'Çeka me ya herî mezin paradîgmaya me ye'

Gerîla Rojhat Qehreman diyar kir ku çeka wan a herî mezin paradîgmaya wan e û got, "Dibe ku çekên me yên mezin tune bin, lê belê bawerî û îradeya me ewqasî mezin e ku dikare şer bike û bi ser bikeve."

Ji gerîlayên li qada Biradostê Dozger Zagros û Rojhat Qehreman ji ANF'ê re axivîn.

Dozger Zagros anî ziman ku êrişên îmha û dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şerê man-nemanê ye û got, "Ji bo karibin hebûna xwe dewam bikin dixwazin Tevgera Azadiyê tasfiye bikin. Dewleta Tirk dixwaze sînorên Mîsakî Mîllî asteng bike û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û paradîgmaya Rêber Apo li pêşiya pêkhatina vê armanca xwe weke astengiya herî mezin dibîne." Zagros bal kişand ser eleqeya ji bo paradîgmaya Ocalan a li Rojhialta Navîn û diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê bi cih hatiye û got, "Ev sîstem dewleta Tirk a faşîst û hêzên hegemon ditirsîne. Yek ji tirsa wan a herî mezin jî azadiya jinê ye."

Zagros destnîşan kir, cihê şermê ye ku dewleta Tirk di êrişan de PDK'ê bi kar tîne û got, "Nekevin xefika dewleta Tirk. Ji vê rêya metirsîdar vegerin, dest ji helwesta xwe ya şaş berdin."

Zagros ragihand ku her kesên xwe welatparêz dibînin, dibêje ku ji welatê xwe hez dike, bi partiya xwe re ye, sempatîzanê PKK'ê ye, sempatîzanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e divê erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne.

ÎRADEYA DIJMIN HATE ŞIKANDIN

Gerîla Rojhat Qehreman ragihand ku li dijî gelê Kurd, Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê êrişeke berfireh tê kirin û wiha dewam kir, "Çeka herî mezin a ku heval pê şer dikin felsefeya Rêber Apo ye. Dibe ku çekeke me ya mezin tine be, lê belê baweriya me, îradeya me ewqasî xurt e ku li dijî teknolojiyê dikare şer bike û bi ser bikeve. Eger mirov xwedî bawerî û kûrbûneke xurt nebe, nikare li hemberî vê teknîkê şer bike. Li pêşberî şerê hevalên me îradeya dijmin şikest, psîkolojiya wan xera bû. Divê her ciwanekî Kurd tevlî nava vê berxwedanê bibe."