‘Li gorî destûra Iraqê hevkariya artêşa Tirkiyê kirin xiyaneta niştîmanî ye’

Li bajarê Kerkûkê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê dayî destpêkirin, bi dirûşmeya “Li dijî xeta dagirkerî û xiyanetê em Kurdistanê biparêzin” çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.

Îro li Baxçeya Şehîd Marif Berzencî ya li taxa Îskan a bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, di çarçoveya çalakiyên girseyî yên bi dirûşmeya “Li dijî xeta dagirkerî û xiyanetê em Kurdistanê biparêzin” de çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin û êriş û leşkerkêşiya dewleta Tirk a dagirker a bi hevkariya PDK’ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk tîne hat şermezarkirin.

Çalakî bi tevlêbûna nûnerên partî û aliyên siyasî, çalakvanên sivîl, parêzer, çalakvanên mafê jinan û çendîn kesayetiyên rewşenbîr û kesimên cuda yên bajêr hat lidarxistin.

Li wir li ser navê çalakvanan daxuyaniyek ji aliyê parêzer û pisporê yasayên navnetewî Hejar Kakeyî ve hat dayin. Di daxuyaniyê de xîtabî parlementoya Iraqê, meclîsa wezîran, nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê û hemû aliyên siyasî yên Iraqê hat kirin û ev tişt hat gotin, “Weke ku ji aliyê her kesî ve eşkere ye ku dewleta Tirk a dagirker çend salin êrişî xaka Iraqê dike. Bi taybetî li navçeyên wek Dihok, Şengal, Mexmûr, Silêmanî û çend navçeyên din. Êrişên dewleta Tirk bi hêcetên bê bingeh û ji rastiyê dûr, serweriya xaka Iraqê binpê dike û her roja ku diçe baregeh û navendên xwe li xaka Iraqê zêdetir dike, bi taybetî di çend rojên bihorî de êrişê dewleta Tirk pir metirsîdar bûne. Di gelek êrişan de çekên ku di asta navnetewî de hatine qedexekirin bikar aniye, zirareke mezin li navçeyên daye.”

Di berdewama daxuyaniyê de her wiha daxwazeke ku ji 4 xalan pêk tê pêşkêşê parlementoya Iraqê, meclîsa wezîran a Iraqê, nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê û hemû alî û partiyên siyasî yên Iraqê hat kirin ku wiha hatiye diyarkirin, “Daxwaza me ji we birêzan ew e ku hêj dereng nebûyî wan gavan bi cih bînin:

  1. Li gorî biyara Parlementoya Nûnerên Iraqê ya ji bo derxistina hemû hêzên biyanî li ser xaka Iraqê ku di 05.01.2020’an hatiye girtin, em daxwaz dikin ku ew biryar li ser artêşa Tirkiyê were pêkanîn. Ji ber ku niha artêşa Tirk her roja ku diçe baregeh û navendên xwe li nav xaka Iraqê zêdetir dike.
  2. Pêwîste hikumeta Iraqê li dijî dagirkeriya Tirkiyê li Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî rêbazê yasayî esas bigire, her wiha li dadgehên navnetewî ji bo neçarkirina dewleta Tirk ya ji bo wergirtina tezmînata madî û menewî ya ji bo yên zirar dîtinî, rêbaza hiqûqî bikar bîne.
  3. Pêwîste ji bo lêkolînkirina hêz û aliyên ku piştewaniya artêşa Tirk a dagirker dikin, komîsyoneke lêpirsînê bê avakirin û li hemberî wan bi tundî rêbazê yasayî bê esasgirtin, ji ber ku li gorî destûr ev yek xiyaneta niştîmanî ye û dikeve beşa têkdana ewlehiya niştîmanî ya Iraqê.
  4. Bang li tevahî rêxistin û kesên azadîxwaz dikin ku li hemberî vê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwesteke cidî bin, ji ber ku plana Tirkiyê dagirkirina Mûsil û Kerkûk e.”