Qesra Kurdan: Kayme

Qesra Kayme ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, hîn jî bi heybeta xwe balê dikişîne ser xwe.

Herêma Nehrî ya li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ji aliyê taybetmendiyên xwe yên avhewayî, cografîk û xwezaya xwe herêmeke cuda ye. Berevajî hewa sar a Bakurê Kurdistanê avhewaya wê nerm e, lewma jî gelek berhemên xwe yên çandiniyê hene. Bi van taybetmendiyên xwe di dîrokê de timî bûye yek ji navendên olî û siyasî, gelek avahiyên dîrokî lê hatine çêkirin. Yek ji van avahiyan jî Qesra Kayme ye.

Qesra ku ji aliyê kurên Şêx Ubeydûllah Şêx M. Siddik û Seyîd Abdûllah ve di navbera salên 1890 û 1910'an de hate çêkirin, bi mîmariya xwe ya bi heybet balê dikişîne. Her sal bi hezaran kes serdana vê qesrê dikin.

DI DÎROKA KURDAN DE CIHÊ GIRÎNG Ê QESRÊ

Ji neviyên Şêx Ubeydûllah Fahîr Geylanî ku li navenda Şemzînanê esnafiyê dike, bal kişand ser girîngiya Qesra Kayme ji bo dîroka Kurdan.

Geylanî anî ziman ku Kurdan li vê qesrê li ser mijarên siyasî, olî, civakî û aborî biryar wergirtin û got, "Raperîna Nehrî yanî hîmên bingehîn ên raperîna herî mezin a Kurdan li vê qesrê hate danîn, biryar li vê qesrê hate wergirtin. Ev qesr di heman demê de weke medreseyê hêlîneke perwerdeyê bû."

NIRXÊ XWE YÊ MANEWÎ

Geylanî anî ziman ku bi beşdariya pêşengên Kurdan di civîna li Qesra Kaymeyê de biryar hate dayin û di encamê de jî Şêx Ubeydûllah name ji Kurdên li Rûsyayê re şand, bang li wan kir ku tevlî nava tevgerê bibin û got, "Şêx Ubeydûllah di çarçoveya Tevgera Nehrî de yekemcar saziyên Kurdan, eşîr û kesayet di 'Komeleya Siyasî ya Kurdî' de li hev civand. Şêx Ubeydûllah Nehrî serokê vê navendê ye. Ji salên 1880'î û pê ve ji bo Kurdistanê bi her awayî têkoşiya. Tevgerên Kurdistanî heta niha jî ketine bin bandfora Şêx Ubeydûllah û Seyyît Taha. Mirov dikare tevgerên siyasî jî li van zêde bikin. Qesra Kayme ku malovanî ji yek ji serhildanên herî mezin ên Kurdan re kir, ji bo Kurdan xwedî nirxekî mezin ê manewî ye. Lewma hîn jî serdan lê tê kirin."