Kalkan: PKK bi 1'ê Gulanê mezin bû

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku PKK tevgereke azadiyê ya civakî û neteweyî ye û got, "PKK her carê 1'ê Gulanê weke roja nirxandineke nû û geşkirina têkoşînê pênase kiriye. Vê yekê jî xizmeteke mezin li pêşketina PKK'ê kiriye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran ji ANF'ê re axivî.

1'ê Gulanê Roja Piştevaniyê ya Karker û Kedkaran a Cîhanê nêzîk dibe. Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) jî partiyeke karker e. Hûn weke tevgerê wate û mîsyoneke çawa didin vê rojê?

Beriya her tiştî 1'ê Gulanê roja têkoşîn û piştevanî û yekîtiyê ya çîna karkeran di serî de li Rêber Apo, li hevrêyan hemûyan, gelê me yê kedkar, dostên me yên şoreşger-demokratîk û karker û kedkarên tevahiya cîhanê pîroz dikim. Di şexsê Şehîdên Taksîmê yên 1'ê Gulana 1977'an hemû şehîdên 1'ê Gulanê bi rêz û minet bi bîr tînim.
Belê em partiyeke karker in û ji destpêkê ve 1'ê Gulanê weke rojeke girîng bi wate dikin, pîroz dikin û hewl didin bikin rojeke têkoşînê. Em partiyeke karkker in, ji ber ku ji sedî 99 ê civaka Kurd civaka kedkar e. Di serî de metropolên hêzên ku Kurdistan talan kirine, li çar aliyên cîhanê karkeriyê dikin. Rêber Apo di vê mijarê de got, 'Di karên herî bermahî û giran de civaka Kurd têne xebitandin'. Ji ber ku em weke partiyeke pêşeng ji civakeke bi vî rengî derketin holê, pênasekirina xwe bi navê 'partiya karker' ne tiştekî li dijî rewşa civakî ye. Berevajî vê yekê, 'Partiya Karkerên Kurdistanê' pênaseyeke ku rastiya civaka me nîşan dide. Weke partiya pêşeng a civakeke bi vî rengî ya karker û kedkar xwe weke 'partiya karker' bi nav kiriye, li ser vê bingehê ji roja destpêkê û vir ve li gorî wate û girîngiya mezin a 1'ê Gulanê tevgeriya ye. Hewl da ku her 1'ê Gulanê bi wate bijî û binirxîne. Hem xwe perwerde kiriye, zane kiriye û ji aliyê hêza wateyê ve xwe kûr kiriye, hem jî 1'ê Gulanê kiriye rojên mezinkirin û xurtkirina têkoşînê.
Mîna Ramazan Kaplan û hevalên wî yên li Garzanê şehîd bûn û Abdulkadîr Çûbûkçû yê li Beyrûdê şehîd bû bi dehan şehîdên PKK'ê hene ku di 1'ê Gulanê de şehîd bûn. Her 1'ê Gulanê weke roja nirxandineke nû û bilindkirina têkoşînê nirxandiye. Vê yekê jî xizmeteke mezin ji pêşketina PKK'ê re kiriye.
Eger mirov bala xwe bide ser li gel hilweşîna reel sosyalîzmê jî rastiya 1'ê Gulanê di hişmendî û çalakiya karker û kedkaran de weke nirxekî bingehîn dewam kiriye û niha jî ne weke sedemeke lawaz, lê weke sedemeke xurtbûyî dewam dike. Çima? Ji ber ku pêwendiya xwe yekser bi çînî re heye. Mîna reel sosyalîzmê rewşeke têkildarî dewlet û desthilatdariyê nîne. Berevajî vê yekê pêwendiya xwe bi çînî heye. Yanî xwe dispêre bingeha civakî, pêwendiya xwe bi têkoşînê re heye. Bi qetilkirin, darvekirin û têkoşînê bi wate bûye. Di nava 180 salên derbasbûyî de li her devera cîhanê civakeke neteweyî nemaye ku komkujî lê nehatiye kirin û şehîdên mezin nedane. Rojeke bi vî rengî bi têkoşînê re bûye yek. Lewma feraset, rêxistinî û nêzîkatiyên xwe dispêrin dewlet û desthilatdariyên siyasî ji holê rabin jî 1'ê Gulanê bû rastiyek dewamkirî. Çima? Ji ber ku bi civakê ve girêdayî ye. Bi têkoşînê ve girêdayî ye. Lewma heta civak, karker û kedkar hebin, heta ku pêwîstî bi têkoşîna demokrasî û azadiyê hebe wê 1'ê Gulanê jî her tim hebe. Me 1'ê Gulanê bi vî rengî fêhm kir, bi wate kir û bi vî rengî jiya. Weke partî ji niha û pê ve jî li ser vê bingehê em ê bijî û her 1'ê Gulanê bikin roja xurtkirina têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê û mezinkirina rêxistiniya xwe.

We xwe weke partiya karker pênase kirin. Dema ku li navekî digeriyan tê gotin ku pêşniyara 'Partiya Komunîst' hate kirin. We çima ew nav tercîh nekirin?

PKK tevgereke ku di nava reel sosyalîzmê de ava bû û bi pêş ket. Lewma di destpêkê de bandora reel sosyalızmê li ser avahiya xwe ya hişmendî, rêxistinî û çalakiyê diyarker bû. Di nava pêvajoya sîstema reel sosyalîst de rêxistiniyên partiyên pêşeng, bêguman di pêvajoya avabûna PKK'ê de jî herî zêde bi rengê 'partiya komunîst' an jî 'partiya kıarker' xwe pênase dikirin. Bêguman ji bilî van jî partî hebûn ku xwe bi rengê cuda pênase dikirin û pêwendiya xwe bi çîna karker re hebû. Lê belê navên herî zêde dihatin bikaranîn ev herdu nav bûn. Ya 'Partiya Komunîst' ya jî 'Partiya Karker' bû.

Ji bo PKK'ê jî pêvajoya avabûna Rêbertî, koma îdeolojîk û partîbûnê, pêvajoyeke welê bû ku her tim navên navborî bi hev re dihatin nirxandin û nîqaşkirin, dihatin heman wateyê. PKK'ê ev zêde ji hev cuda nekir. Lê belê di 26-27'ê Mijdara 1978'an de li Gundê Fîsê yê Licê Kongreya Damezrandinê pêk anî û dema ku biryar bi rengekî fermî li ser avabûna partiyê hate dayin, diviyabû nav bihata diyarkirin. Di vê pêvajoyê de li nava tevgerê, di asta rêveberiya wê de li ser nav n3ıqaşê destpê kir. Hin heval hebûn ku dixwestin yekser navê 'Partiya Komunîst' lê bê kirin. Mînak hevalê Mazlûm Dogan yek ji wan bû. Lê belê li gorî rewşa civaka Kurd, rewşa civakên li Rojhilata Navîn, her wiha ji ber propagandayên derveyî rastiyê yên hêzên serwer têkildarî tevgera sosyalîst û komunîzmê dikirin, ji bo xwegihandina civakê navê 'partiya karker' hîn guncav hate dîtin. Hîn bêhtir bi civakê re digihand hev. Ji xwe navê 'partiya komunîst' hîn bêhtir xeta îdeolojîk ji xwe re dikir esas, navê 'partiya karker' jî bêhtir xwe dispart bingeha civakî û çînî. Hevalê Mazlûm Dogan ji ber ku xwedî nêzîkatiyeke îdeolojîk a tund bû, digot ku bila navê 'partiya komunîst' lê bê kirin, qet nebe ji bo demekê bi vî navî tevbigere, eger pêwîst bike dikare nav bê guhertin. Di dawiya pêvajoyeke bi vî rengî ya nîqaşê de piranî gihîştin wê baweriyê ku navekî xwe dispêre bingeha civakê wê bêhtir kêrhatî be. Lewma jî biryar li ser navê PKK'ê yanî Partiya Karkerên Kurdistanê hate dayin.
Ji xwe di serî de hevalê Mazlûm, hevalên ku îtiraz dikirin li ber navê 'partiya karker' randibû, red nedikirin. Navê 'partiya karker' dipejirandin, lê navê 'partiya komunîst' jî dipejirandin. Digotin, ji aliyê îdeolojîk ve tenê em dikarin vê xetê temsîl dikin, ji bo rê nedin avabûna partiyên komunîst ên sexte, ji bo tevgerên sexte yên ku navê 'komunîst' li xwe dikin lê dûrî komunîzmê ne ava nebin, ji bo pêşî li wan bê girtin digotin divê em navê 'partiya komunîst' li xwe bikin. Digotin ku qet nebe ji bo demekê jî bi vî rengî be, wê li Kurdistanê bi vî navî partiyek hatibe avakirin, hingî hêzên cuda wê nikaribin partiyeke wiha ava bikin, lewma jî li Kurdistanê ê tevgerên sexte bi vê xeta îdeolojîk ava nebin, wê destûr jê re nehatie dayin. Xwedî fikrekî bi vî rengî bûn. Dawiya dawî jî bi wî fikrî re bûn ku bi navê 'partiya karker' bê pênasekirin. Lewma nîqaşek hatibe kirin jî biryar li ser navê 'partiya karker' hate dayin ku ev yek jî bû nêrîna hevpar.

