Li Cûdî û Bestayê talankirina daran dewam dike

Piştî operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk, li Cûdî û Bestayê talankirina daran dewam dike.

Li Şirnexê, piştî ku 10'ê Gulanê li gundên li quntara Çiyayê Cûdî ketin û derketin hate 'qedexekirin', operasyona leşkerî ya dagirkeriyê destpê kir. Di heman demê deli herêmên Bênavya û Nevavayê jî birîna daran destpê kir û hîn jî dewam dike. Cerdevanên ji bajarokên Sêgirkê û Hîlalê yên Qilabanê hatin anîn, li herêmên Besta û Cûdî daran dibirin. Bi tonan darên atine birînd bi TIR'an dibin derveyî bajêr û difiroşin.

Li Çiyayê Cûdî piştî şerê 30'ê Nîsanê ku artêşa Tirk têk çû û 8 leşker hatin kuştin, 10'ê Gulanê ketin û derketina gundên Avgamasiya, Serêdehlê û Şilêrît ên Şirnexê hatibû qedexekirin.