Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Îlçîn li Êlihê hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Naîm Îlçîn ku li Bestayê şehîd bû, li Êlihê hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Naîm Îlçîn ku 25'ê Nîsanê li herêma Besta ya Şirnexê şehîd bû, li gundê Girbereşk ê Êlihê hate veşartin. Piştî ku malbatê cenaze li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê teşhîs kir, anîn Êlihê.

Malbatê xwest cenaze bi merasîmeke girseyî bispêre axê. Leşkeran dor li goristana li gundê Girbereşkê girtin û zext li malbatê kirin ku ji bilî endamên malbatê wê destûrê nedin kes tevlî merasîmê bibe. Ji ber vê yekê jî cenazeyê Îlçîn ji aliyê endamên malbatê ve bi merasîmekê hate veşartin.