Bi sendîka û tevgerên karker û kedkaran ên li cîhanê re piştevanî û têkiliyeke we heye? Têkiliyeke we bi çi rengî heye?

Tevgera PKK'ê ji destpêkê ve weke tevgereke ku hin aliyên reel sosyalîzmê rexne dike, ava bû û bi pêş ket. Rexneya bingehîn a ku li reel sosyalîzmê dikir ew bû ku siyasetê datîne pêşiya îdeolojiyê yanî pîvanên îdeolojîk dike qurbanê siyasetê, siyaseta dewletê di ser her tiştî re dibîne. Ya ku PKK'ê rast didît ew bû ku li hemberî vê yekê pîvanên îdeolojîk her tim li pêş bihêle, siyasetê jî li gorî wê bike.

Nêzîkatiya reel sosyalîzmê ku berjewendiyên dewletê yên Yekîtiya Sowyetê di ser her tiştî re dihişt, lewma jî tevgerên sosyalîst bi berjewendiyên Yekîtiya Sowyetan ve girê dida weke 'modern revîzyonîzm' pênase kir û rexne kir. Bêhevsengiya Yekîtiya Sowyetan a di nêzîkatiya li têkoşîna rizgariya gelan, her wiha kêmaniyên wê, bi taybetî jî helwesta li têkoşîna azadiyê ya neteweyî ya gelê Kurd rast nedît, vê yekê jî nirxandineke bi vî rengî û rexnekirin afirand.

Yekîtiya Sowyetan têkildarî dewletên ku qirkirinê li Kurdan ferz dikin, aliyên van dewletan ên bi siyaseta Îngiliz-Elman re nakok pejirand, li ser bingeha berjewendiyan piştgirî da van dewletan û timî li ber berxwedana gelê Kurd rabû. Li şûna ku li ber komkujî, qirkirina li Kurdistanê rabe û piştgiriyê bide têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd, bi navê berjewendiyên Yekîtiya Sowyetan li hemberî komkujiyên ku dewletên Tirk, Îran, Ereb ên li Kurdistanê bêdeng ma, yan jî xeteke siyasî ya ku piştgiriyê dide wan dewletan pejirand. Vê nêzîkatiyê roleke girîng lîst ku PKK bi nêzîkatiyeke rexnekirinê nêzî reel sosyalîzmê bibe.
Ji xwe di pêvajoya avabûna PKK'ê de rêxistinên Tirkiyeyî û Kurdistanî yên têkiliyeke xwe ya xurt bi Yekîtiya Sowyetan re hebûn, xwedî karekterekî îdeolojîk ê sosyal şoven ên tund bûn, pirsgirêka Kurd red dikirin, her wiha hebûna Kurdan jî înkar dikirin.
Belê, ji aliyê îdeolojîk ve nêzîkatiya reel sosyalîzmê rexne dikir ku berjewendiyên Yekîtiya Sowyetan di ser her tiştî re didît, lê belê hebûna Yekîtiya Sowyetan û bi giştî jî hebûna 'sîstema sosyalîst' her tim girîng dît, ji aliyê têkoşînên gelên bindest û rizgariya neteweyî ve Yekîtiya Sowyetan weke rêxistiniyeke siyasî ya ji aliyê stratejîk ve hêja ye, nirxand. Yanî rexneya ku dihate kirin, nebû sedem ku PKK hebûna sîstema reel sosyalîst red bike, hêza wê înkar bike, wê ji nedîtî ve bê, wê bi temamî red bike. Li ser bingeha rexneya îdeolojîk her tim li têkiliyeke siyasî jî vekirî bû.
Ji xwe bi sala 1979'an bi derketina derveyî welat re derfet dît ku sîstema sosyalîst, rêxistiniya reel sosyalîst bêhtir jnas bike û hewl da heta astekê pê re têkiliyê deyne. Ji sala 1980'î û pê ve bi Bûlgaristan û hêzên mîna wê re têkilî danî ku li Rojhilata Navîn nûnertiya reel sosyalîzmê dikirin. Her wiha di nava Tevgera Rizgariya Fîlîstînê de bi rêxistinên ku bi Yekîtiya Sowyetan re xwedî têkiliyê ne bêhtir pêwendî danî û hewl da karekî hevpar bike.
Yanî têkiliya rêxistineke Fîlîstînî bi Yekîtiya Sowyetan re weke rewşeke neyînî nedît, berevajî vê yekê erênî dît û li gel rexnekirina îdeolojîk hewl da ku têkiliya siyasî jî deyne. Di çarçoveya vê yekê de di salên 1982 û 87'an de ji bo karibe hîn bêhtir têkiliyê deyne bi nûnerên reel sosyalîst re kete nava nîqaşê. Rêber Apo li ser vê bingehê du caran bi nûnerên welatên reel sosyalîst re hevdîtin kir, di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd û PKK'ê de li ser pêşvebirina tevgera sosyalîst a li cîhanê nîqaş kir û nêrînên xwe parve kir. Lê belê van hewldanan asteke têkilî û tifaqê ya berçav bi xwe re neanî. Ji xwe bêyî ku bi ser bikeve sîstema reel sosyalîst di destpêka salên 1990'î de bi rengekî trajîk ji hev ket, têk çû.
Pêvajoya piştre qewimî weke demeke ku gavên şênber bê pênasekirin. Bi esasî piştî guhertina paradîgmayê rexneyên li sîstema reel sosyalîst hîn bi hevgirtî, bi rêk û pêk, bi kûrahî hatin kirin, fikrên xwe bêhtir şênber kir û veguherand paradîgmayeke nû, vê yekê jî kir ku PKK hewl bide bi tevgerên kedkar û karker ên cîhanê re têkilî û tifaqê çêbike.
Ji aliyekî ve di vê çarçoveyê de parêznameyên Rêber Apo bi zimanên cuda hatin wergerandin û belavkirin, bi vî rengî 'Îdeolojiya Modernîteya Demokratîk' li karker û karkeran hate belavkirin. Ji aliyê din ve jî di asta navneteweyî de destpêkê li Ewropayê hewl hate dayin ku bi tevgerê cuda re têkoşîna hevpar bê meşandin, piştevanî bê nîşandan. Ev hewldan di vê demê de jî bi têkoşînên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bi platformên nîqaşê li ser paradîgmaya nû ya Rêber Apo, bi rexnekirina kêmasiyên reel sosyalîzmê û têkoşîna encamgir û rast li dijî modernîteya kapîtalîst, bi hewldanên pêşvebirina tevgerên çep û sosyalîst dewam dikin.
Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê û pêşveçûna Şoreşa Azadiyê ya li Rojavayê Kurdistanê tevkariyeke girîng li pêşketina hewldanên enterasyonalîst kir. Hem ji bo nîqaşkirina gihandina paradîgmaya nû ya Rêber Apo hem jî di çarçoveya tevlîbûna li şerê dijî DAÎŞ'ê de pêşketinên girîng afirandiye. Tê zanîn ku ji Rojava heta Kanadayê ji çar aliyên cîhanê ciwan derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, tevlî nava Şoreşa Azadiyê ya Kurd bûn û li dijî DAÎŞ'ê şer kirin. Beşek ji van jî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Bi vî rengî Şoreşa Azadiyê ya Rojava û têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê bû hêza navendî ya enternasyonal. Piştî ku ev yek bi paradîgmaya nû ya Rêber Apo û feraseta têkilî û tifaqê ya enternasyonalîst a PKK'ê re bûn yek, li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê dema ku kampanyayên têkoşînê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatin birêxistinkirin, li çar aliyên cîhanê gelek kesayet, rewşenbîr, hunermend, ramanger, kom, rêxistin, sendîka û tevger derketin holê ku PKK nas kirin, têkoşîna azadiyê û gelê Kurd dîtin, nirxandin û hewl dan pê re piştevaniyê bikin.
Di vê çarçoveyê de îro heta astekê têkilî û tifaq heye. Ev yek di kampanyayên têkoşînê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de bêhtir şênber dibe. Di vir de pêwîstî pê nîne ku nav bê bilêvkirin, lê belê ji Îngilistanê heta Başûrê Efrîkayê tevgerên karker û kedkaran, sendîkayan piştevaniyeke xurt nîşan dan. Tevgerên femînîst û ekolojîst, bi têkoşîna PKK'ê re di astekê de têkilî danîne.
Feraseteke welê ya PKK'ê nîne ku bi lez û bez yekser rêxistina cîhanê ava bike, avaniyeke burokratîk çêbike. Ji xwe nêzîkatiyên bi wî rengî li rastiya jiyanê, li diyalektîka pêşketina tevgeran nayê. Li şûna hewldanên şeklî giraniyê dide ser pêşketin û bandora fikrî, perwerdeyî, yanî têgihiştina îdeolojîk, hevpariya nêrînê, li ser vê bingehê jî di pratîkê de piştevanî, biratî û hevaltiya têkoşînê girîng dibîne. Di vê çarçoveyê de hêzeke xwe ya têkiliyê heye. Asta van bi taybetî di kampayayên têkoşînê de diyar dibe ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têne meşandin.
Bêguman ji bo xwegihandina potansiyela têkiliyê ya PKK'ê ji aliyê îdeolojîk û stratejîk ve, tevlîkirina wan li nava têkoşîna hevpar û birêxistinkirinê, asta heyî hînê weke destpêkekê dikare bê nirxandin. Her wiha gelekî teng û kêm jî dikare bê nirxandin. Ji xwe rewşa rastî û şênber jî bi vî rengî ye. Lê belê bi vî rengî jî be asta heyî girîng e. Timî bi pêş ve diçe. Têgihiştin, rêxistin û çalakî di nava hev de pêk tên. Ji hev qut nîne. PKK nêzîkatiyên ku van ji hev qut nîşan dide, rast nabîne. Lewma rewşa heyî kêm bê dîtin jî li ser rêya rast e û girîng e. Di vir de pêwîstî pê heye ku hinekî din bi rêxistinî tevbigere û bêhtir hewl bide. Bi taybetî rewşa gelê Kurd, wateya têkoşîna azadiyê û hebûnê ya Kurdan ji bo mirovahiyê, paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo û sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê 24 sal in dewam dike, girînge ji gelên cîhanê, karker û kedkar, jin û ciwan, rewşenbîr û hunermend, şoreşger û hêzên demokratîk re bêne vegotin, lewma berpirsyarî û erka me ye ku rastiya xwe bigihînin mirovahiyê. Ev yek berpiryariya tevgera me ye. Berpirsyariya bingehîn a karên me yên tifaq û têkiliyên derve ye. Heta astekê ev têne birêxistinkirin û meşandin. Lê belê têrker nîne. Em jî dinirxînin û rexne dikin. Em di wê baweriyê de ne ku divê ev kêmasî ji holê bê rakirin, li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst, li ser bingeha ku konfederalîzma demokratîk bibe alternatîf, cîhaneke nû ya demokratîk û jiyaneke azad bê afirandin. Hewldanên me li ser vê bingehê ne. Em di wê baweriyê de ne ku ev yek wê pêk were.

