Dersa destpêkê ya piştî serdegirtinê: Qirkirina Çandî

Saziyên çandê yên li bajêr ku piştî operasyona qirkirina siyasî MED-DER vekirin bi sernavê "Qirkirina Çandî" ders dan. Seroka KASED'ê Salîha Ayata got, "Em ê pênûsa hevalên xwe yên binçavkirî li erdê nehêlin."

QIRKIRINA ÇANDÎ

Li Amedê nûnerên saziyên çandê ji bo piştgiriya bi Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) atolyeya Kurdî lidar xistin. Li atolyeyê ku ji aliyê MA Music, KASED, Şanoya Bajêr a Amedê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve hate lidarxistin, serdegirtin û binçavkirin hate şermezarkirin.

Mijara dersa li MED-DER'ê hate dayin jî "Qirkirina Çandî" bû. Seroka KASED'ê Salîha Ayata ders da û got, "Weke ku hûn jî zanin hevalên me bi operasyonan hatin binçavkirin. Zimanê Kurdî li gel ku ne zimanê fermî ye hebûna xwe parastiye û gihîştiye vê astê. Ji bo vê jî têkoşîneke mezin hate meşandin. Otorîter her çend îdîa bikin ku qedexeyê li se zimanê Kurdî nîne jî li Tirkiyeyê tîpên 'x, w, q, ê' qedexe ne. Kurdan bi salan, ji Feqiyê Teyran heta niha zimanê xwe yê dayikê li hemberî her cûre êrîşan parastin. Em weke xebatkarên çandê, em ê pênûsa hevalên xwe yên binçavkirî li erdê nehêlin."

Salîha Ayata diyar kir ku yekane sûcê kesên hatine binçavkirin parastina zimanê Kurdî ye û xwest, tavilê bêne berdan.

Ders bi dirûşma "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.

Piştî dersê li hewşa MED-DER'ê bi navê beşdaran Koordînatorê MA Musicê Şêrko Kanîwar daxuyaniyek da. Şêrko Kanîwar got, "Em Kurd divê bi vê yekê zanibin; êrîşa doh wê ne ya dawî be, wê dewam bike. Mejiyê faşîst karê xwe dike. Heta ku 40 milyon Kurd neyên kuştin, ev ziman naqede. Zimanê Kurdî zindî ye. Devê me bigirin jî em ê di mejiyê xwe de bi zimanê xwe yê dayikê bifikirin. Dixwazin zimanê Kurdî krîmînalîze bikin. Em îro li vir in, dikarin hevalên me bigirin an jî berdin jî lê belê bila bi vê zanibin; pênûsa mamosteyên Kurdî wê li erdê nemîne. Her Kurdek weke mamosteyekî Kurdî wê li vir bixebite."