Li dijî dagirkeriyê wê meşeke mezin ji Koye heta Behdînanê bê lidarxistin

Însiyatîfa Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê ragihand ku wê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û hevkariya PDK’ê meşek girseyî ji Koye heta Behdînanê li dar bixin.

Însiyatîfa Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê di çarçoveya pêngava "Werin Cenga Azadiyê" de li parêzgeha Silêmaniyê bi civîneke çapemeniyê nerazîbûna xwe ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi wê re nîşan da û destnîşan kir ku divê her kes li dijî dagirkeriyê xwedî helwesteke radîkal be û piştgiriyê bide berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê.

Însiyatîfê di heman demê de daxuyaniyek jî da. Li ser navê însiyatîfa ciwanan Zerdeşt Silêmanî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser vê yekê ku wê roja 1’ê Hezîranê saet 11’ê Nîvro meşek mezin û demdirêj a li dijî dagirkeriyê bidin destpêkirin ku wê heta Behdînanê bidome. Di heman demê de bang li hemû çîn û beşên civakê kir ku tevlê vê meşê bibin.

Di beşek din a daxuyaniyê de her wiha berxwedaniya gerîlayên HPG û YJA-Starê ya li dijî dagirkeriyê hat pîrozkirin û şehîd Egîd Xaneqîn û şehîd Rêbîn Kerkûk hat bîranîn ku helwesta rasteqîn a ciwanên Başûrê Kurdistanê nîşanî dagirkeran dan û li dijî dagirkeriyê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer kirin.