Sedemên nêzîkatiyên hin derdorên li Tirkiyeyê ku tenê hewl didin karakterê neteweyî yê PKK’ê derxin pêş çi ne?

Li Tirkiyeyê di nava van 50 salên derbasbûyî de, bi zanebûn an jî ne bi zanebûn, ji gelek aliyan ve nêzîkatiyên şaş û çewt li hemberî PKK’ê çêbûye. Di nava wan de yên bi zanebûn û plansazkirî jî hene, ev jî weke êrişên dijminane yên ku pêşketina PKK’ê asteng dikin tên dîtin. Hin têgihiştinên şaş hene ku ji têgihîştinê derdikevin û ji ber vê yekê li ser bingeha sepandina rastiyên xwe pêş dikevin. Mînak dema ku rastiya PKK'ê di vê astê de zelal derneketibû û ji aliyê her kesî ve nedihat naskirin, hewl hat dayîn ku bi îstîxbaratê re bê girêdan. Yên ku vê yekê di nava çepên Tirk de û di nava tevgerên bi navê Kurd de didina nîşandin jî hebûn. Derdorên bi vî rengî bi dizî an eşkere gotin ku PKK 'tevgereke ku ji aliyê rêxistinên îstîxbaratê yên weke MÎT û CIA'yê ve hatiye avakirin'. Vê propagandayê li ser civaka Tirkiyeyê û derdorên çep-sosyalîst, her çiqas ne di asteke pir pêşketî de be jî, bandorek xwe kir. 
Dîsa li ser karekterê şerker ê gelê Kurd, nêzîkatiyên ku PKK tevgerek pir pratîk e, ne xwedî kûrahî û hêza ramanê ya wisa dinirxandin. Dema ku PKK'ê nas kirin, dîtin ku rastî ne bi vî rengî ye û fêm kirin ku ew xelet in. Bi rastî jî dîtin ku PKK tevgereke mezin a Rêbertiyê ye, di vê wateyê de zîhniyeteke nû ye, hêzeke mezin a ramanê ye û li ser bingehê têgihiştin û hişmendiyeke kûr a teorîk e. Aliyê wê yê praktîkî, aliyekî pir kêm ê vê hêza teorîk îfade dike. Pratîka wî ne ji teoriya wî xurtir e, berevajî vê teoriya wî ji pratîka wî xurtir e. Li ser vê yekê Rêber Apo got, 'Em tenê dikarin ji sedî 5 ramanên xwe bi cih bînin'. Her wiha diyar kir: 'Pirsgirêka me ya birêxistinkirina ramanên mezin û pêkanîna wê heye'. 
Ji ber vê yekê berevajiyê ramanên wiha rast bû. Pîvana PKK'ê ya gelekî xurttir aliyê wê yê ramanî û teorîk bû. Ji ber ku ev nîşana derketina Rêbertî ya nû bû. Aliyê teng, qels aliyê pratîk bû. Ev derdor xwe weke hêza teoriyê dibînin û hewl dan ku li ser vê bingehê rê nîşanî PKK'ê bidin. Lê dema rastiya PKK’ê, rêbertiya wê û asta teorîk dîtin, fêm kirin ku nêzîkatiya wan xelet e û dev ji armancên xwe berdan.
Nêzîkatiyên ku tenê pîvana neteweyî ya îdeolojiya PKK’ê dibînin û naxwazin aliyê wê yê civakî bibînin jî xeletiyeke bi vî rengî îfade dikin. Di rastiyê de mirov dikare bibêje: Di destpêkê de rewşeke wiha bi pratîkî hebû. Di serdema ku PKK li ser bingehê fikir û rêxistinên reel sosyalîst bû, karakterê wê yê neteweyî zêdetir derket pêş. Ji ber ku di aliyê civakî, siyasî û çandî de ji sosyalîzma reel wêdetir tiştekî wî yê nû û cuda tunebû ku bêje. Ya cuda ew bû ku nêzîkatiyên şaş a şopdarên reel sosyalîzmê yên li Tirkiye û Kurdistanê ya li pirsgirêka neteweyî ya Kurd û nêzîkatiyên ku ew înkar dikir an jî rast nedinirxand, rexne dikir. Li ser vê bingehê rastiya ku PKK'ê diyarker dike ew e ku pirsgirêka neteweyî ya Kurd bi rengekî rast destnîşan kir û li gel têkoşîna li ser bingeha azadiya neteweyî, nêzîkatiyên îdeolojîk ên çareseriyê jî destnîşan kir.
Rêber Apo nêzîkatiya çepên Tirk ên salên 1971-72’an li hemberî dewlet, şoreş û rêxistinê û şêwaza têkoşîna wan rexne kir. Lê rexneya wî ya sereke nêzîkbûna pirsgirêka Kurd û pêşketina Tevgera Azadiya Neteweyî ya Kurd bû. Ji ber vê yekê pîvana yekem bû pîvana neteweyî. PKK bi vî awayî hat naskirin. Rewşeke wisa bû ku wê demê hinekî konkret bû. Lê paşê ev rewş ji gelek aliyan ve guherî. Di rastiyê de, di destpêkê de her çendî di derxistina pirsgirêka neteweyî ya Kurd de û diyarkirina çareseriya wê de ramaneke nû anîbû ziman, lê aliyê îdeolojîk jî hebû ku nêzîkatiyên sosyalîzma reel rexne dike ku berjewendiyên dewletê li ser prensîbên bîrdozî radixe pêş çavan. Di nava PKK bi xwe de hevgirtineke wisa hebû.
Lê derdorên çep-sosyalîst li Tirkiye û Kurdistanê ji ber ku xwe rast didîtin û bi PKK'ê re di nav têkoşîneke îdeolojîk a berdewam de bûn, li şûna ku tevgerên muxalefetê bi giştî bihesibînin tercîh kirin ku tevgerên muxalefetê wekî tevgerek yekalî û neteweyî bibînin. Xwestin vê weke rêbazeke têkoşînê li dijî PKK’ê pêk bînin. Bi vî awayî PKK weke tevgereke teng, neteweperest nîşan dan û gotin ku ew ne tevgereke çep-sosyalîst e. Hewl dan PKK’ê teng bikin û ji tevgera çep-sosyalîst dûr bixin. Ji ber vê yekê dixwestin pêşî li têkilî û tifaqên PKK'ê yên derve bigirin û xwestin Kurdan, şoreşger û sosyalîstên Kurd ên ku bi giranî di nava sazûmana xwe ya rêxistinî de bûn, di nava rêxistina xwe de bihêlin. PKK’ê weke teng û netewperest nîşan dan û xwe weke tevgereke sosyalîst pênase kirin, hewl dan şoreşgerên Kurd di nava rêxistina xwe de bihêlin. Fikar û pirsgirêkên wan ên wisa hebûn. Ger wan PKK’ê weke tevgereke azadîxwaz a neteweyî û civakî bihesibanda, wê demê nedikarîn Kurdan di nava pêkhateya xwe ya rêxistinî de bihêlin. Bi awayekî xwezayî cihê wan tevlîbûna PKK’ê bû. Ji ber vê xemê hewl dan PKK’ê teng û neteweperest nîşan bidin.
Bi rastî jî li şûna dîtina heqîqetê, hin fikarên rêxistinî, berjewendî bûne sedema berovajîkirina rewşa rast. Lê belê di serî de PKK weke tevgereke ku aliyê sosyalîzma reel a ku girîngiyê nade prensîbên îdeolojîk rexne dike hat dinyayê. Her wiha nêzîkatiyên îdeolojîk ên tevgera şoreşger-sosyalîst a li Tirkiyeyê heta radeyekê rexne kir û bi taybetî jî sedemên têkçûna li pêşberî darbeya leşkerî ya 12'ê Adara 1971'an li vir vegot. Di wê baweriyê de bû ku ji bo avakirina tevgereke têkneçûyî divê sedemên îdeolojîk ên ku bûne sedema vê têkçûnê ji holê bên rakirin û bi vî rengî tevdigeriya. Bi rastî jî bi rengekî xwe-rexnegiriyê dersên vê berxwedana mezin a li hemberî darbeya 12'ê Adarê girt û derbasî nava avabûna PKK'ê kir. Vê yekê hem di warê teorîk û hem jî di warê pratîkî de PKK bi awayekî rastir û bi hêztir pêş xist.
Helbet di demên pêş de aliyên PKK’ê yên ku têkoşîna civakî dihesibînin derketin pêş. Mînak Şoreşa Azadiya Jinê, xeta îdeolojîk a ku ev şoreş da destpêkirin û pêşxist, têgihiştinên teorîk, zîhniyeta serdest a mêr û rexneyên li ser malbat û jiyanê ku ji aliyê pergala desthilatdar û dewletê ve hatiye pêşxistin, di vî warî de rewşeke gelekî girîng îfade dike. Dîsa nêzîkatiya ekolojîk nêzîkatiyeke bîrdozî ya pir kûr û girîng bû. Di heman demê de nêzîkatiyên pir teng û kurt ên sosyalîzma reel a ku rastiya dîrokî ya civakê bi hemû aliyên wê nedidît, rexne kir. Ji ber vê yekê PKK’ê di destpêkê de her tim bi kûrkirin û pêşxistina pîvana tevgera azadiya civakî, karîbû bi şêwazeke nû ya fikir û pratîkê veguhere sentezeke nû ya azadiyê.
Helbet vana niha hêza PKK’ê nîşan didin. PKK di warê teorî û pratîkî de tevgereke yekgirtî ye, tevgereke ku rojane pêşketin û têkoşînê dide. Ji ber vê yekê yên ku PKK’ê rast nabînin, ango yên ku di xapandinên xwe de asê mane, li pêşberî rastiya PKK’ê asê mane, nikarin li dijî rastiya PKK’ê ya teorîk û pratîkî tiştekî bibêjin. Li hember PKK’ê bi awayên curbecur teng dikin û rastiya PKK’ê berovajî dikin. Helbet ev şêwazekî têkoşînê ne rast e, qelsî û tengbûna xwediyên xwe îfade dike. Eşkere ye ku qelsî û nêzîkatiyeke wiha teng nikare li hemberî PKK’ê bi bandor be, têkoşîneke serketî bidest bixe. Ji ber vê yekê her çendî yên xwedî nêzîkatiyeke wiha hewl didin hin tiştan rizgar bikin jî, di dema navîn û dirêj de her tim winda kirine û winda dikin.

