BI DÎMEN

Atabay: Bi zextên li ser saziyan zimanê Kurdî hedef tê girtin

Hevserokê Egîtîm-Senê yê Şaxa Wanê Mûrat Atabay bertek nîşanî serdegirtinên li ser saziyên ziman û çanda Kurdî da û got, "Polîtîkaya 'bi zimanê xwe nepeyivin, asîmîlasyonê qebûl bikin' li ser Kurdan tê ferzkirin û ev operasyon encama vê yekê ye.”

ZIMANÊ DAYIKÊ

Hevserokê Egîtîm-Senê yê Şaxa Wanê Mûrat Atabay diyar kir ku di nava saziyan de perwerdeya bi zimanê dayikê yê di rêziknameya wê de heye Egîtîm Sen e û anî ziman ku zimanê dayikê gelekî girîng e. Atabay da zanîn ku li welatên Ewropayê der barê perwerdeya bi zimanê dayikê de gelek mînak hene û got, "Zarokên ku bi zimanê dayikê perwerdeyê nabînin, bi her cure pirsgirêkên re rû bi rû dimînin. Ev yek di jiyana zarokên Kurdistanê ku perwerdeya zimanê dayikê nedîtine de tê dîtin. Zarok di aliyê derûnî de nikarin hest û ramanên xwe bînin ziman. Zextên li ser zarokên bi Tirkî nizanin tê meşandin de em vê yekê dibînin. Ev li pêşiya pêşketina zarokan astengiyeke mezin e. Divê Tirkiye peymana ILO  qebûl bike û polîtîkayên ku rê li ber perwerdeya bi zimanê dayikê vedike, pêş bixe.”

Atabay bi bîr xist ku “li Tirkiyeyê polîtîkayên berevajî vê tê meşandin” û wiha berdewam kir: "Em di mufredatên perwerdeyê de hewldanek taybet dibînin, xwedêgiravî bi dersa bijartî ya xapînok dersê didin, lê ji bo ku ev ders neyê bijartin her tiştî dikin. Polîtîkayên asîmîlasyonê ji dibistanan dest pê dikin û li hemû qadên jiyanê belav dikin. Polîtîkayên asîmîlasyonê zêdetir li ser ziman û saziyên Kurdî tên meşandin. Em dikarin polîtîkayên li ser ziman di vê çarçoveyê de binirxînin. Polîtîkaya 'bi zimanê xwe nepeyivin, asîmîlasyonê qebûl bikin' li ser Kurdan tê ferzkirin û ev operasyon encama vê yekê ye. Em dixwazin zextên li ser saziyên zimanê Kurdî bi dawî bibin. Pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê ne bi zextan bi destûreke bingehîn a nû çareser dibe.”