Malbatên gerîlayan: Em bi zarokên xwe re amadene şer bikin

Malbatên gerîlayan ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî diyar kirin ku li hember dagirkeriya dewleta Tirk û PDK’ê ew amadene ku li kêleka zarokên xwe şer bikin.

Malbatên gerîlayan ên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo piştgirîdayîna zarokên xwe yên, li dijî dewleta Tirk û PDK’ê li berxwedidin daxuyanî dan. Bi beşdarbûna hemû malbatên gerîlayan, li ber Saziya Malbatên Şehîdan daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, HPG û KCK’ê hatin hildan.

Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî giyanên Şehîdên Azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatên gerîlayan Mamosta Sedîq Benek daxuyanî da.

Sedîq Benek, berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir û got: “Wek tê zanîn dewleta Tirk ya faşîst pêlek nû ya dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Divê demên dawî de bi alikariya Malbata Barzanî wek xençerekê zingarû li pişta Kurdê Berxwedêr daye. Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, ne ya destpêkê ye. Hertim Mala Barzanî, gelê Kurd firotiye. Li seranserê Kurdistanê şerek giran tê meşandin. Her çiqasî gerîlayên azadiya Kurdistanê derbeyên mezin li dijmin dixin jî, lê pêwîst dike wek malbatên gerîlayan piştgiriyek xurt li gel zarokên xwe têkoşînê bikin.”

Benek da zanîn ku ji bo ku ew bikaribin vî şerê bidin rawestandin divê her malbatên gerîlayan wek çalakvanekî dakevin qadan. Benek, bang li tevahî malbat û gelê Başûrê Kurdistanê kir û got: “Li dijî dagirkeriya Kurdistanê dakevin qadan. Em wek Malbatên gerîlayên azadiya Kurdistanê, bang li tevahî gelê Kurd û gelê azadîxwaz dikin ku li hember van êrîşan xwedî helwestên diyar bin.”

Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Bijî berxwedana gerîla’, ‘Bimre xiyanet’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.