Ji ber qirêjiya hewayê li Îdirê her sal 450 kes dimirin

Wekîlê HDP'î Habîb Eksîk ragihand, ku ji ber qirêjiya hewayê li Îdir û derdora wê di nava 10 salan de nexweşiyên kanserê ji sedî sed zêde bûn û got, ji bo pêşî li vê zerarê bê girtin divê tavilê polîtîkayeke lezgîn bê afirandin.

Li gorî Rapora Qirêjiya Hewayê ya Cîhanê ya sala 2021'ê ku rewşa 117 welat û 6 hezar û 475 bajêrên li gelemperiya cîhanê hatin nirxandin, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bajarê Îdirê di rêza 46'an de ye. Li asta Ewropayê jî Îdir ji aliyê qirêjiya hewayê ve bajarê destpêkê ye.

Îdir ku berevajî avhewaya herêmê xwedî taybetmendiya mîkro klîmayê ye û bi 800 metreyî li cihekî kort hatiye avakirin, salên dawî di her lêkolîn û pîvandinê de çi havînê çi jî zivistanê weke hewa bajêr qirêj tê dîtin.

HEJMARA NEXWEŞÊN KANSERÊ JI SEDÎ SED ZÊDE BÛ

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Habîb Eksîk ku di heman demê de doktor e, diyar kir ku ji ber qirêjiya hewayê li Îdirê û derdora wê di nava 10 salên dawî de hejmara nexweşên kanserê ji sedî sed zêde bûye.

Doktor Eksîk ragihand ku hejmara mirovên ji bo tedawiya kanserê diçin nexweşxaneyê gelekî zêde ye û hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane jî di ser 450 kesî re ye. Doktor Eksîk got, "Di encama vê yekê de pitik bi astengdarî ji dayik dibin, zarok dimirin, gef li jiyana heywan û zindiyên din tê xwarin. Li gorî raporeke Platforma Mafê Hewa Paqij (THHP), li Îdirê salên dawî ji her sê kesên dimirin kesek ji ber qirêjiya hewayê jiyana xwe ji dest dide. Her wiha li herêmên nêzî Îdir û Ermenistanê xisarên cidî yên ekolojîk çêbûne."

HIŞK DIBE

Eksîk diyar kir ku bajarê Îdirê û şêniyên bajêr di halê xwe de hatine hiştin û got, "Pirsgirêka qirêjiya hewayê ya li Îdirê bi afirandina mekanîzmayeke çareseriyê ya taybet dikare ji holê bê rakirin. Tevî avhewaya bejahî ya herêmê, li bajêr avhewaya Derya Spî serdest e û bi şênkahî û hewa xwe mîna wahayê ye, lê belê Çemê Arasê ku ava jiyanî ya bajêr e bi projeyên HES'ê hatiye ziwakirin. HES ên li ser vî çemî hem zerarê didin avhewayê hem jî çavkaniyên avê diqedîne. Ev yek ji bo tevahiya cîhanê pirsgirêk e. Îdir ku berê deşteke şên bû zû hişk dibe, şênkahî lê nayê kirin, zeviyên wê yên çandiniyê jî ji aliyê qeyûm ve tên desteserkirin û ji aliyê wezareta bajarvaniyê jî pêşkêşî karê avahiyan hatiye kirin."

'MIRIN LI XELKÊ ÎDIRÊ TÊ FERZKIRIN'

Parlamenter Eksîk destnîşan kir ku li gorî pîvandinên salên dawî Îdir ji aliyê qirêjiya hewayê ve di rêzên destpêkê de ye û tevî vê yekê jî tedbîr nayê wergirtin. Eksîk ragihand ku qirêjiya hewayê dibe sedema nexweşiyên kanserê, bêhntengbûnê, nexweşiyên li sîstema endokrîn, nexweşiyên hundirîn û got, "Divê ji bo qirêjiya hewayê ya li Îdirê mekanîzmayeke çareseriyê ya taybet bê afirandin, lêkolîn bê kirin, ji bo pêşî li zerarên ku li hawirdorê û mirovan dibe bê girtin polîtîkayên lezgîn bêne meşandin."

'KOMIRA BÊ QELÎTE, BANDOREKE NEYÎNÎ LI JIYANÊ DIKE'

Kîmyagerê ji Îdirê Yûsûf Abay jî anî ziman ku qirêjiya hewayê li Îdirê çavkaniya kanserê û gelek nexweşiyên mîna KOAH'ê ye û diyar kir ku ji aliyê hejmarî ve ev nexweşî li Îdirê gelekî zêde ye.

Abay ragihand ku yek ji sedemên qirêjiya hewayê ya li Îdirê komira bê qelîte ye ku tê belavkirin û got, qirêjiya ji ber komira bê qelîte rû dide bandoreke neyînî li jiyanê dike.

Abay her wiha anî ziman ku li bajêr saziyên tenduristiyê gelekî kêm in û mirovên nexweş dikevin neçar dimînin ku biçin Wan an jî Erzîromê.