Bûldan: Li hemberî zext û zordariyê li girtîgehan bêdeng nemînin!

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Amedê tevlî Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan bû û bang li raya giştî kir ku li hemberî zilma li girtîgehan bêdeng nemîne.

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ku ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediya ye tê meşandin, li ber Saziya Tipa Edlî ya li Amedê dewam kir.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran û endam û rêveberên gelek sazî û partiyên li Bakurê Kurdistanê tevlî çalakiyê bûn.

Fevziye Kolakan li çalakiyê li çalakiyê axivî û got, "Ji bo zarokên xwe em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin. Bila zilm biqede. Dest ji zext û zordariya li ser zarokên me berdin."

Ji xizmên girtiyan Herdem Mervanî jî got, "Heta niha bersiv ji daxwazên me re nehatiye dayin. Em wijdanê civakê ne. Wezîrê Edaletê heta niha li ser daxwazên me daxuyaniyek neda. Yekane daxwaza me misogerkirina çareseriyê ye. Em ê israra xwe ya di vê daxwazê de dewam bikin. Girtiyên nexweş û yên ku cezayê wan qediya ye lê nayên berdan, divê bên berdan."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan piştre axivî û got, "6 meh in dayikên me banga edaletê dikin. Ne tenê li vir di heman demê de li Wan, Îzmîr, Stenbol û Rihayê dayikên me daxwaza edaletê dikin û dixwazin binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan bi dawî bibin. berpirsyariya herî mezin e ku dengê dilê dayikan,q îrîna dayikan bêne bihîstin."

Pervîn Bûldan diyar kir, ku ji bo girtiyên nexweş neyên berdan rayedar çi ji destê wan tê dikin û got, "Niha hezar û 600 girtiyên nexweş li girtîgehan e, tevî ku zanin di her kêliyê de dikarin jiyana xwe ji dest bidin, destûr nayê dayin ku li derve bêne dermankirin. Girtiyên nexweş li ber mirinê têne berdan û rojên dawî li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest didin.

Welat gihîştiye wê astê. Girtîgeh eynika welatekî heye. Eger li girtîgehekê mafên mirovan tê binpêkirin, eger zilm li girtiyan tê kirin, eger zext li ser girtiyan hebe, eger girtî nikarin bi malbata xwe re biaxivin, her tiştên ku dikin bi cezayên dîsîplînê tê cezakirin û destûr nayê dayin ku bi xizm û hevalên xwe re bidin û bistînin, hingî mirov nikare bêje ku li vî welatî edalet û hiqûq heye."

Pervîn Bûldan got, "Em bang li mirovên xwedî wijdan ên li Tirkiyeyê dikin; dayikên me bi tenê nînin. Li hemberî neheqî û bêhiqûqiya ku li hevalên me yên li girtîgehan dikin, em li bendê ne ku alîgirên demokrasî û edaletê li ber vê bêhiqûqiyê rabin."

Pervîn Bûldan herî dawî got, "Em li gel dayikên xwe ne, li gel hevalên xwe ne."