Bi sedan rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin

415 mamostayên zanîngehê, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, parlamenter, rojnamevan û aktîvîstên ji Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li welat û derveyî welat berfireh û mezin dibe.

Li Başûrê Kurdistanê heta niha partî û aliyên siyasî jî di nav de, bi sedan siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan, mamosta û şêniyên herêmê tevlî kampanyayên îmzeyan bûne.

Îro jî 415 kesayetên Başûrê Kurdistanê ku di nava wan de mamostayên zanîngehê, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, parlamenter, rojnamevan û aktivîst hene, bi daxuyaniyek hevpar tevlî kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn.

Di daxuyaniya hevpar de hat gotin, "Birêz Abdullah Ocalan wek kesayetek aqilmend û têkoşerê azadiya gelê me ev 24 sal in di encama komployek navnetewî de di girtîgeha Îmraliyê de di bin tecrîdek giran de dîl tê girtin. Rêber Ocalan ji bo maf û zadiya gelê xwe û gelên Rojhilata Navnîn têkoşîn dike, her wiha rêbertî ji tevgera azadîxwaz re dike. Di heman demê de jî di warê fikrî, siyasî û civakî de xwediyê bi dehan pirtûkane.”

Di beşek din a daxuyaniyê de tê gotin, "Ji ber birêz Ocalan di fikirîna jiyan û tekoşînê de xwedî rêbaz û fikrek azadîxwaze, li dijî siyaseta dagirkeriyê ye, ji bona wê bi tevlibûna gelek dewletan ew bi komployekê hat girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Wek rewşenbîrên Kurd diyar dikin doza birêz Abdullah Ocalan ne dozek şexsî ye, doza wî dozek rewa ya gelê Kurd e. Heta doza gelê Kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser nebe, wê bi ti awayek aştî û aramî li Tirkiye, Kurdistan û tevayî Rojhilata Navîn çênebe. Ji bo wê niha azadiya birêz Ocalan bûye kilîta çareseriya doza gelê Kurd, çêbûna aştî, aramî û jiyana bi hev re ya demokratîk a gelên herêmê."

Di dawiya daxuyaniyê de jî hat gotin, “Dewleta Tirk û dewletên di komploya navdewletî ya dîl girtina birêz Ocalan de beşdarbûn, çawan ji jiyan û tendirûstiya birêz Ocalan berpirsin, bi heman awayî berpirsên azadiya wî ne jî. Bi vê armancê em daxwaz dikin, demildest birêz Ocalan bigihe azadiya xwe fîzîkî."