Malbata Şenyaşar edaleta ‘qilopilo’ red kir

Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên hatibûn qetilkirin 443 roj in di Nobeta Edaletê de ne diyar kirin ew ‘edaleteke qilopilo’ qebûl nakin.

Li navçeya Sirûcê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ji malbata Şenyaşar sê kes qetil kiribû. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû li pêşiya Edliyeya Rihayê di çalakiyê de ne. Çalakiya malbatê 443 roj in didome.

Ferît Şenyaşar diyar kir wan li Stenbolê jî 2 rojan Nobeda Edaletê domandin û got “Nobeta me ya li pêşiya Edliyeya Rihayê didome. Li her derê em rastî mirovan tên ku doza me dişopînin, ev kes diyar dikin ku ew bi me re ne. Haya hemû kesan ji vê bêhiqûqiyê heye. Em edaleteke qilopilo naxwazin. Piştî 4 salan 4 kes hatin girtin lê hê jî biryara nepeniyê heye. 4 sal in jî birayê min bi awayekî bêhiqûq girtî ye. Ji ber ku daxwazên me pêk nayê, nobeta me jî didome.”