Malbatên Şehîdan ên Mexmûrê: Li dijî dagirkerî û êrişan em bi gerîlayên azadiyê re ne

Malbatên Şehîdan yên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştgirî dan gerîlayan û gotin, “Em ê heta dawî li ser rêça zarokên xwe têkoşînê bilind bikin.”

Malbatên Şehîdan yên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya bi gerîlayên têkoşîna azadiyê re dan diyar kirin. Daxuyanî bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endamê Saziya Malbatê Şehîdan Murad Roboskî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: ““Em di demekî pir stratejîk re derbas dibin. Şerê man û ne manê li ser Kurd û Kurdistanê tê meşandin. Di nava vî şerê qirkirinê de tevahî hêzên hegemonîk, netew dewlet, bi taybetî dewleta faşîst hikumeta AKP-MHP û PDK jî cihê xwe digre. Dixwazin me qir bikin. Li hember vê yekê pêwîst e di serî de malbatên şehîdan, tevahî gelê Kurd kesên demokrat li hember faşîzma qirker, mêtînger û kujer di demekê wisa de her yek ji me em bibin şervanên azadî û demokrasiyê. Ruh û qerekterê demê vê yekê ji me dixwaze. Plan û hesabên gelek qirêj li ser gelê Kurd, tevgera azadiya Kurd û destkeftiyên netewa Kurd û Kurdistanê heye. Ev hesab û planên qirêj bi tecrît û êşkenceya li Îmraliyê li ser Rêberê me tê meşandin bi hev ve girêdayî ye.

Em malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurd ger em di vê dema stratejîk de bi erk û mîsyonên xwe ranebin, bi stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bi zarokên xwe re bi hev re di nava şer û berxwedanê de nemeşînin, wê bobelatên mezin were serê me. Em ê jiyan û çalakiyên xwe, li gor ruh û stratejiya şerê gel ê şoreşgerî rêxistin bikin. 

Dem dema serhildan û berxwedanê ye. Êdî çalakiyên me yên pasîf têra pêvajoya heyî nake. Êdî ne dema daxuyaniyên şermezariyê ye. Dem dema serîhildanê ye. Dem dema pêvajoya şerê gel ê şoreşgerî ye. Em bi zarokên xwe re bi yek ruh û yek fikrê pêngava şerê gel ê şoreşgerî bilind bikin. Ji ber yekane rêya serkeftinê pêngava şerê gel ê şoreşgerî ye. Em malbatên şehîdan yên di vê oxirê de parçeyek ji canê xwe dayîn, emê heta dawî şopdarên Rêber Apo û li gel keç û xortên xwe cih bigrîn, em ê têkoşînê bilind bikîn û mil bi milê gerîlayên xwe, dijminên dagirker, çete û xwefiroşan têk bibîn. Em heman helwest û heman seknê ji tevayî gelên azadîxwaz, demokrat û bi taybet ji malbatên şehîdên vê dozê dixwazin. Weke malbatên şehîdan çawa lehengên me bi îradeyek xurt serî netewandin û bi qehremanî tevlî karwanên şehîdan bûn, em jî ti caran gav şûnde ne avêjin, çok natewînin, li rex şervanên azadiyê mil bi milê gerîla berxwedana rûmetê yên li Zap, Avaşîn û Metîna mezin bikin û nirxên xwe yên pîroz biparêzin. Em di wê baweriyê de ne ev têkoşîn wê ser bikeve, wê têkçûn û windakirin ya dagirkerên Kurdistanê û xeta îxanetê be û wê serkeftin ya gelê Kuırd û şervanên vî gelî be.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bîjî berxwedana gerîla’, ‘Şehîd namirin’ û ‘Bimre îxanet’ bi dawî bû.