'Destana Zapê wê dubare bibe'

Gerîlayên ku li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe didin dibêjin, "Çawa ku sala 2008'an li Zapê, 2021'ê jî li garê têk çûn, heman destan wê îro jî dubare bibe. Li gel rê û rêbazên xwe yên qirêj jî wê nikaribin li ber berxwedana gerîla bisekinin."

Gerîlaya YJA Starê Nûşîn Botan diyar kir ku niha şerekî mezin diqewime û got, "Şerê ku diqewime ji bo me tiştekî nû nîne. Em li benda operasyonê bûn û me amadekariyên xwe li ser vî esasî kiribû. Bi taybetî operasyona li Zapê bi dijwarî dimeşe. Tê zanîn ku di sala 2008'an de jî ji xwe pir bawer bûn, lê gotin di cih de be 'siwar hatin û peya çûn'."

'KURDÊN AŞIQÊ CELADÊ XWE'

Nûşîn Botan bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re û got, "Di navbera AKP, MHP û KDP de çi cûdahî nîne. Tenê nav tên guhartin, di cewherê de, naverok ango hişmendî yek e. Rastiyeke niha heye ew jî PDK bûye parçeyek wê dagirkeriyê ku dewleta dagirker a Tirk temam dike. PDK li dijî rastiya gelê Kurd disekine û mirov ji bo wan dikare bibêje 'Kurdên aşiqê celladê xwe'."

'GEL Û GERÎLA BIBE YEK WÊ DIJMIN TÊK BIÇE'

Gerîlaya YJA Starê herî dawî li ser rêveçûna şer axivî û got, "Şerê ku niha tê meşandin bi dijwarî dewam dike. Berxwedan û lehengiyeke pir mezin tê nîşandan. Wee ku Ş. Çiyager dibêje, çi dibe bila bibe encama wê bi heybet be. Çawa 2008 li Zapê li bin ketin, çawa 2021 li Garê têk çûn wê îro jî ew destan xwe dubare bike. Her çiqas teknîk, kîmyasal, rê û rêbazên qirêj bi kar bînin jî nikarin li hember berxwedana gerîla bisekinin. Em di wî warê de xwedî ezmûnên mezin in.

Li ser wê esasê em dixwazin herkes tevlî vî şerî bibe. Ne tenê li ser gerîla bimîne çar aliyê Kurdistanê divê gelê me bikeve tevgerê. Gel û gerîla bibe yek wê dijmin têk biçe."