Malbata Şenyaşar wê di cejnê de jî nobedê bigire

Emîne Şenyaşar got, "Em ê cejnê jî li vir bin. Heta ku kurê min bê berdan ez ê ji ber avahiya edliyeyê neçim. Êvarê jî ez ê neçim malê."

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, di roja 415'an de ye.

Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar serê sibehê ji mala xwe ya li Pirsûsê bi 42 kîlometreyan hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiyê kirin.

Emîne Şenyaşar ku tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî çalakiyê dewam dike, wiha got, "Cejna Remezanê jî em ê li vir bin. Heta ku kurê min bê berdan ez ê ji ber avahiya edliyeyê neçim. Avahiya Edliyeyê veguheriye mala min. Ez ê cejnê ne li gel zarok û neviyên xwe, lê li vir derbas bikim. Bila qeydên nexweşxaneyê were dîtin, kesên qetlîam kirime bila werin girtin. 1,2 kesan qetlîam nekirin. Gelek kes hebûn. Bi zilmeke mezin kuştin. Bila cezayê xwe bikişînin. Çima wan berdidin? Heta ku kurê min Fadil neyê berdan ez li malê rûnanêm. Piştî cejnê ez ê êvarî jî neçim malê. Ez ê bi şev li pêşiya edliyeyê razêm. Êdî bes e, ma wijdanê van kesan tune.”

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal jî got “Edaleta nîv nabe, em edaleteke tam dixwazin. Ji Îdirê heta Edîrneyê, ji Îzmîrê heta Şirnexê her kes bi heqîqetê hesiya. Li nexweşxaneya dewletê qetlîameke organîzekirî heye. Çima qeydên kameraya nexweşxaneyê ji me û ji raya giştî tê veşartin?”