Artêşa Iraqê bi tank û obusan ket navenda Şengalê

Artêşa Iraqê bi hejmareke zêde leşker, wesayîtên zirxî, tank û obusan ketin navenda bajarê Şengalê.

Li Şengalê her ku diçe aloziyên hene kûrtir dibe.  Artêşa Iraqê bi hejmareke zêde leşker, wesayîtên zirxî, tank û obusan ketin navenda bajarê Şengalê.

Li Şengalê ligel hemû hewldanên çareserkirina aloziya heyî, liv û tevgera artêşa Iraqê berdewam dike. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, hejmareke zêde ji leşkerên artêşa Iraqê, tevî wesayitên zirxî, tank û obusan ketine navenda bajarê Şengalê.

Tê gotin ev hêz ji Mûsilê bi rê ketiye û hatiye Şengalê. Liv û tevgera artêşê ya li Şengalê berdewame.