderketina dijmin zêdetir dike. Hevrêyê me Rêbaz yê ku dawiyê derfeta pêkanîna çalakiya li dijî dijmin û tolhilanîna gelê me bi dest dixe, bi xwestek û coşeke mezin li nêzî vê derfetê dibe. Hevrêyê me li herêma Zapê bi tevlîbûna gelek çalakiyên ku li dijî dijmin tên pêşxistin ji êrîşên dijmin re dibe bersiv û  kêfxweşiya bicihanîna erkên xwe yên serdemî jiya. Hevrêyê me yê ku di pêvajoya şerê dijwar ê li Zapê  de derfetê bi dest dixe ku bi gelek hevrêyên xwe yên hêja re têbikoşe û şehadeta hevrêyên xwe ji xwe re dike egera mezinkirina têkoşîna xwe.  Hevrêyê me digihîje wê baweriyê ku dibêje ew dikare bes bi vî rengî ji şehîdan re layiq bibe û girêdayî vê yekê ji bo ku lêgerînên xwe kûrtir bike û xwe di taktîkên gerîlayan ên serdema nû de zêdetir pêş bixe, pêşniyar dike ku derbasî perwerdeyê bibe. Hevrêyê me Rêbaz li Zapê demeke dirêj bi awayekî serkeftî gerîlatiyê dike û piştre ji bo girtina perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî derbasî akademiyê dibe.

Hevrêyê me Rêbaz ê ku akademî û qadên perwerdehiyê cihê xwe di aliyê îdeolojîk û leşkerî de pêş xistin dibîne, li ser vê esasê lêhûrbûnên kûr jiya. Hevrêyê me ku pratîka gerîlatiya berê lêpirsîn kir û dersên pêwîst derxist, bi nûbûna ku di şêwaz û taktîkên gerîla yên serdema nû de jiyayî, bû xwedî tevlîbûnek hê bi îdîa û biryardartir. Hevrêyê me ku di ferqa girîngiya rojên dîrokî yên ji bo gelê me û Tevgera me de bû, zanî ku tevlîbûna ji rêzê ya ji bo pêvajoyên bi vî rengî yên krîtîk û dîrokî nepêkan e. Di pêvajoyek ku dewleta Tirk xwest êrîşên qirkirinê yên li hemberî gelê me bi encam bike de, weke gerîlayekî azadiyê yê Apoyî ji bo berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gelê me bi cih bîne, bi cidiyeteke mezin têkoşiya. Hevrêyê me Rêbaz ku bawer kir bi çûyîna Bakurê Kurdistanê dikare vê erk û biryardariya xwe pêk bîne, li ser vê bingehê pêşniyarên xwe pêş xistin. Hevrêyê me Rêbaz ê ku bi asta îdîa, biryardarî û tevlîbûna xwe ya fedaî baweriya hemû hevrêyên xwe bidest xist, armanca xwe pêk anî û weke gerîlayekî azadiyê vegeriya herêma Mêrdînê ku lê ji dayik bû û mezin bibû.

Hevrêyê me Rêbaz ku di ferqa pênaseya ‘pêvajoyên mezin hewceyî bi şexsiyetên mezin hene’ de bû, li ser vê bingehê diyar kir ku têkoşîna li Bakurê Kurdistanê ancax eger li ser xeta fedaîbûnê bê meşandin, dikare bi serkeve. Ji bo vê jî hevrêyê me ku xwe ji her alî ve amade kir û bi rêxistin kir, li eyaleta Mêrdînê ku lê bû, tevkarî li rêxistinbûna karên girîng kir. Hevrêyê me ku bi îdîayê ji holê rakirina jiyana koledariyê ya ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve bi salane ji gelê me rewa dibîne û avakirina jiyana azad, bi sekn, tevlîbûn û pratîka xwe ya li jiyanê bûye milîtanê vê xetê. Hevrêyê me Rêbaz ê ku bi girêdanbûna xwe ya bi armancê û pêşxistina rêbazên dewlemend di têkoşîna xwe de, hurmeta hemû hevrêyê xwe bi dest xist, bi hevrêtiya xwe ya ji dil û tevlîbûna xwe ya durust di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Têkoşîna xurt ê hevrêyê me Rêbaz ku 30’yê Tebaxa 2024’an li herêma Bagokê di encama êrîşa dijmin de tevî hevrêyê me Zerdeşt tevlî karwanê nemiran bû, wê her tim bibe meşaleyeke ku rêya me ronî bike.”