Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Zerdeşt Suruç hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Zerdeşt Suruç yê 1’ê Îlonê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li Bagokê de şehîd bûbû, li gundê Zoncik yê Pirsûsê hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Zerdeşt Suruç (Adem Ozkan) yê 1’ê Îlonê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Çiyayê Bagokê şehîd bûbû, li gundê Zoncik ê Pirsûsê hat veşartin.

Piştî hevgirtina DNA’yê malbata gerîla Zerdeşt Suruç cenaze ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê wergirt. Cenaze anîn gundê Zoncik ê Pirsûsê ku malbata şehîd lê dijî.

Berî ku cenaze bigihêje gund, gund ji aliyê bi sedan leşkerên Tirk ve hat dorpêçkirin. Li gel hewldana astengkirinê jî gelek kes ketin qada ku goristan lê ye. Leşkerên Tirk ên ku di dema veşartinê de tenê destûr dan 6 ferdên malbatê bikevin goristanê. Leşkerên Tirk gefa ku girse ji goristanê durnekeve wê cenaze birevînin li malbatê xwar. Her wiha leşkerên Tirk nehişt ku wecibeyên olî bên kirin.

Cenaze di bin dorpêçê de hat veşartin. Girseya gel a li derdora goristanê kom bû, piştre çû serdana mala malbata şehîd Zerdeşt Suruç a li navenda Pirsûsê. Malbat sersaxiyê li malê qebûl dike.