Ahmet Tekîn piştî 31 salan serbest hat berdan

Ahmet Tekîn (66) ê ku li Girtîgeha Bandirma ya Balikesirê dihat girtin, piştî 31 salan serbest hat berdan.

Ahmet Tekîn li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê ve hat pêşwazîkirin. 

Tekîn li pêşiya girtîgehê daxuyaniyeke kin da. Tekîn bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo û got: “Rêber Apo pêvajo da destpêkirin û em jî piştgiriyê didin. Heke dewlet gavên pêwîst biavêje, li gorî min dê pêşketineke baş çêbibe.”  

Hat zanîn ku Tekîn wê sibe tevî malbata xwe derbasî Mêrsînê bibe. 

Ahmet Tekîn di sala 1993’yan de li Mêrsînê hate binçavkirin û piştre hat girtin. Piştre jî bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn. Di vê pêvajoyê de li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê û Girtîgeha Kirikkaleyê ma. Piştre jî sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Bandirma a Balikesîrê hat kirin. Tekîn di sala 2004’an de hat berdan, di sala 2005’an de bi hinceta “cezayê te xelet hatiye hesabkirin” dîsa hat girtin.