'Têkoşîna me ya li dijî qirkirina çandê wê ti carî raneweste'

Li Amedê serdegirtina polîsan a li ser saziyên ziman û çandê û binçavkirina kedkarên ziman hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Ya ku tê meşandin tam faşîzma çandî ye. Kurd bi dehan sal in têkoşîna ziman û çandê didin. Ev têkoşîn wê ti carî raneweste.”

ÊRÎŞA LI SER SAZIYÊN ZIMAN Û ÇANDÊ

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, serdegirtina li dijî Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER), pirtûkfiroşa bi navê Payîz Pirtûk û Koperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Anka ya ku perwerdehiya pirzimanî û atolyeyên hunerî organîze dike û binçavkirina 23 kesan li Qada Şêx Seîd a Amedê daxuyanî da çapemeniyê.

Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Zimanê me hebûna me ye” hat vekirin û dirûşmeyên “Zimanê me rûmeta me ye” û "Bê ziman jiyan nabe" hatin berzkirin.

Li ser navê platformê Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Şaxa Hejmar 1 a Amedê û Berdevkê Demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Faruk Ercan daxuyanî da. Ercan diyar kir ku sepanên tifaqa AKP-MHP'ê yên li dijî ziman û çanda Kurdî polîtîkaya “qirkirinê” ye. Ercan anî ziman ku ev erdnîgariya pirzimanî û pirçandî ji ber polîtîkayên înkarkirin û asîmîlasyonê yên 100 salan veguheriye "goristana çandê”.

Faruk Ercan bal kişand ser zextên li ser zimanê Kurdî û wiha got: “Kedkar û ciwanên ku bi Kurdî diaxivin li rojavayê Tirkiyeyê tên lînçkirin; hewl tê dayîn ku guhdarkirina muzîka Kurdî û gerandina govendê bi zexta darazê asteng bikin; nivîsên hişyariyê yên ku ji aliyê rêveberiyên xwecihî ve bi zimanê zikmakî yê gel hatine amadekirin, tên jêbirin û tên astengkirin. Ev hewldan wê zêdetir zirarê bide aştiya di navbera gelan. Em dibînin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi qirkirina çand û zimanê Kurdî dixwaze gelê Kurd qir bike. Ya ku tê meşandin tam faşîzma çandî ye. Kurd bi dehan sal in ji bo bi ziman û çandê têdikoşin. Ev têkoşîn wê ti carî raneweste.”

Ercan xwest kesên hatine binçavkirin serbest bên berdan û astengiyên li pêşiya karê wan bên rakirin.