Ji destpêka damezrandina PKK’ê heta niha Rêber Apo di qonaxa kombûnê de jî di nava hewldanan de bû ku bi derdorên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyê re têkilî û tifaqan pêk bîne. Çima ev yekîtî bi temamî pêk nayê, astengiyên çawa hene?

PKK bû tevgereke ku di nava tevgera şoreşger a Tirkiyeyê de çêbû, pêş ket, ji wê qut bû, bi hêz bû û pêşketin çêkir. Rêber Apo di nava berxwedana şoreşgerî ya li dijî darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Adara 1971’an de derket. Kadroyên ku PKK'ê pêk tînin, di nava agirê vê berxwedanê de xwe germ kirin û bûn sempatîzanên şoreşgerî. Wana eleqe nîşanî têkoşîna Çep-sosyalîst dan. Dema ketin nava têkoşîneke bi vî rengî û rastiya têkoşînê dîtin, li dora Rêber Apo hatin cem hev û ji dayikbûn û pêşketina Tevgera Apoyî ava kirin. Rêber Apo rewşa xwe wiha anî ziman, “Derbe li ber pozê min re derbas bû, ez hîn ne milîtanekî ku bi rêxistinî derbasî çalakiyê bibe nebûm, lê ez hatibûm asta sempatîzanekî pêşketî yê THKP-C’ê ku amade bûm her kêliyê çalak bibim." Kadroyên din ên ku tevlî Rêber Apo bûn, di asta sempatîzanên ciwan û ne çendî pêşketî bûn. Di vê wateyê de PKK yek ji wan komên şoreşger e ku di berxwedana li dijî darbeya 12’ê Adara 71’ê de pijiya ye, teşe girtiye û ji vê berxwedanê derketiye holê. PKK tevgereke ku wê berxwedanê ji xwe re esas girt û weke parçeyekî tevgera şoreşgerî ku li dijî feraset û polîtîkayên ku dixwazin Tirkiyeyê veguherînin dîktatoriyeke faşîst-olîgarşîk têdikoşe ye. Rêber Apo di dorhêleke wisa de ji derketiye û bûye rastiyeke Rêbertî ya ku bi kûrahî têdigihêje, hîs dike û tevlî berxwedanê dibe û li ser vê bingehê derketinek pêkaniye. Rêber Apo jî her tim vê bi rûmet û serbilindî ve aniye ziman. Da zanîn ku derketina Rêbertiyê, derketin û meşeke li ser esasê xwedîderketina li bîranînên Mahîr, Denîz û Îbrahîman û serxistina armancên wan e. Rastî wiha bû. Her tim watedar didît ku derketina Rêbertiyê bi vî rengî be.
Di vê çerçoveyê de bi xwe parçeyek ê Tevgera Şoreşger-Sosyalîst a Tirkiyeyê ye. Ji destpêkê ve wisa derket holê û her tim xwe wisa didît. Her ku zana bû, dît û fahm kir ku aliyekî vê yê girîng ewe ku divê civaka Kurd li ser hîmê azadiya netewî û civakî were birêxistinkirin û bikişînin nava tekoşînê. Bû partiyeke Kurdî. Li Kurdistanê têkoşîn kir. Gelê Kurd perwerde kir, bi rêxistin kir û kişande nav têkoşîna azadiyê, lê her tim van hewldanane weke parçeyekî stratejîk ê Şoreşa Demokratîk û Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê, girte dest û nirxand. Di serî de li dijî desthilatdarî û pergala dewletê ya ku li Tirkiyeyê zext, îstîsmar û qetlîam di asteke zêde de pêş xistî, ev têkoşîn birêve bir.
Yanî dijmin hevpar bû, armancên wan hevpar bû. Tenê rêxistin û zemînên têkoşînê cuda bûn. Tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê xwe di nava xwe de bi rêxistin dikir û li qadên civaka Tirkiyê têdikoşiya. Li aliyê din PKK civaka Kurd esas digirt, li Kurdistanê bi rêxistin dibû û têkoşîn dikir. Cudahî wisa lêhat. Nêzîkatiya Rêber Apo ji destpêkê ve ev bû. Wî li wan weke ku ew bi hevre nakok in temaşe nekir. Rêxistinbûn û têkoşîna civaka Kurd a ji bo azadiya neteweyî û civakî di avahiyeke ku ne bi têkoşîna şoreşa demokratîk a gelên Tirkiyê bi nakok be, lê di avahiyekê ku bi wê re yekîtiyekê çêbike de dît. Wî ew neanîn beramberî hevûdu. Her gav bawer dikir ku ew dikarin bi hev re û di nava hevûdu de bin û ji bo ku wisa birêve bibe xebitî.
Li ser vê bingehê hewldanên wî yên girîng çêbûn. Piştî ku pêvajoya derbeya 12'ê Adarê derbas bû, Rêber Apo û Koma Apoyî di asteke aktîf û pêşeng de tevlî xebatên ji nû ve birêxistinkirina Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Tirkiyeyê bûn. Rêber Apo di damezrandin û pratîkkirina Komeleya Xwendina Bilind a Demokratîk a Enqereyê de di asta serokatiyê de cih girt. Hevalê Hakî Karer di rêveberiyê de cih girt. Koma Apoyî yek ji komên ku herî zêde tevlî vê rêxistinbûyîna hevpar a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Tirkiyeyê bû.
Li aliyekê Koma Apoyî ku weke koma îdeolojîk a şoreşger a ciwanên Kurd xwe rêxistin dikir hebû, lê li aliyê din rêxistinbûna hevpar a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Tirk jî dihat pêşbînîkirin. Rêxistina hevpar a rêxistina şoreşger a ciwanên Kurd û Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê weke tevgerên ne bi hevre dijber û nakok, lê weke tevgerên ku dikarin di nav hev de û bi hevre pêş bikevin dît.
Dîsa piştî darbeya faşîst-leşkerî ya sala 1980’an, ji bo li dijî faşîzmê berxwedaneke hevpar û têkoşîna hevpar pêş bixin, Rêber Apo û PKK’ê ji rêxistinkirina Eniya Berxwedana Yekbûyî ya li dijî faşîzmê re pêşengî kir. Ji bo ku li Tirkiye û Kurdistanê li dijî darbeya faşîst a 12’ê Îlonê, bikare berxwedaneke hevpar a antî-faşîst û demokratîk were pêşxistin, di asta herî çalak de cih girt. Di pêşketina xwe ya teorîk û pratîk de bû xwediyê hewldana herî zêde.
Niha çima van hewldanan bi tevahî bi ser neketin, venegeriyan pratîkê, demdirêj nebû? Li pêşiya vê yekê çi astengî hebûn? Tevî ku demek dirêje ew pirsane têne nîqaş kirin û bi gelek caran hatine bersivandin, lê pirsên girîng in. Ez weke kesekî ku di vî warî de rewşên şênber nas dikim, dikarim van tiştan bînim ziman: Tu kêmasî û xeletiyên girîng ên Rêber Apo û PKK’ê nebûn. Dibe ku di pratîkê de xeletî hatibin kirin. Dibe ku di wextê xwe de tevnegeriya bin, nekarîbûne xwe baş rave bikin, nekaribin bi tevahî rêxistinkirî tevbigerin, lê di warê feraset û pêkanîna pratîk de nêzîkatiyeke wan a ku yekîtiyê lewaz bihesibîne, têkoşîna hevpar biçûk bibîne, li derveyî wê bimîne, têkoşînekê cuda yê li dijî wê û xwe tenê bixe navend, nebûye.
Her tim têkoşîn û rêxistinbûyîna hevpar girîng dît. Ji bo vê yekê raberkirina her cure hewldan û fedakartiyê da ber çavan. Ez dikarim vê bi zelalî îfade bikim. Di vê çarçoveyê de hindek deman rexne ji bo PKK’ê dihatin, lê ne rast bûn û rastiyê nîşan nedidan. Divê xwediyê wan dubare dubare bigirin dest û binirxînin. Di vê wateyê de astengiya herî bingehîn a li pêşiya rêveneçûna yekîtiyê, nebûyîna yek a tevgerên şoreşger ên Tirkiye û Kurdistanê di nava rêxistineke bilind-hevpar de û pêşnexistina têkoşîneke hevpar, çavkaniya xwe ji fikir û şêwaza tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê girt.
Weke fikir, bandorên şovenîzmê li ser wê hebû. Em ji vê re dibêjin şovenîzma civakî. Nêzîkatiyên ku rastiya Kurd, hebûna Kurd û Têkoşîna Azadiya Kurd înkar dikin hene. Li ser tevgera kemalîst tiştek wiha tê gotin: Mustafa Kemal qaşo gotiye, 'Eger li vî welatî pêwîstî bi komunîzmê hebe, wê jî em ê bînin'. Niha Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê jî gotiye: ‘Ger wê azadiya Kurdan pêk bê, wê jî em ê bînin’. Ev jî cureyekî înkarkirina Kurdan e. Biçûkxistina Kurdan e, tune hesibandina wan e. Nêzîkatiya “Tu nikarî tiştekî bikî, ger tiştek ji te re hewce be, wê jî tenê em dikarin bidin” e. Şovenîzma esas û şovenîzma civakî eve. Tevgera çep-sosyalîst a li Tirkiyê nekarî xwe ji wê rizgar bike. Nekarîn wateya kûr a vê yekê fêm bikin. Nekarîn xeteriya di vê yekê de bibînin.
