Operasyona Şoreşgerî ya li Çiyareşê: 12 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li qada Çiyareş a Zapê Operasyoneke Şoreşgerî kirin. Di encamê de 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 6 çek û gelek malzemeyên leşkerî hatin desteserkirin.

Çavkaniyên HPG'ê ragihandin ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li qada Çiyareş a li Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke şoreşgerî kirine.

Çavkaniyên HPG'ê diyar kirin ku Wezîrê Parastinê yê Tirk tevî fermandarên artêşa Tirk a dagirker sibeha 24'ê Gulanê ji bo leşkerên li Kurojahro hatin cezakirin hatin ser sînor. Çavkaniyên HPG'ê gotin, "Hêzên me 24'ê Gulanê li qada Çiyareşê li dijî dagirkeran operasyoneke din a şoreşgerî dan kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê; hêzên me çûn ser cenazeyên 12 dagirkeran, 6 çek û gelek alavên leşkerî rakirin."

Hate ragihandin ku agahiyên berfireh ên li ser operasyonê wê bi raya giştî re jî bêne parvekirin.