Başaran: Heta hemû kiryar bên darizandin wê têkoşîn bidome

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran bi malbata Şenyaşar ên ku salek e li Rihayê têkoşîna edaletê didin, di Sifreya Edaletê de hatin ba hev. Başaran destnîşan kir ku heta hemû kiryar bên darizandin wê têkoşîn bidome.

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 415'emîn de berdewam dikin. Vê êvarê jî mêvanên Sifreya Edaletê ya Malbatê hebûn. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Wekîla Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Hevşaredarên jin ên HDP'yî, nûnerên Meclisa Jinan a Bajarê Rihayê, endamên HDK'ê, aktîvîstên TJA'yê û pêkahetên HDP'ê serdana malbatê kirin û li gel malbatê fitara xwe vekirin.

‘WÊ KUJER HESABÊN RIJANDINA RONDIKÊ ÇAVÊ EMÎNE ŞENYAŞAR BIDIN‘

Beriya fitarê Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran li ser navê jinan daxuyanî da û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê li pişta Emîne Şenyaşar bin û berxwedana wê destek bikin. Acar Başaran destnîşan kir ku wek ku Emîne Şenyaşar diyar kiribû ew di bin betonê de li darazê digerin. Başaran anî ziman ku çalakiya Emîne Şenyaşar mînaka şênber a ku edalet tune ye dide nîşandan û heta îro jî kujer nehatine cezakirin. Başaran da zanîn ku dê kujer û berpirsiyarên komkujiyê hesabê rijandina rondikên çavê Emîne Şenyaşar bidin. Başaran got ew sozê mezinkirina têkoşîna edaletê didin.

XWEST KURÊ WÊ BÊ BERDAN

Emîne Şenyaşar jî axivî û daxwaza xwe ya edaletê dubare kir û xwest tavilê kurê wê girtî Fadil Şenyaşar bê berdan.

Pişt re bi ezana mele re dia hatin xwendin û jinan fitara xwe vekir.