Ew şovenîzma netewî ya mezin her tim bi şêweyên curbecur xwe nîşan da. Di warê şêwazê de xwe ji têkoşîneke hevpar dûr girt. Helwestên çînên serdest û rêveberiya dewletê yên ku Kurd biçûk dixist û wan bi xeter nîşan didan, bandor bûn. Bi qasî ku karîn xwe ji Kurdan dûr girtin û xwe ji êrîşên hovane yên dewleta Tirk parastin ji xwe re esas girtin. Li vir nêzîkatiya fêlbazî û bercewendîxwaz a ku dibêje, ger zordestî hebe bila li dijî Kurdan derkeve, ez ê nebim hedef, ez ê nekevim ber wê şîdetê, serwer bû.
Li aliyê din, nêzîkatiya xwe mezin dîtinê hebû. Mînak dema ADYOD ji aliyê dewletê ve hat girtin û li şûna wê AYOD hat avakirin, çawa çêbû? Tenê di rêveberiya koma Rêya Şoreşger (Devrimci Yol) de rêxistineke ciwanan derket holê. Nêzîkatiya antîdemokratîk a “Em gelek in, hejmara me pir e, wê demê hemû biryaran jî emê bigirin, emê bibin rêveberî, hûn neçarin tevlê me bibin” her tim serwer bû. Kî di nava tevgera çep a Tirkiyeyê de bi hêz bû, nêzîkatiyeke bi heman rengî nîşan da. Di demekê de ku ev ne demokrasî bû. Demokrasî li berçav girtina mafên kêmneteweyan e. Cîh dayîna wan e, bi wan re bûyîna yek e. Lê wisa nebûn.
Helbet ev ê çêbibe: Tirkiye civakeke mezin e, nifûs û erdnîgariyeke berfireh e, Kurd bi nifûs û hejmara xwe hindik in, dibe ku rêxistinbûnên Kurdan li gelek deveran kêm bin. Wê demê ku hesabê tiliyan dibe wê her tim bi yekê ku li Tirkiyê ye ve girêdayî be. Jixwe mêtingeriyê ew girêdaye. Wê demê tevgera çep-sosyalîst jî wê girêbide. Ferqa vê ji girêdana mêtinger a nihayî re çiye? Em nikarin bibêjin 'girêdana mêtingerî xirab e, lê girêdana bi min re baş e'. Her cure girêdayîbûn xirab e. Divê em wan hemûyan bişkînin. Li cihê ku girêdanbûyîn hebe, azadî lê tune ye. Îradeya azad pêş nakeve. Feraseteke bi vî rengî ya demokrasiyê ya li ser bingeha hejmar û hesabên tiliyan, bandorek girîng li astengkirina pêşketina yekîtiyê kir.
Weke sedema dawî divê em behsa oportunîzmê bikin. Di rastiyê de derketina Mahîr, Denîz û Îbrahîman bû derkeftineke mezin a dîrokî. Bi rastî jî bi mêrxasî û qehremanî bû. Ji ber ku Tevgera Şoreşger a Tirkiyê karî lehengî û qehremaniyeke wiha derxîne holê, her tim dikare serbilind be. Lê ev derketin jî bi awayekî hovane hat qetilkirin û tepisandin. Denîz hatin îdamkirin, hem jî dîmenê wê hat kişandin û di nava civakê de hat belavkirin. Li ber çavê her kesî Mahîr Çayan û hevalên wî ji aliyê artêşa Tirk ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Îbrahîm Kaypakkaya di êşkenceyê de hat qetilkirin. Ji bo ku çavê civakê, jinan, ciwanan, şoreşgeran bitirsînin, her tim wana nîşanî wan didan. Bi gotina ku ‘yên ku wiha tevdigerin wê aqubeta wan wiha be’ û hema bêje hewl hat dayîn ku tirsekê belav bikin. Kes nikare bêje ku bandorek wê nebû. Bi taybetî di pêvajoya derbeya 12’ê Adarê de cara yekem êşkenceyên şerê taybet hatin pêşxistin. Bi sedan milîtanên şoreşger-ciwan hatin girtin û êşkence kirin. Bi zextên giran re rû bi rû hatin hiştin. Her wiha ji ber ku komkujiyeke bi vî rengî ya li hemberî şoreşgeran, bi berdewamî zindî hiştina îdamkirina wan û nîşan dayina wan, bandor li hest û ramanên mirovan kir. Kes nikare bêje ku tu bandoreke wê nebû, tirsînek çênebû.
Rêber Apo ji van ders girt û şêwazekî ku li Kurdistanê xeletî neyê kirin û xebat û têkoşîneke rast bê pêşxistin, pêşbînî kir. Ev nêzîkatî û şêwaze tekoşîn bir serkeftinê. Li Tirkiyê li şûna ku bi vî rengî bibe, tirs, xof û xwe paşve kişîn serwer bû. Di navbera salên 75-80’î de li dijî faşîstan di asta ciwanan de têkoşînek girîng hate rêvebirin. Di encamê de dema ku darbeya 12’ê Îlona 1980’an pêk hat, ji ber ku têkoşîneke bi vî rengî nikare ti encamekê bide, hê zêdetir paşve kişîn û  pasîfîzebûyîn pêş ket. Ji ber vê yekê helwesta oportunîzmê, reva ji pratîkê, di pratîka şerê şoreşgerî de cih negirtin pêş ket. Bi giştî ev helwest di asta rêxistinî de derket holê.
Ev yek bû sedem ku rêxistinên şoreşger ên Tirk di têkoşîna li dijî darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an de nekaribin derketinê çêbikin û li berxwe bidin. Yên ku digotin ew şopdarê mîras û berdewama tevgereke ku li dijî darbeya 12'ê Adarê bera xwe didin çalakiyên ewqasê xurt, li dijî darbeya 12'ê Îlonê neçar bûn ku têkoşîneke gerîla ya serkeftî bi pêş bixin. Diviyabû ku pratîk bi vî rengî bûya. PKK’ê ji bo vê yekê pêş bixe gelek hewl da. Pêşengî jî kir. Eniya Yekbûyî ya Berxwedana li Dijî Faşîzmê bi temamî vê îfade dikir û şaxa Kurdistanê ya vê eniyê jî li ser esasê Pêngava 15’ê Tebaxê berxwedaneke wisa ya gerîla pêş xist. Ev bingehek pir xurt bû. Mînak li ser vê yekê berxwedana FKBDC dikaribû li Tirkiyê pêş bikeve. Şaxa FKBDC ya Tirk jî di salên 1971-72’an de dikaribû bi xwe spartina berxwedana gerîla ya li Kurdistanê re tişta ku nekarîbû serbixîne bi ser bixistiba. Dikaribû têkçûna heyî veguherîne serketinê. Dikaribû bi pêşxistina tevgereke mezin a gerîla ya li Tirkiyeyê vê zîhniyet û siyaseta faşîst-qirker têk bibira.
Ger wisa bibûya, ne hilweşîna sosyalîzma pêkhatî ya salên 1990’î, belku wê hilweşandina zîhniyet û siyaseta faşîst-qirker a li Tirkiyeyê pêk bihatiba ku ew jî wê bibûya sedemê parçebûna NATO’yê. Wê bibûya sedema hilweşîna pergala kapîtalîst. Têkiliya şoreşgeriya Tirkiyê bi geşedanên li cîhanê re di vê astê de ye. Ger berxwedana şoreşgerî bihata pêşxistin, ger îrade bihata nîşandan, wê şoreşa cîhanê pêk bihata, pergala modernîteya kapîtalîst li cîhanê bihata hilweşandin, wê têkçûn û jihevketina wê pêk bihatiba. Lê ev yek pêk nehat. Dema ev yek pêk nehat, mirov dikare bibêje ku hilweşîna sosyalîzma pêkhatî jî bi vê ve girêdayî bû. Nabe ku her tişt bi vê yekê ve were girêdan. Lê weke mînak hewldanên nûjenkirinê yên li Rûsyayê, bi ser neketin. Ger li Tirkiyê ji bo hilweşandina pergala modernîteya kapîtalîst, di çarçoveya xeteke rast a îdeolojîk-siyasî de tevgereke şoreşgerî bihatiba pêşxistin, wê ev yek bandoreke erênî li guhertin, nûkirin û ji nû ve avakirina Rûsyayê bikiriba.
Helbet heta ku paradîgmaya desthilatdarî û dewletê ji holê ranebûya, çiqasî bi pêş ketibûya jî, wê hilweşiyaba. Di dirêjahiya dîrokê de sedema bingehîn a ku tevgerên azadiyê tevî serkeftinên mezin di têkoşîna pratîk de nekarîne wê mayînde bikin ew e ku xwe dispêrin paradîgmaya desthilatdariyê û dewletê û dixwazin weke dewletê bi amûrên zext û mêtingeriyê azadî û demokrasiyê pêk bînin. Pêşketinên azadîxwaz bêyî guhertina vê amûrê û derbaskirina paradîgmaya desthilatdarî û dewletê nikarin mayînde bin. Lê ger Tevgera Şoreşger a Tirk bi pêş ketibûya û ber bi salên 1990’î serketin ferz bikiriba, wê ev pratîk bikariba veguhertina paradîgmayê û nûkirina bîrdozî ya di nava xwe de derxistiba holê. Pratîk xwedî hêzeke wisa ye. Lê dema ku ev yek pêk nehat, yê hilweşiya sosyalîzma pêkhatî bû.
Vêca eger mirov bibêje ku çima şoreşa mezin a ku di destpêka salên 1970’yî de derketiye holê, bi ser neket, lê rewşek wisa jiya, divê bandora vê şovenîzmê û şovenîzma civakî weke sedema sereke ya vê yekê bê dîtin. Divê şovenîzma civakî biçûk nebînin. Şovenîzma civakî di pratîkê de tê wateya oportunîzmê. Tê wateyê ku ji xwe pê vetir yên din li ber çav negirtin e. Nêzîkatiyeke antîdemokratîk e. Yê ku demokrasiya xwe nebe jî ne pêkan e ku azadî pêş bixe û biparêze. Rewşa tevgera şoreşger a Tirkiyê vê yekê bi awayekî vekirî nîşan dide. Weke astengiyên sereke mirov dikare wana bîne ziman. Mijarek e ku divê hîn kûrtir were nirxandin û rewşek heye ku divê bi girtina dersên rast were sererast kirin.

