Li Silopiyayê bi hezaran ber bi sînor ve dimeşin!-NÛ BÛ

Bi hezaran kesên li Silopiyayê li hev civiyan, ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên AKP-PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ber bi sînor ve dimeşin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, Remziye Tosûn, Ayşe Surucu, Siddik taş, rêveberên Tevgera Jinê ya Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, HDP û DBP'ê jî di anv de bi hezaran kesên ji Mêrdîn, Sêrt, Êlih û Amedê bi rê ketin, li bajarokê Tilqebîn ê navçeya Silopiyayê ya Şirnexê li hev civiyan.

Bi hezaran kesên ku ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên AKP-PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li hev civiyan, ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve dimeşin.

Tevî astengiyên leşkeran bi hezaran kes bi pankarta bi nivîsa ‘Li hember ixanet û dagirkeriyê , emê xaka pîroz biparêzin, bijî berxwedana rumetê’ meşiyan bê navber bi dirûşmên ‘Bimre xiyanet’ û ‘Bijî Berxwedana Zapê’ bertek nîşanî hevkariya PDK’ê û AKP’ê da.

Piştî meşê Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Emîne Ozer axivî û diyar kir ku li dijî êrîşa li derveyî sînor kom bûne û got: “Mesûd Barzanî çi ji Kurdan dixwaz e. Heta kendê wê destkê bide zaliman. Ev xiyanet wê heta kengê bidome. Em dixwazin bi hev re bijîn, ew şer dixwazin. Bi tank û topan êrîşî zarokên me dikin. Zarokên me ma çima li çiyan e? Mesûd Barzanî dev ji xiyanetê berde, ma tu şerm nakî? Dev ji vê zilm û xihanetê berde. Cih li cem gel bigire. Êdî bes e.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî nerazîbûn nîşan da û ev got: “Şereke bê eman bi rojan e didome. Em ji bo şerê li dijî Kurdan bêjin bes e li vir in. Em ji şer re dibêjin na. Ji bo li dijî vî şerî banga yekîtiyê bikin li vir in.”

Aydenîz bal kişand ser polîtîkayên dijminahiyê ya desthilata AKP-MHP’ê ya li Kurdan û wiha pêde çû: “Bi polîtîkaya tecrîd û qeyûman, qetilkirina jinê, operasyonên siyasî, polîtîkayên şer ên di serî de li Rojava û Başûrê Kurdistan, dixwaze desthilata xwe ya li ber hilweşînê bidomîne. Bi her cûre çekên qedexe ku mafê mirovan binpê dike ji êrîşa 14’ê Nîsanê ve hatiye destpêkirin re rû bi rû ne. Ev şer şerek li dijî gelê Tirkiyeyê ye jî. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji bo xeyalên Osmanî pêk bîne, serî li şer daye. Dibe şereke li dijî Kurdan be, lê rastî li dijî demokrasiya Tirkiyeyê ye. Çawa ku gelê Kurd heta niha têkoşîn kiriye, wê ji niha û şûnde jî bi heman rengî bike.”

Aydenîz anî ziman ku wê têkoşîna wan a li dijî polîtîkayên şer bidome û got: “Têkoşîna me ya demokrasiyê wê bidome. Li Şengalê Iraq-PDK-Tirkiye-Emerîka bi hev re êrîşî destkeftiyên Kurdan dike. Her ku em dibêjin divê di nava Kurdan de yekîtî pêk bê, nêzîkatiya PDK’ê tinekirina Kurdan e. Ev sekin ne sekneke ya Kurdistanî ye. Ne têkoşîna yekîtiyê ye. Gelê Kurd dikare bê PDK’ê jî yekîtiyê bike. Divê gelê Başûr heta dawî xwedî li statûya bi kedeke mezin hatî avakirin, derkeve. Şereke li dijî statûya Başûrê Kurdistanê ye. Em êrîşa li ser Şengal, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Qet rê nadin şer.”

Heverokê KCD’ê Berdan Ozturk jî axivî û ev got: “Divê PDK û gelê Başûrê Kurdistanê êdî dengê me bibihîse. Bi destê hêzên serdest Kurdistan kirin çar parçe. Kurdistan yek parçe ye. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze Kurdistanê dagir bike. Berî niha jî vê kirin. Îro bi destê PDK’ê, bi desteka Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike. Ev şaş e. Em vê qebûl nakin.”

Ozturk bal kişand ser PDK’ê ya ku dibêje temsîla gelê Kurd dike û ev nirxandin kir: “Hûn didin nîşandan ku temsîla gelê Kurd dikin. Li gel Erdogan weke mehmûrekê destê xwe li ser hev didanî û disekin. Hûn bûne weke mehmûrê AKP-MHP’ê. Hûn temsîla Kurdan nakin. Hûn rûmeta Kurdan naparêzin. Berjewendiyên malbatî dane pêşiya her tiştî. Statûya Başûrê Kurdistanê ne statûya Malbata Barzanî ye. Statûya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Îro van li ser tinekirina Kurdan sond xwarine. Me ev yek li Efrîn û Girê Spî dît. Navê vê jî ne operasyon dagirkerî ye. Kurd vê qebûl nakin.”

Ozturk bang li PDK’ê kir û ev got: “Hê rê nêzîk dev ji vê berdin. Ji şaştiya xwe vegerin. Hê ne direng ji vê şaştiyê vegerin. Yan jî hûnê li rûpelên reş ên dîrokê bimînin. Gelê Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat li ber vê bêdeng namîne. Erdogan ji bo we nabe dost. Yên zilmê li Bakur dikin, nabin dostên Başûr.”

Piştî axaftinên hatin kirin, dawî li çalakiyê hat.