Xizmên girtiyan: Hûn ê hînê çiqasî bêdeng bimînin?

Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de ne, nerazîbûn nîşanî bêdengiya li pêşberî zilma li girtîgehan dan û gotin, "Hûn ê hînê heta kengî li hemberî kuştinan bêdeng bimînin?"

Nobeda Edaletê ya li Amedê ku xizmên girtiyan di 16'ê Mijdara 2021'ê de li ber Saziya Tipa Edlî dan destpêkirin di roja 191'ê de ye. Nûnerên saziyên piştevaniya bi malbatgên girtiyan re MEBYA-DER, MED-TUHAD-FED, TUAY-DER, partiyên HDP û DBP'ê tevî malbatên girtiyan tevlî çalakiyê bûn.

Ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî diayr kir ku rewşa girtiyên nexweş her roj girantir dibe û bal kişand ser helwesta cihêkar a li hemberî girtiyên siyasî. Herdem Merwanî got, "Ji ber Kurdbûna me û xizmê girtiyan dixwazin me ceza bikin" û nerazîbûn nîşanî partiyên siyasî da ku daxwazên wan nabihîzin.

Herdem Merwanî got, "Hûn ê hînê heta kengî li hemberî kuştina mirovan bêdeng bimînin? Hiqûq bi cih nayê anîn. Eger girtiyên nexweş îro bi tena serê xwe di hucreyekê de têne hiştin gelo ev ne kuştine? Bêyî rojek derbas bibe xwedî li daxwazên me derkevin. Her kesên xwedî wijdan divê xwedî li van daxwazên me derkevin. Ev daxwaz ji bo aştî û aramiyê ye. Xwedî li dengê me derkevin."

Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.