Li MED-DER’ê ku mamosteyên wê hatin binçavkirin atolye hate lidarxistin

Li MED-DER’ê ya ku mamosteyên wê hatin binçavkirin, atolya zaravayê Kirmanckî yê Kurdî hate lidarxistin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku di sala 2022’yan de dabû destpêkirin de di 24’ê Îlonê de polîsên Tirk li Amedê li dijî Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER),  Payîz Pirtûk û Koperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Ankayê operasyon pêk anîbûn û 30 kes jî hatibûn binçavkirin.

Nûneren Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li MED-DER’a ku bi serdegirtin atolye li dar xistin. Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol û gelek nûnerên saziyên din beşdarî vê atolyeyê bûn. Li atolyeyê zext hatin şermezarkirin û hate xwestin ku kesên di bin çavan de bên berdan.

Li MED-DER’ê bi mijara “Qirkerdişê Ziwanî/Qirkirina Ziman” ders hate dayîn. Aktîvîsta çand û zimanî Nesrîn Şanli ya ders da, bi lêv kir ku êrîşên li dijî zimanê Kurdî û saziyên wê şermezar dikin û dest bi dersê kir. 

Şanli ya qala zextên li ser ziman û çanda Kurdî kir, wiha got: “Çi li ser nivîsên hişyariyê yên trafîkê çi li ser govendên me her tim zextek heye. Piştî nivîsên hişyariyê yên Kurdî û govendê niha jî bi binçavkirina perwerdekarên me yên dersa Kurdî didin hewl didin zextê bikin. Em careke din van polîtîkayan şermezar dikin. Bi sedan salan e li ser zimanê Kurdî polîtîkayek tê meşandin. Dema em niha jî lê dinêrin kesên ku bi Kurdî diaxivin an jî bi Kurdî stranan guhdar dikin an tên qetilkirin an jî tên girtin.”

Şanli, axaftina xwe wiha domand: “Kesên rayedar her çiqas îdia bikin ku li ser zimanê Kurdî qedexe nîne jî tîpên x,w,q û ê hêj li Tirkiyeyê qedexe ne. Ji ber ev tîp nikarin di nasnameya me de bên bikaranîn nav jî bêwate dimînin. Em ê bi axaftina zimanê xwe ji van êrîşan re bibin bersiv.”