Li Silêmaniyê û navçeyên wê êrîşên dagirkirinê hatin protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Zap, Metîn û Avaşînê li navenda Silêmaniyê û navçeyên wê Çemçemal û Derbendîxanê hatin protestokirin.

Nerazîbûna gelê Başûr li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser axa Kurdistanê ku 11 roj in berdewam in, zêde dibe.

SILÊMANÎ

Komîteya Li Dijî Dagirkerî û Şer, li ber Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Zap, Metîn û Avaşînê bi daxuyaniyek girseyî protesto kir. Çalakî bi dirûşma ‘’Derkeve, derkeve artêşa Tirk’’ hat lidarxistin. Gelek akademîsyen, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, aktivîst û rojnamevan tevlî çalakiyê bûn.

Komîteyê, daxwaznameyek ku daxwaza derxistina dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê hebû jî bi daxwaza dayîna Parlamentoya Iraq û Serokomarê Iraqê radestî Ofîsa Silêmaniyê ya Parlamentoya Iraqê kir.

Li ser navê komîteyê Çiro Hisên daxuyanî xwend û wiha got: ‘’Tirkiye li ber çavên dinyayê Başûrê Kurdistanê dagir dike. Çend roj berê, li herêma Amediyê, bi hovane êrîş birin ser Nêrwe, Rêkan, Metîna û Avaşînê. Dewleta Tirk tim van herêman bombe dike. Dibe sedema mirina sivîlan. Hewl dide hêzên xwe yên leşkerî li van deveran bi cih bike. Rez û baxçeyên gundiyan wêran dike. Malên gundiyan xera bûn. Ji wê boneyê em li dijî şer in. Em dagirkeriya artêşa Tirk şermezar dikin.’’

Hisên bi lêv kir ku divê êdî Iraq û hikûmeta Başûrê Kurdistanê hew xwe ker bikin û helwestekê nîşan bidin. Hêzên siyasî jî divê li dijî êrîş û planên dewleta Tirk bi hev re rabin.

Parlamenterê Komela yê Kurdistanê yê Parlamentoya Iraqê Soran Omer jî axivî û diyar kir ku ew li dijî bombe kirina Tirkiye û Îranê ne. Soran Omer got ku Peymana Şengalê gefeke din e ji bo derketina şerekî dine û wiha bi pê de çû: ‘’ Ji bo rawestandina êrîşan û binpêkirinan em ê li xebatên xwe dewam bikin. Hebûna Tirkiyeyê di warê leşkerî û îstixbaratê de xetere ye. Êrîş ji bo jiyana mirovên li ser sînor dijîn gefeke mezin e.’’

Soran Omer, soz da ku ew ê daxwaznameya aktivîstan ragihîne cihê têkildar.

‘LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ KURDISTANÊ BIPARÊZE’

TEKYE

Li bajarokê Tekye yê bi ser navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ve, meşa bi girseyî ya bi banga ‘’Li dijî xeta xiyanetê û dagirkeriyê parastina Kurdistanê bike’’ hat kirin. Gelek kes tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmên ‘’Bimire xiyanet’’, “Erdoganê terorîst’’, ‘’Bijî Berxwedana gerîla’’, ‘’Dagirker baş bizane Avaşîn goristan e ji bo te’’ û ‘’Bijî serok Apo’’ hatin berzkirin.

Piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Dilşad Dûzî daxuyanî xwend û ev tişt gotin: “Em êrîşên tunekirinê yên dewleta Tirk şermezar dikin. Dewleta Tirk a zextker, dixwaze axa me dagir bike û gelê me tune bike. Ji 17‘ê Nîsanê heta niha bi hevkariya PDK’ê li Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrîşên berfereh hat kirin. Ev êrîş ne bi tenê li dijî PKK’ê lê li dijî statuya Başûrê Kurdistanê û ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li herêmên Şeladizê û Amediyê bi hezaran leşker bi cih kirin. Banga me li PDK’ê ew e ku bi gel re bin. Dijmin wê ji bo wan tu tiştî neke. Bi destên xiyanetkaran digire. Gel vê qebûl nake.

‘LI HEMBERÎ DAGIRKIRINÊ BÊDENG NEMÎNE‘

Li hemberî êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê li navçeya Derbendîxaneyê ya Silêmaniyê li ber Çayxaneya Çandê ya Derbendîxanê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de Dr. Hekîm Ebdulkerîm axivî û êrîşên dagirkirinê şermezar kirin û bang li Hêrêma Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê kir ku li dijî dagirkeriyê bêdeng nemînin.

Di daxuyaniyê de, li Başûrê Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlehiyê û hêzên siyasî yên li welatên hêzdar bang hat kirin ku pêşî li dagirkirinê bigirin.

Dr. Hekîm Ebdulkerîm bang li gelê Kurd kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dakevin qadan.