Li Şaxê gelek dever hatin qedexekirin û operasyona leşkerî hate destpêkirin
Gelek deverên navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê dewleta Tirk ve weke ‘’herêma ewlehiya taybet’’ hatin îlankirin û operasyona leşkerî hate destpêkirin.
Gelek deverên navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê dewleta Tirk ve weke ‘’herêma ewlehiya taybet’’ hatin îlankirin û operasyona leşkerî hate destpêkirin.
Walîtiya Wanê daxuyand ku gelek deverên navçeya Şaxê ya Wanê weke "herêma ewlehiya taybet a demkî" hatiye ragihandin. Hate zanîn ku wê ev deverên ku weke "herêma ewlehiya taybet" hatine ragihandin, heta 9'ê Cotmehê ji çûnehatê re qedexekirî bin.
Hate zanîn ku piştî qedexekirina çûna û derketina ji van deveran operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.