Li Hewlêrê êrîşên dagikirinê hate protestokirin

Li Hewlêrê bi çalakiyekê êrîşên dagikirinê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê hate protestokirin. Di çalakiyê de banga derxistina artêşa Tirk ji axa Kurdistanê hat kirin.

Li Hewlêrê bi pêşengiya Partiya Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu), Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê û Tevgera Demokratîk a Gelê Kurd li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê tevî asengiyên asayîşa PDK’ê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyên pankartên li dijî dagikirinê hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Terorîst Erdogan”, “Ji nava xaka me derkevin“, “Bakûr, Başûr, Rojhilat yek armanc û yek xebat” û “Artêşa Tirk a dagirker ji Kurdistanê derkeve” hatin berz kirin.

Li ber nûnertiya NY’ê hêzên PDK’ê dor li çalakvanan girt û êrîşî çalakiyê kir. Hêzên PDK’ê dest danî li ser telefonên rojnamegerên xwestin çalakiyê bişopînin. Girseyê li ber êrîşa hêzên PDK’ê li ber xwe da û dirûşme bezkirin.

Çalakgeran bi yek dengî bi dirûşmeyan banga derxistina artêşa Tirk a dagirker a li ser xaka Kurdistanê kirin.

Çalakgeran ragihand ku divê NY‘ê pêşî li êrîşên dewleta Tirk bigire û bi vê armancê daxwaznemeyek pêşkêşî NY‘ê hate kirin.