Salvegera 23'emîn a damezrandina KNK'ê hate pîrozkirin

KNK'ê salvegera 23'emîn a damezrandina xwe li gelê Kurdistanê pîroz kir û got, "KNK bûye pirek di navbera partî, sazî û kesayetiyên Kurd, Kurdistanî, pêkhate û baweriyên etnîkî yên Kurdistanê de."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) salvegera 23'an a damezrandina KNK'ê bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi cesaret, xebat, têkoşîna endam û dost û hevkaran, kete nava 23. saliya xwe. 22 sal ji xebata bê navber ji bo doza rewaya gelê Kurdistanê, 22 sal ji hewl û têkoşîna berdewam ji bo bidestveanîna yekrêzî û yekîtiya neteweyî, ber bi gehiştina  dîplomasiyeke neteweyî ya yekgirtî û peydakirina dostayetiya gelan ligel doza rewa ya gelê Kurd û Kurdistaniyan derbas kir.

Di dema derbasbûyî de, bêrawestan hemû kongre û civatên giştî yên xwe bi şêweyeke bi rêk û pêk û bi serketî pêkanîn. Bi sedan konferans û civînên berfireh di saziyên navneteweyî û parlamentên welatan li ser pirs û doza Kurdistanê bi rêxistin kir. Hezaran dîdar û çavpêketinên dîplomasiyê bi mebesta avakirina lobî û nasandina doz û pirsa Kurdistanê û piştgîrîkirinê encam dane. Li ser astê neteweyî û niştimanî jî bi dehan konferans û civînên rawêjî û diyalogên navxweyî rêkxistine. KNK bûye pirek di navbera partî, sazî û kesayetiyên Kurd, Kurdistanî, pêkhate û baweriyên etnîkî yên Kurdistanê de. Ev kar û xebatên han hemû bi ked û têkoşîna berdewam a gişt endam û dostên KNK'ê hatin kirin. Cihê amaje pêkirinê ye ku di dîroka Kurd û Kurdistanê de heta niha ti deziyekê neteweyî û niştimanî mîna KNK'ê me nebûye ku 22 sal bi berdewamî û bênavber ji xebata neteweyî di nav kar û têkoşînê de be. Guman tê de nîne ku bêkêmasî jî nebûye û negihaye wê astê ku dilê me hemiyan dixwaze. 

Ji bo ku KNK bi hêztir bibe û bikaribe zêtir rolê xwe yê neteweyî û niştimanî bibîne, pêwîstî bi hewl û têkoşîna berdewam û cidî heye. Pêwîstî bi dûrbînî û dîtinên stratejike, pêwîstî bi zêtir li hevgehiştina tev Kurdistaniyan heye bi hemû cudahiyên xwe ve.

KNK wek platformek, wek kenaleke girîng a têkoşînê di xebatê azadîxwaziya gelê Kurdistanê de, berdewam piştgirê xebat û têkoşîna Kurdistaniyên hemû parçeyên Kurdistanê bûye. Li dijî êriş û dagirkeriya dagirkeran jî, her tim li ser xet bûye û rolê pêşengiya xwe li hember dîtiye û dibîne.

Salvegera damezradina  KNK'ê li hemû gelê me pîroz be, li giyanê şehîdên rêya azadî, serferaziya Kurdistanê û mirovatiyê û malbatên wan yên bi rûmet pîroz be. Li hemû wan endaman yên ku di pêngavên destpêkê de kedên hêja dan, li hemû endamên KNK'ê yên niha ku bi dilsozî ve di nava meydana têkoşîn û xebatê de pîroz be. Li hemû zindaniyên Kurdisanî, li birêz Abdullah Ocalan ku bi pêşniyar û hewlên wî KNK ava bû, di zindanê de jî dema bi parêzerên xwe diaxêvî yekem daxwaza wî ev bû digot; ji bo gehiştina yekîtiya neteweyî lezê bikin. Her wiha li hemû şervanên azadiyê, li gerîla û pêşmerge û hêzên parastina gel û nîştiman pîroz be. Li ruha wan endamên ku wexer kirine em hêlayî pîroz be."