Şivanê ku leşkerên Tirk gef lê xwaribûn hat qetilkirin

Omer Deniz ê ku li gundê Cewekûmbet ê navçeya Bazîdê şivantî dikir, li nêzî nuqteya leşkeran bi awayekî qetilkirî hat dîtin.

Omer Deniz (33) ku li gundê Cewekûmbet ê li ser sînorê Îranê yê navçeya Bazîd a Agriyê şivantiyê dike, duh li nêzî qereqola artêşa Tirk bi awayekî qetikirî hat dîtin.

Piştî pezê ku Denîz şivantiya wan dikir tenê vegeriyan gund, gundî dest bi lêgerîna wî kirin. Denîz di encama lêgerîna gundiyan de 200 metre dûrî nuqteya kontrolê, bi awayekî derb li serê wî ketiye hat dîtin.

GEFA SÎXURTIYÊ LÊ DIXWARIN

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Denîz ji ber ku cil û bergên herêmî li xwe dikir timî ji aliyê leşkerên Tirk ve dihat hişyarkirin û gelek caran gefa sîxurtiyê lê hatiye xwarin.

Cenazeyê Denîz ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî (ATK) a Agiriyê.