Li aliyê din rastiya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan heye ku hûn di bin sîwanekê de bi tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê re tên cem hev. Ji damezrandina wê û vir ve gelo di asta ku hûn hêvî dikin de ruhekê ku şoreşê pêk bîne, hatiye afirandin? Di vê wateyê de ji bo HBDH’ê wezîfeyeke çawa tê diyarkirin û encamê çawa derdikevin holê.

Ji Adara 2016’an û vir ve me bi hin rêxistinên şoreşger ên Tirkiyê re di bin navê ‘Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan’ rêxistinbûn, tifaq û yekîtiyeke nû ava kir. Ev berdewama ADYOD û FKBDC ye. Xwe dispêre heman feraset û helwesta me. Em dikarin teqez vê yekê diyar bikin. Di vê wateyê de divê em ji destpêkê ve bi zelalî diyar bikin ku nêzîkatiya me stratejîk e. Divê hevalên me yên HBDH'ê baş bizanibin ku nêzîkatiya me teqez ne taktîk e, ne siyasî ye, ne li gorî bercewendiyên heyî ye. Berevajî vê, nêzîkatiyeke ku şoreşa demokratîk a Tirkiyê pêşbînî dike, rizgarî û jiyana azad a hemû gelên Tirkiyê armanc dike, û nêzîkatiyeke ku karker û kedkarên Tirkiyê, jin û ciwanan digihîne jiyana azad û demokratîk armanc dike. PKK van hedefan wek ya xwe dibîne. Ji destpêkê ve di nava têkilî û tifaqeke stratejîk ya ku vana digire nava xwe de ye. Dema ku pêşiya wê were vekirin, weke di pratîka ADYOD’ê de, hat asta ku di refên herî pêş de têdikoşe û şer dike. Dîsa mîna di pratîka FKBDC’ê de, heta ku hevalbendên wê gavên pêwîst neavêtana jî, PKK’ê bi tena serê xwe ji avêtina pêngava berxwedanê ya ji bo azadiyê û ji têkoşîn û dayina berdêlan a li ser vê bingehê xwe paşve neda. Vane rastiya şênber û nêzîkatiya PKK’ê nîşan didin. Divê teqez di vê mijarê de nekevin nav feraset û helwesteke şaş.
Şert û mercên ku bûn sedema derketina HBDH’ê çi bûn? Ferqa wê ji yên din çi ye? Çima karî ewqasî temendirêj be? Niha di sala xwe ya şeşemîn de ye. Ew girîng e. Rêxistinên şoreşger ên Tirkiye û Kurdistanê nekarîn di nava tifaqeke wiha demdirêj de bimînin. Heta Tevgera Şoreşger a Tirkiyê jî nikarîbû di nava xwe de tifaqeke wisa demdirêj pêş bixista. Ev cara yekem e ku çêdibe. Ya rastî ev jî bi şert û mercên avakirina HBDH’ê ve girêdayî ye. Di vê nuqteyê de ez dikarim balê bikşînim ser du faktoran: Ya yekem guherîna di nêzîkbûna li pirsgirêka Kurd e. Rêxistinên di nava HBDH’ê de helwest û nêzîkatiyên xwe yên berê yên derbarê pirsgirêka Kurd û çareseriya wê de di asteke girîng de derbas kirine.
Bê guman ew jî tam wek PKK’ê dihizirin, mirov nikare bibêje ku di her warî de gihîştine rewşeke îdeolojîk a hevpar. Eger wisa be, dikare nêzîkatî û asta tifaqê hîn cudatir bin. Lê em dikarin bibêjin ku gihîştiye xetekê ku di mijarên bingehîn de şovenîzma civakî derbas kiriye û bi awayekî erênî û rast nêzî têkoşîna hebûn û azadiyê ya Kurd dibe. Xetekê ku hebûna gelê Kurd înkar nake, rêxistinbûn û rêvebirina têkoşîna wê ya azadî û demokrasiyê pêwîst dibîne, piştgirî dide têkoşîneke wiha û tevlêbûnê nîşan dide, pêş xistine.
Ew bandorên sosyal şoven bi giranî hatine şikandin. Helbet di aliyê paradîgmayê de, bandorên sosyalîzma pêkhatî bi temamî nehatine derbaskirin. Ji ber vê yekê, di mijara ku azadî wê di rêxistinbûn û pratîkê de çawa bên jiyîn û pêk bên de bi temamî lihevkirinek çênebûye û her tişt çareser nebûye; lê em dikarin bibêjin ku ya ji bo têkoşîneke hevpar pêwîst e û mêyzandina sosyal şoven a ku li pêşiya wê astengiyan çêdike, di asteke girîng de hatiye derbaskirin. Ger ne wisa bûya, ev yekîtî ne pêkan bû û wê nekarîba şeş sal jî dom bikira. Ev pîvanek fikrî ya girîng e ku HBDH xwe dispêre wê. Ji aliyê îdeolojîk ve rehend, pêşketin û lihev nêzîkbûnek heye. Rehendek ya ku em dikarin jê re bibêjin hevaltî ava bûye.
Mijara duyemîn siyasî ye. Bi plana çok danînê re, faşîzma AKP-MHP’ê tifaq kir û êrişên ku di şexsê PKK’ê de tinekirina hebûna Kurd û azadiya wê armanc dike û qirkirina Kurdan bigihîne encamê çêbûn. Bê guman, ev ne êrîşek hêsan e. Êrîşeke siyasî û leşkerî ya ku xwedî girîngiyeke dîrokî ya pir berfireh, bîrdozî û kûr e îfade dike. Di rastiyê de tinekirina Kurdan armanc dike. Divê em bibînin ku nêzîkatiya siyasî-leşkerî ya ku qirkirina Kurdan armanc dike, ji bo Tirkiyeyê çawa xeteriyeke mezin e, ji bo hebûna gelên Tirkiyê û ji bo gihîştina karker û kedkaran ya ji bo jiyaneke azad û demokratîk jî xeteriyeke mezin çêdike. Divê were dîtin û fêmkirin bê ka zîhniyet û siyaseta ku dixwaze qirkirina Kurdan bi encam bike, di nava Tirkiyê de tê wateya zilm, teror û dîktatoriyeke faşîst a çawa.
Rêxistinên şoreşger ên ku HBDH'ê pêk tînin, rêxistinên ku pêvajoya siyasî bi vî rengî dinirxînin. Rêxistinên ku HBDH’ê pêk tînin, rêxistinên ku dîtine, qirkirina Kurdan a ku bi plana çok danînê û îtîfaqa AKP-MHP’ê tê pêşxistin, wê li Tirkiyê dîktatoriyeke faşîst a hişk derxîne holê. Rêxistinên ku fêm dikin ev yek ji bo gelên Tirkiyê, karker û kedkaran, jin û ciwanan çi xeteriyeke derdixe holê û di wê baweriyê de ye ku ji bo pêşîgirtina li vê yekê divê bi PKK’ê û têkoşîna azadiya gelê Kurd re tifaqê ava bikin û berxwedaneke hevpar pêş bixin. PKK’ê jî ev rastî dît, bawer kir ku ji bo pûçkirina êrîşên faşîst-qirker ên AKP-MHP’ê li ser vê bingehê divê bi hêzên şoreşger-demokratîk ên Tirkiyê re têkilî û tifaqeke pêşketîtir pêş bixîne, siyasetek wiha rêvebir û di vî alî de bangewazî kir.
