Şandeya HDP’ê û OHD’ê serdana Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar kir

Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 443’yemîn de berdewam dike. Şandeya ji HDP’ê û OHD’ê pêk dihat serdana Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar kir.

Şandeya ji HDP’ê û OHD’ê pêk dihat serdana Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar kir.

Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 443’yemîn de berdewam dike. Şandeya ji Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî di nav de ji OHD’ê û HDP’ê pêk dihat serdana malatê kirin û piştevaniya xwe anîn ziman.

'TU KES NIKARE BIKEVE PÊŞIYA TÊKOŞÎNA WE YA MAFDAR'

Malbatê têkildarî neheqiya li wan tê kirin agahî dan şandeyê. Parlamenter Omer Ocalan di serdanê de axivî û destnîşan kir ew li cem daxwazên malbatê yên mafdar in û got: “Em bi her awayî li ba we ne. Em vê li her deverê dibêjin. Hûn duh li Stenbolê bûn, dibe ku hûn sibê biçin cihek din. Kes nikare bikeve pêşiya têkoşîna we ya mafdar. Hûn tenê edaletê dixwazin. Niha edalet nebe jî lê di demek zû an dereng de wê edalet bi cih were.”

Şandeyê demek bi malbatê re nobedê girt û pişt re ji wir veqetiyan.