Çeteyên DAÎŞ’ê li Germiyanê malbatek qetil kir

Çeteyên DAÎŞ’ê li herêma Germiyanê 6 kesên ji heman malbatê qetil kir û leşkerekî Iraqê kuşt. Di êrişê de 8 kes jî birîndar bûn.

Êriş Duşemê şev çêbû. Êrişî gundê Islah a ku 12 kîlometreyan dûrî navçeya Gulale ya Xaneqînê ya li herêma Germiyanê hate kirin. Di du êrişan de ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin, ji malbateke din jî 6 kes birîndar bûn.

Hêzên Iraqê jî bersiv dan çeteyan û şer çêbû. Di vî şerî de leşkerekî Iraqê jiyana xwe ji dest da û du leşker jî birîndar bûn.

Gundê Islahê ya ku li ber çemê Sîrwanê ye, li qadeke daristanê ye.

Ev qad ji ber erdnîgariya xwe bûye qadeke ku ji sala 2014’an û vir ve çeteyên DAÎŞ’ê lê hene.

Ligel ku li herêmê hêzên Iraqê hene, çeteyên DAÎŞ’ê ji heman gundî û herêmê gelek kes qetil kiribû. Ji ber gefa DAÎŞ’ê jiyana li herêmê dijwar bûye û tê diyarkirin gelek ciwanan jî koç kirine.

Çeteyên DAÎŞ’ê di 23’ê Gulanê de jî êrişî navçeya Xurmatû ya Kerkûkê kiribû û 6 kes qetil kiribû.