Helbet rêxistinên şoreşger ên Tirkiyê yên di nava HBDH’ê de ev rastî dîtin û nêzî pêvajoyê bûn. Dema ku ev rewş ji aliyê îdeolojîk ve bi derbaskirina bandorên sosyal-şovenîzmê re hat bibe yek, ji bo pêşîgirtina li rewşeke pir xeter, divê tevgerên şoreşger ên Tirkiye û Kurdistanê bi avakirina yekîtî-tifaqa herî pêşketî têkoşîneke hevpar pêş bixin. Her wiha bi vê baweriyê HBDH’ê çêbû.
Helbet dema em ji vir lê dinêrin, HBDH yekîtiyeke şoreşger e, tifaqeke ku ji bo pêşîgirtina li qirkirina Kurdan û dîktatoriyeke faşîst-qirker a ku dixwaze li Tirkiyê demeke dirêj desthilatdarî bike, şoreşeke demokratîk a antî-faşîst pêk bîne. Yê ku vê dibîne tifaqa tevgeran e. Nêzîkatiya tevgerên di nava HBDH'ê de yên ji bo birêvebirin û nirxandina pêvajoya siyasî-leşkerî, bi vî rengî bû. Bi vê aliyê ve tifaqeke pratîk û berxwedanê ye. Tifaqa têkoşînê ye. Tifaqeke ku aliyê wê yê pratîkî li pêşe û ji bo pêşî li sazîbûna faşîzma AKP-MHP’ê û qirkirina Kurdan bigire, ava bûye. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê jî, li dijî êrîşên topyekûn ên faşîst-qirker, şerê şoreşgerî ji xwe re esas digire û tifaqeke şoreşgerî-berxwedêr e ku di her alî de pêşxistina wê pêşbînî dike.
Dikarin sedemên damezrandinê bi giranî bi vî rengî xulase bikin. Bê guman sedem û hêcetên din jî dikare bê dîtin, lê yên sereke ev in û ji bo têgihiştin û dîtina rastiyê têr dikin.
Ji ber vê yekê, di pratîkê de têrkeriyek heye yan na? Pêşketin çawa çêbûn? Ev jî dem bi dem têne nirxandin. Di destpêka sala şeşan a HBDH'ê de ev rewş ji gelek aliyan ve hat nîqaşkirin û nirxandin. Aliyên ku divê werin nirxandin, rast werin destgirtin, xwedî li wan were derketin û pêşxistin jî hene; Her wiha beşên ku kêm in, xeletî di nav xwe de dihewîne jî divê werin sererastkirin û derbaskirin jî hene. Şeş salên dawî bû têkoşîneke mezin, berxwedana herî mezin.
Divê her kes bizane ku yekane hêza ku li Tirkiye û Kurdistanê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li berxwe dide û şer dike û bi zimanê ku faşîzm jê fêm dike derbeyê li faşîzmê dixe, Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan e. Li dijî êrîşên qirkirinê yên topyekûn ên faşîzma AKP-MHP’ê, li ser xeta şerê şoreşgerî berxwedana herî watedar û herî mezin a dîrokê pêk anî. Ev yek li çiyê û li bajêr pêşketiye. Şerê berxwedanê yê ku ji Derya Reş heta Stenbolê û heta bi Îzmîrê li metropolan belav bûye ji aliyê HBDH'ê ve hat pêşxistin. Bi dehan û bi sedan lehengên vê berxwedanê şehîd bûne. Berxwedana şoreşgerî ya bi pêşengiya partiya me li Kurdistanê birêve birî, di heman demê de parçeyek ji têkoşîna şoreşa demokratîk a antî faşîst a Tirkiyê ye. Hemû şehîdên leheng ên vê berxwedanê şehîdên HBDH’ê ne. Dema em ji vir lê dinêrin HBDH tevgereke ku xwedî bi sedan û hezaran şehîdan e. Divê hûn vê rastiyê carekê bibînin. Ev pir girîng û watedar e.
HBDH dest ji xeta xwe ya berxwedanê berneda. Ev xet û têkoşîna wê rast û watedar e. Li dijî faşîzmê li ser xeta şoreşgerî pêkhateyeke ku Tirkiyeya demokratîk temsîl dike ye.
Bê guman hêzên ku têkoşîna demokratîk birêve dibin jî hene. Wate û girîngiya wan jî heye. Em dinirxînin, em tiştekî nabêjin; lê divê were zanîn ku hebûna siyaseta demokratîk bi tevahî girêdayî hebûna berxwedana şoreşgerî ye. Eger HBDH nebe, êdî li Tirkiyê li ser navê siyaseta demokratîk ti tişt wê nemîne. Lê niha tevgereke siyasî ya demokratîk bi qasî ku li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê alternatîfek biafirîne heye. Divê em wê bibînin û fêm bikin. Divê em zanibin ku ev hawîrdora siyasî ya ku bi têkoşîna HBDH’ê hatiye afirandin heye. Ji ber vê yekê HBDH’ê barê giran hilgirtiye ser milê. Têkoşîna sereke ji aliyê HBDH’ê we tê rêvebirin. Di vê wateyê de rehendek a ku divê bi baldarî were nirxandin heye.
Ji aliyê din ve, temenê hem ADYOD û hem jî FKBDC pir demkurt bû. Nekarîn salek jî bi rêk û pêkî tije bikin. HBDH 6 sal in li berxwe dide û têdikoşe. Girîng e ku bûye tifaqeke wiha demdirêj. Ew formek girîng a têkiliyê nîşan dide. Di warê ruh, hest û ramanê hevpar de geşedanên girîng afirand. Em vê dijîn. Em li hemberî van zextên giran di nava berxwedanê de ne. Eger em nekaribin bi hev re têkilî û nîqaşeke baş birêve bibin jî, her kes di bin berpirsyariya xwe de ji bo vê yekîtiyê têdikoşe. Ev nîşan dide ku pêngava HBDH rast e. Ji bo têkoşîna hevpar a Tirkiye û Kurdistanê ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, bi Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan nasnameyeke nû hate afirandin. Çeperekî yê şer hatiye vekirin. Qada têkoşînê hatiye sazkirin. Her kes dikare di xeta HBDH’ê de, di bin ala HBDH’ê de bibin yek û têkoşîna antî faşîst, demokratîk û azadîxwaz bimeşînin. Aleke wisa ya têkoşînê hatiye bilindkirin. Serdema şeş salan jî nîşan da û îspat kir ku ev hêz di serketinê de bi israr e û dikare serkeftinê biafirîne.
Helbet kêmasiyên wê hene. Em têkoşîna ku tê meşandin, meşa li ser xeta serketinê ya bi vî rengî, berxwedana şeş salan, girîngiya wê ya dîrokî û mezin her tim li ber çavan digirin, xeletî û kêmasiyên têkoşînê jî dibînin. Aliyên ku divê li gorî kêmasiyê bên nirxandin hene. Dema ku faşîzm ewqas êrîş dike, dema ku gelên Tirkiyê ev qas hêz û derfetên wan hene, çima zêde berxwedan neyê kirin? Çima mezin pêş neket? Çima nekarîbû hê bêtir şer belavî bajaran bike? Hêza girseyî nehate mezinkirin. Pirsgirêkên têkoşînê ev in û em wana bi tevgerên ku di nava HBDH’ê de cîh digirin re nîqaş dikin. Her tevgerek li ser esasê ders derxistinê ya bi awayekî rexneyî û rexnedayînî vê pêvajoyê dinirxîne. Ev yek ji bo me sedema rexnedayînekê ye.
