HPG: Şehîd nûnerên xeta fedaî ne

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîdên Zapê eşkere kir û got “Hevalên me nûnerên xeta fedaî ne. Wan nîşanî hemû dinyayê dane ku wê berxwedana me bi serfiraziyê tacîdar bibe.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd ev agahî da:

“Dewleta Tirk a faşîst û mêtinger, di 17’ê Nîsanê de dema ku tevgera dagirker da destpêkirin, hevalên me Huseyîn, Çiyager û Agît li çeperên berxwedanê têkoşîneke mezin dan û gelek dagirker ceza kirin. Hevalên me piştî şerê giran û êrişên hewayî şehîd bûn. Hevalên me yên ku nûnerên herî sereke yên xeta fedaî ne, bi qasî jiyana xwe bi şerê xwe yê li dijî dagirkeriyê jî ev rastî careke din îspat kirin. Wan nîşanî hemû dinyayê dane ku wê berxwedana me ya bi rûmet wê  bi ser bikeve.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav:Huseyîn Dag

  Nav û paşnav: Sedat Dagtekîn

  Cihê jidayikbûnê: Sêrt

  Navê dê û bav: Asiya - Aydin

 Cih û dîroka şehadetê: 18’ê Nîsana 2022’an / Zap

 

 Nasnav: Çiyager Botan

  Nav û paşnav: Veysî Sumer

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Maşallah – Yûsûf

  Cih û dîroka şehadetê: 19’ê Nîsana 2022’an / Zap

 

  Nasnav: Agît Kurdistan

  Nav û paşnav: Mehemed Hemze

  Cihê jidayikbûnê: Xaneqîn

  Navê dê û bav: Xelîce - Hemze

  Cih û dîroka şehadetê: 19’ê Nîsana 2022’an / Zap

HUSEYÎN DAG

Hevalê me Huseyîn li Sêrtê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û zû Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kiriye. Hê di temenekî ciwan de xeyalê tevlêbûna nav refên gerîlayan saz kiriye. Ew bûye şahidê polîtîkên dewleta Tirk a dagirker û ev êriş tu carî qebûl nekiriye.  Hevalê me li Botanê tevlî nav refên gerîlayan bûye û piştî perwerdehiya pêşîn a gerîla li qada pratîk li hemberî dagirkeran şer kirine. Bi tecrubeyên ku stendiye ew derbasî qada Zapê bûye û di taktîkên serdema nû de bûye pispor û bûye yek ji fermandarê me yê ciwan. Hevalê me xwe di felsefeya Rêber Apo de xwe kûrtir kiriye û tevlî nav refên Hêzên Taybet bûye, wî têkoşîna xwe gaveke din bi pêş ve biriye. Heval Huseyîn qîmeteke mezin dida hevalên xwe û di her firsendê e ev tişt nîşan dida. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û xeyalên azadiyê yên gelê me pêk bîne, di xebatên xwe yên şoreşê de bênavber têkoşiyaye. Hevalê me li qada Zapê demeke dirêj li hemberî dijmin şer kiriye û wekî pêşeng tevlî gelek çalakiyan bûye. Dema artêşa Tirk qada Zapê dagir kir, heval Huseyîn bûye yek ji hevalê ku li hemberî dijmin bi awayekî fedaî şer kiriye û wî li pişt xwe mîrateyeke xurt a têkoşînê hiştiye. Wê heval Huseyîn ê ku li ser xera fedaiyên nemir meşiyaye, her dem di têkoşîna me de bijî û wê pêşiya me ronî bike.

ÇIYAGER BOTAN

Heval Çiyager li Cizîrêya ku têkoşîna gerîlayan bi serhildanan xwedî lê derketiye, di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Heval Çiyager jî di temenekî biçûk de rûyê qirker ê dagirkeran naskiriye. Wekî ciwanekî Kurd ê xwedî rûmet li Cizîrî tevlî têkoşînê bûye. Ew berê tevlî nav xebatên ciwanan bûye û gelek ciwanên Kurd xistiye nav refên têkoşînê. Heval Çiyager di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Piştî perwerdehiya pêşîn a gerîlatiyê wî pisporiya di qadên leşkerî de ji xwe re kiriye esas û di nava demeke kin de bûye pispor. Hevalê me di qadên cihê de tevlî xebatan bûye. Hevalê me bi kûrahî li ser felsefeya Rêber Apo û jiyana şehîdên me yên nemir xwe kûr kiriye û her kêlîka xwe kirine firsenda tevlêbûneke xurt. Hevalê me yê ku li ser xeta fedaiyan e di sala 2019’an de tevlî nav refên Hêzên Taybet bûye û bênavber di nav xebatên şoreşê de cih girtiye. Dema hêzên mêtinger êrişên dagirker dan destpêkirin hevalê me bûyek yek ji kesên pêşîn li dijmin daye û hêz daye hevalên xwe. Heval Çiyager bi ruhê fedaî çûye ser dagirkeran û heta ku şehîd bûye jî bi fedaî şer kiriye. Wê heval Çiyager di têkoşîna me de her dem pêşiya me ronî bike.

