Li Wanê Nobeta Edaletê hate astengkirin, li Amedê ji bo girtiyan bang hate kirin

Li Amed û Wanê di Nobetên Edaletê de nerazîbûn nîşanî zext û êrişên li ser girtiyan hate dayîn. Çalakiya li Wanê ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin.

Li Amedê di 16’ê Mijdara 2021’an de Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 190’an de didome. Malbat li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatin ba hev. Rêveber û endamên MEBYA-DER, MED TÛHAD-FED, TÛAY-DER, KESK, MED-DER, OHD û DBP’a Peyasê tevlî çalakiyê bûn.

Nazîme Boltan a ku li pêşiya girtîgehê li ser navê malbatan axivî, diyar kir ku ew 7 meh in dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. Boltan got “Zarokên me li girtîgehan nayê tedawîkirin. Heke hûn tedawî nakin, wan berdin em tedawî bikin. Ez bang li Serokkomar dikim, bila çareyekê ji zarokê me re bibîne.”

Încî Guler a ku xizmên wê jî girtiye got “Heke dewletê qanûnê xwe bi cih bianiya, wê girtiyên cezayê wan qediyaye serbest berda. Ez bang li hemû partiyên siyasî dikim, bila girtiyên nexweş têxin rojeva meclîsê. Bila girtiyên nexweş û yên ku cezayê wan qediyane, werin berdan.”

WAN

Li Wanê jî xizmên girtiyan li pêşiya Kampûsa Girtîgeha Wanê xwest çalakiya xwe ya nobedê bidomîne. Hevseroka DBP’a Wanê Gulderen Varli, rêveberên HDP’a Tûşbayê, Hevseroka GOÇ-DER’ê Gulşen Kûrt, Hevşaredara Tûşbayê Ayşe Mînaz a ku li şûna wê qeyyûm hatibû peywirdarkirin piştgirî dan çalakiyê.

Di têketina kampusê de leşkeran çalakvan asteng kirin û qedexeya walîtiyê wekî hincet nîşan dan.

Di dema hevdîtina bi rayedarê leşkerî de leşker û polîsan bi telefonên xwe dîmenên çalakvan û rojnamegeran girtin û gef li wan xwarin.

Malbat bêyî ku daxuyaniyê bidin ji qadê derketin.