Helbet diviyabû bandora HBDH’ê pir bi hêztir bûya, diviyabû hîn derbên kujer li faşîzma AKP-MHP’ê bidana. Di vê wateyê de kêmasî, nebesî û lewazî jî hene. Em vê yekê dibînin. Wekî ku dihat xwestin pratîze nebû. Bi gotineke din, potansiyela şoreşger-demokratîk a Tirkiye û Kurdistanê nekarî bi rengekî bi bandor berxwedaneke topyekûn li dijî faşîzma AKP-MHP’ê pêş bixe. Ev potansiyel nehate zanakirin, rêxistinkirin û nekişande nava şer. Şer bi piranî li ser milê gerîla û pêşengan ma. Nekarîn bi perwerdekirin û birêxistinkirinê re civakê bi temamî bikişînin nava şer. Me nekarî berxwedana civakî, berxwedana girseyî di asteke mayînde û serketî de pêş bixin. Ev her tim karên me yên sereke ne ku divê em di pêvajoya li pêş me de pêş bixin. Em di wê baweriyê de ne ku zemîna gihandina van pêk hatiye. Bingehê wê hat avêtin, xeta wê derket holê, ala wê wek HBDH hat vekirin. Ya mayî karê pratîk, perwerde, rêxistin û çalakî ye. Wê bi pratîka hemû şoreşger û rêxistinan pêk were.
Divê em qala êrîşên dijmin ên ji bo astengkirina HBDH’ê bikin. Divê neyê jibîrkirin ku faşîzma AKP-MHP’ê herî zêde ji HBDH’ê ditirse. Di 6 salên dawî de herî zêde êrîşî HBDH’ê kir. Belê, di dîtinê de êrîşî siyaseta demokratîk, rêxistinên cuda yên girseyî dike. Di serî de HDP, êrîşî tevgerên jin û ciwanan dike û digire. Bi deh hezaran kes girtin. Niha zextan dike, di zindanan de êşkence dike. Lê ev xalên diyar in. Her wiha zext û êrîşên ku naxuyin jî hene. Ev êrîş jî dijî HBDH’ê tên kirin in.
Faşîzma AKP-MHP’ê ji destpêkê ve HBDH’ê ji bo xwe xetereya herî mezin dît, li dijî rêxistinên di nava HBDH’ê de cîh digirin bi plansaziyên taybet ên salane û 6 mehan êrîş pêk anî û operasyonên bi armanca derbeyên giran li wan bixînin lidar xist. Li bajar û gundan ev yek kir, weke ku cihgirtina di nava HBDH'ê de sûcê herî mezin û xeteriya yekemîn ji bo xwe dît û ji bo wan tune bike hemû hêza xwe ji bo êrîşên îmhayê seferber kir. HBDH jî bi van êrîşan re rû bi rû dimîne.
Rêxistinên di nava HBDH’ê de rastî bi dehan êrîşên plankirî hatin. Şehîd dane. Bi sedan xebatkarên wan hatin girtin û avêtin zindanan. Bi hezaran alîgir hatin girtin. Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo ku HBDH pratîze nebe, hemû derfetên Tirkiyê seferber kir, zext û terora faşîst pêk anî û êrîş kir. Divê ev bê dîtin û zanîn. Ji ber ku nekarîn di dema xwe de van êrîşan bibînin û nekarîn pêşî li wan bigirin, bû sedem ku pêşketina pratîkê lewaz bimîne.
Niha zehmetî hene, gelek astengî hene. Zehmetiyên ku ji ber êrîşên dijmin derdikevin holê ev in. Li Kurdistanê û li Tirkiyê jî heye. Em ê vê rewşê derbas bikin. Li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş hene. Tê xwestin xeta Zap, Avaşîn bê dagirkirin. Li dijî Rojava û Şengalê her tim êrîş tên kirin. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her tim êrîş, girtin, operasyon û êşkence hene. Faşîzma AKP-MHP’ê di nava êrîşên topyekun de ye. Weke HBDH, tevgera berxwedana hevpar a gelên Tirkiye û Kurdistanê, karker û kedkaran, erk û berpirsyariya me heye ku em hêzên xwe hîn zêdetir sewqî têkoşînê bikin, potansiyela xwe hîn zêdetir perwerde û birêxistin bikin û wana bikşînin nav têkoşînê û li dijî faşîzma AKP-MHP’ê di asta seferberiyê de berxwedana şerê gel ê şoreşgerî yê topyekûn pêş bixin. Em hewl didin wan pêş bixin.
Helbet niha faşîzma AKP-MHP’ê ji bo ku bi hewldaneke dawî gerîla biperçiqîne, êrîşî Zap û Avaşînê dike. Ev hewldana wî ya dawî ye. Gerîla li hemberî vê yekê li ber xwe dide, gel li ber xwe dide. Divê ev berxwedan herî zêde li Tirkiyê belav bibe. Dema ku faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze dîktatoriya faşîst bi êrîşên Zap, Avaşîn, Rojava û Şengalê bi şikandina berxwedana şoreşgerî ya li wir serwer bike û temenê xwe dirêj bike, divê em berxwedana şoreşgerî li çiya, deşt û bajarên Tirkiyê zêdetir belav bikin û birêve bibin. Divê em faşîzma AKP-MHP’ê di hemû aliyên wê yên aborî, siyasî û leşkerî de bikin hedef, şer hîn zêdetir belav bikin, li ku derê qels be li dijmin bixin, ji hêla rexê wê, ji hundir û paş ve li faşîzmê bixin. Yekane rêya hilweşandina faşîzmê ev e. Erka HBDH'ê ev e. Di vê pêvajoyê de HBDH wê ciwan û jinên Tirkiyê zêdetir seferber bike û berxwedanê li bajaran zêdetir geş bike. Milîsên HBDH’ê wê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê êriş li ser êrîşan lidar bixînin. Dema ku faşîzma AKP-MHP’ê dixwest li Zap û Avaşînê enî bigire û gerîla li wir biperçiqîne, divê HBDH hemû bajarên Tirkiyê ji Stenbolê heta Îzmîrê, ji Behra Reş heta Çukurovayê heta Enqereyê veguherîne eniyên berxwedanê yên şoreşger. Li cihê ku faşîzm ne li bendê ye wê çalakiyan lidar bixe û wê sala 2022’an bike sala hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê. Biryardariya me, nêzîkatiya me ev e. HBDH wê êdî kêmasiyên xwe yên di pêvajoya derbasbûyî de bi pêşxistina têkoşînê li ser vê bingehê ji holê rake. Ev îdia û îradeya wê heye. Van encaman ji nêzîkbûyîna rexnedayînê ya ji pratîka berê derdixe û di dema pêş de her cihî dike qada têkoşînê û her rojê dike roja çalakiya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û teqez dibe xwediyê îradeya hilweşandina faşîzmê.