Berdevka HDP’ê Gunay: Divê em li ber polîtîkayên dagirkeriyê rabin

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Dêrikê di bernameya fitarê de axivî û anî ziman ku êrîşên dagirkirinê rê li ber qirkirina Kurdan vedike û got ku divê em bibin yek û li hemberî polîtîkayên dagirkeriyê rabin.

Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên Di Dêrguşa Şaristaniyê De Xizmên Xwe Windar Kirine re (MEBYA-DER) ya Mêrdînê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Mêrdînê û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dêrikê li eywaneke dawêtê ya taybet bernameyeke fitarê li dar xistin. Malbatên girtiyan, şehîdan û gelek welatî tevlî bernameyê bûn. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî li bernameyê amade bûn.

‘DIVÊ EM BIBIN DENGÊ GIRTIYAN‘

Di bernameyê de Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî. Gunay diyar kir ku ew di pêvajoyeke krîtîk de derbas dibin, lewma divê di du mijaran de hesas bin. Gunay anî ziman ku yek ji van mijaran zext û mûameleya nebaş a girtîgehan e û wiha got: “Divê em ji derve dengê xwe bilind bikin û bibin dengê girtîgehan. Ji ber ku deshilata AKP-MHP’ê girtîgeh vegerandina malên mirinê. Ji girtîgehan hema bêje her roj cenaze derdikevin û girtiyên nexweş rastî îşkence û mûameleya nebaş tên. Ji ber vê yekê divê em weke kesên li derve em dengê kesên li hundir ragihînin û ji dengê wan re bibin deng.”

‘BI BOMBEYAN DIÇIN SER SIFREYÊN FITARÊ’

Gunay diyar kir ku ya duyemîn jî êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li Herêma Kurdistanê dane despêkirinin û ev tişt got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi bombeyan diçe ser sifreyên fitarê. Bi êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê cardin rê li ber neyartî û qirkirina Kurdan vekirin. Ev desthilat hebûna xwe li ser dijminatiya Kurdan mezin kir û hat heta van rojan. Niha jî dixwaze desthilata xwe bi vî awayî bide berdewam kirin.“

‘DEMA YEKÎTIYA KURDAN E’

Di berdewama axaftina xwe de Gunay anî ziman ku dema yekîtiya Kurdan û wiha dom kir: “Êdî dema mezinkirina vê yekîtiyê ye. Dema piştevanî û bilind kirina dengê xwe û rabûna li ber polîtîkayên şer û dagirkeriyê ye. Lewre li qadên Newrozê bi milyonan mirov got ku dem dema azadiyê ye û niha dema rabûna bi vê erkê ye. Helbet wê polîtîkayên dijminatiya Kurdan ên faşîzma AKP-MHP’ê têk biçin.“

‘DENGÊ AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE’

Gunay bilêv kir ku desthilat hêza polîtîkayên xwe yên şer ji pergala tecrîdê ya Îmraliyê digire û axaftina xwe bi van gotinan dawî kir: “Birêz Ocalan aktorekî giring e ku li vî welatî aştiyê temsîl dike. Ji Îmraliyê dengê aştiyê bilind dibe. Ji ber vê yekê şûna desthilata AKP’ê dengê aştiyê bilind bike û li dijî polîtîkayên şer bisekine tecrîd giran kirin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan kûrtir kirin û niha li Kurdistanê bi şer û komkujiyan berdewam dikin. Em ê ji li vir, bibêjin ku ev polîtîkayên şer û tecrîdê encam nagirin û wê teqez azadî bi ser bikeve“