AGÎT KURDISTAN 

Rêhevalê me Agît li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê di malbateke welatparêz de ji dayîk bûye. Malbata wî demeke dirêj li dijî rejîma Seddam şer kir û tu carî ji doza kurdayetiyê paşve gav neavêt. Rêhevalê me Agît ku ji zarokatiya xwe ve bi hişmendiya welatparêziyê ku ji malbatê girtibû, jiyana heyî her tim dipirsî. Bê nasname û bê statu hiştina gele me di rêhevalê me Agît de bûye sedema nakokiyên kûr û ti carî rewş qebûl nekir. Li hemberî hêzên dagirker ên ku ji bilî qetlîaman ti rê li pêşiya gelê me nehiştin, hêrseke mezin hîs kir û xwest tola hemû komkujiyên li gelê me bi taybet Komkujiya Helebce hatine kirin, hilîne. Rêhevalê me Agît ku di temenê xwe yê ciwan de bi xurtî bi taybetmendiyên xwe yên netewî ve girêdayî bû, ji bo parastina van taybetmendiyan hewldaneke mezin da. Di ciwaniya xwe de bal kişand ser jîngeha ku tê de jiyaye, geşedanên xwe yên siyasî, gelê me û rewşa welatê me. Rêhevalê me Agît gihişte encamekê, pê hesiya ku li dijî dagirkeran têkoşîn bi temamî pêwîst e. Ji ber vê yekê fêm kir ku gelê me tenê bi statûya heyî ya li Başurê Kurdistanê nikare bigihêje azadiya xwe û di wê baweriyê de ye ku azadiya rast ancax bi têkoşîna li ser azadiya tevahiya Kurdistanê pêkan e. Rêhevalê me Agît ku li ser vê bingehê bi PKK’ê re hevdîtin kir, bi nîqaşên xwe rastiya PKK’ê û Rêbertiyê baştir fêm kir. Rêhevalê me Agît ê ku dixwaze demildest tiştên ku fêm dike bike pratîkê, ji destpêka têkoşîna xwe ve bi şoreşgeriya xwe ya berdewam derketiye pêş. Pêşî tevlî xebatên ciwanan bû û di van xebatan de asteke diyarkirî ji ezmûna rêxistinî bi dest xist. Di van xebatan de ji bo hişyarkirina ciwanên Başûrê Kurdistanê û tevlîbûna têkoşînê roleke diyarker lîst. Dîsa di van lêkolînan de di têgihîştina rûyê rast ê partiyên Başûr de gihişt asta hişyariyê. Li hemberî vê rewşa partiyên Başûr, ku Rêber Apo hemû jiyana xwe ji bo doza Kurdistanê da meşandin û 23 sal in di hucreyên yekkesî de ye, rastiya xwe baştir fêm kir. Vê rewşê ne tenê nakokiyên rêhevalê me Agît kûrtir kir, di heman demê de bû sedem ku derkeve qonaxa biryareke ku jiyana xwe bi rê ve bibe. Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li gelek herêmên Kurdistanê, ji ber ku hêzên Başûr li hemberî van êrîşan ti helwest nîşan nedan, gerîlayên azadiya Kurdistanê bi alîkariya gelê me hatin şikandin û çeteyên DAIŞ’ê şikandin, ev jî lez da biryara rêhevalê me Agît tevlî nava refên gerîla bibe. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, gihişte jêhatiya leşkerî, di şerê li dijî çeteyan de hemû erk û berpirsyariyên xwe bi cih anî û ezmûneke girîng a leşkerî bi dest xist. Hevrêyê me Agît ku piştî serkeftina di şerê li dijî çeteyan de bi dest xist berê xwe da çiyayên Kurdistanê, xwest Rêber Apo ku ji dil û can jê re têdigihêje baş fêm bike û bi wê biryardariyê tevlî rêxistina Hêzên Taybet bû. Di dema perwerdeya bingehîn a ku li Hêzên Taybet girt, ji bo fêmkirina felsefeya Rêbertiyê û di pratîkê de bi cih bîne, kedeke mezin da. Dixwest kesayeta xwe li gorî îdeolojiya Rêbertiyê ava bike û ji bo vê jî her tim dixwend, lêkolîn dikir û di kûrbûneke kûr de bû. Rêhevalê me Agît ku ti carî esareta Rêbertiyê qebûl nekiriye, azadiya Rêbertiya me ji xwe re kiriye armanca bingehîn. Ji ber vê hem di warê leşkerî û hem jî di warê bîrdozî de hemû tiştên ku ji destê wî dihat kirin. Rêhevalê me Agît ku yek ji hevrêyên me yên pêşengtiya berxwedana xwerêveberiyê ya PKK’ê bû, ji bo bersivdayîna êrîşên dijmin ên li ser Zapê bi şev û roj şer kir û gihişt şehadetê.

Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re, di serî de ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me Huseyîn, Çiyager û Agît ên ku piştî derbên giran li dewleta Tirk a dagirker bi meşeke bê dudilî li ser xeta fedaiyan jiyana xwe ji dest dan, dixwazin. Em ê têkoşîna hevrêyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.”